Roja Yekşemê bi beşdariya 10 tîmên ji kantonên Efrîn û Şehbayê turnuvaya ciwanên herêma Efrînê dest pê kir.
Yekîtiya Werzişê şaxê herêma Efrînê turnuvaya futbolê ya ciwanan li dar xist. 10 tîmên kantona Efrîn û Şehbayê beşdarî turnuvayê bûyîn wiha ne; Ixiwe, Avrîn Til Rifet, Istêrk Til Qerah, Raî Salih, Ehlî Şehba, Berxwedan, Şêrawayê, Emanûs Ehdas, Ehlî Kefernayê û ciwanên Efrînê.
Roja Yekşemê turnuvayê li yarîgeha Humasî ya gundê Babinsê yê kantona Şehbayê dest pê kir û li yarîgehê hevserokê Yekîtiya Werzişê Nezîr Kor Misto axivî û bal kişand ser girîngiya werziş û exlaqê werzişê. Misto bal kişand ser gotina Rêber Abdullah Ocalan û got werziş lîstika amadekirina jiyaneke baştir e, herwiha bang li xwedîderketina li van perspektîfan kir.
Her wiha Nezîr Kor Mifto bûyerên di serhildana 12’yê Adara 2004`an de çêbûyîn, şermezar kirin û got kesên şovenîst dixwestin rastiya werzişê xerab bikin lê bi ser neketin.
Piştî axaftinê, tîma Berxwedan û Ciwanên Efrînê daketin lîstikê û tîma Berxwedan bi skora 5-1 bi ser ket.
Yekîtiya Werzişê diyar kir ku turnuva wê heta 18’ê Nîsanê dewam bike.