Tuesday, June 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên navçeya Şêrawa tevî dorpêç û şertên dijwar terka gundên xwe nakin

11/03/2020
in Uncategorized
A A
Şêniyên navçeya Şêrawa tevî dorpêç û şertên dijwar terka gundên xwe nakin
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, ji ber topbarana artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê ya bênavber û dorpêça rejîma Sûriyê di rewşeke dijwar de dijîn. Lê digel wê terka warê xwe nakin.

Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê li dijî şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê yên li gundên navçeyê bi cih bûyîn, êrîş û hovîtiya xwe didomînin. Ji ber wê welatî neçar dimînin biçin cihên ewle.
Meha Sibatê piştî ku artêşa Sûriyê li dijî çeteyên girêdayî artêşa Tirk li gundewarên Heleb û Idlibê dest bi operasyonan kir, artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser navçeya Şêrawa zêde kirin.
2`yê Sibatê artêşa Tirk bi awayekî hovane êrîşî gundên navçeya Şêrawa kir. Gundên Aqîbê, Bênê, Dêrcimêl û Soxinekê bi dijwawî hatin topbarankirin. Di êrîşê de welatiyê bi navê Elî Şabo Menle (65) yê ji gundê Aqîbê şehîd bû. Her wiha zirarên madî gihaştin milkên sivîlan.
24ê Sibatê di topbarana gundê Kalutê de jina bi navê Emûne Umer şehîd bû.
25`ê Sibatê di topbarana li dijî gund de sê kes ji malbatekê şehîd bûn, bav Hesen Hec Izet Mihemed, dayîka Fatme Elî û zaroka bi navê Sirûşt Hesen Mihemed, tevî ku hinek Efrîniyên din jî birîndar bûn.
Di meha Sibatê de 300 top li gundên navçeya Şêrawa ketin. Ji ber topbaranê zirarên madî yên mezin gihîştin milkên sivîlan û koçberên Efrînê carek din koçber bûn.
Li navçeya Şêrawa du kampên koçberên Efrînê û koçberên herêma Helebê û bajarên din ên Sûriyê hene, `Veger` li gundê Ziyaret û `Kampa Şehba` li gundê Keştar.

ŞÊNIYÊN 4 GUNDÊN NAVÇEYA ŞÊRAWA YÊN DORPÊÇKIRÎ ÇAWA DIJÎN?
Li navçeya Şêrawa 4 gundên dorpêçkirî hene. Ew gund ji aliyê artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê û hêzên Sûriyê ve hatine dorpêçkirin. Gund ev in; Birc El-Qas, Gundê Mezin, Kalutê û Başemra yê 12 km li aliyê başûr rojhilatê kantona Efrînê.
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Hisên Hemadê yê ji gundê Başemra got, “Ji ber topbarana artêşa Tirk rewşa me ne baş e û her ku diçe dijwartir dibe. Lê dîsa em ji gundê xwe dernakevin.
Şêniya bi navê Sebah Reşîd jî wiha got: “Her tim top li gundê me û gundên din dibarin. Rewşa me her tim awarte ye. Ev tev li ber çavên rêxistinên navneteweyî dibin. Em tehemula her tiştî dikin da ji gundê xwe dernekevin.

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist
NÛÇE

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist

23/06/2025
Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe
JIN

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe

23/06/2025
3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket
JIN

3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket

23/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
ÇAND Û HUNER

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.