Çalakvanên Kurd li bajarê Dênver yê eyaleta Kolorado ya Emerîka ziman û çanda Kurdî bi xwendekarên zanîngehê dan naskirin.
Her sal meha Adarê li Zanîngeha Metropoletin a bajarê Dênver yê eyaleta Kolordo ya Emerîka pêşangehên çand û zimanên cuda tê vekirin. Cara yekê Kurd jî beşdar bûn.
Di pêşangehê de çalakvanên Kurd çand û zimanê Kurdî bi xwendekaran dan nasîn.
Xwendekaran eleqeyek mezin nîşan da û bi naskirina çand û zimanê Kurdî keyfxweş bûn. Herwiha biryar e ku ziman û çanda Kurdî bikin bernameya beşa xwendina çandê ya zanîngehê.
Ev çend roj in pêşangeh hatiye vekirin. Di roja destpêkê de govend hatin pêşandan. Di roja duduya de film bû. Pişt re jî roja ziman bû.
Wê di pêşangeha bê de filmên Kurdî jî werin pêşandan.