Li Rojava û bakurê Sûriyê xebatên avakirina komînan û li dora van komînan jî xebatên rêxistinkirina civakê dewam dike. Komînên li Bakurê Sûriyê li gor cografiya taxan tên avakirin. Her 100-150 mal xwe didin hev û komînekî ava dikin. Li taxa Kornîş ya Qamişlo Kurd, Ereb û Suryanan bi hevre 58 komîn ava kirine. Rêveberê TEV-DEM’ê taxa Kornîş Ednan Silêman anî ziman ku hemû pêkhate cihê de di komînan de digirin.
Yekem civakbûyîn li Rojhilata Navîn hate avakirin, bi demê re sîsteman desthilatdarî meşandin. Piştî serdema Neolotîk, civak bi desthilatdariya sîstema baviksalarî hat rêvebirin. Piştî parçekirina ol a ji aliyê xelîfe û mezheban ve civak di aliyê baweriyê de hat parçe kirin. Demek dirêj civaka ku ji ber parçekirinên olî û mezhebî bedel da. Vê carê jî bi desthilatdariya feodalîzmê û netewperestiyê civak hat parçekirin.
Şoreşa Rojava gelek guhertin di nava civakan de avakir. Bi riya avakirina bingeha civakbûyînê komînan jiyana hevbeş û demokarsî di nav civakê de belav kir.
ŞOREŞA ROJAVA BÛ BINGEHA RASTIYA CIVAKÊ
Piştî Şoreşa Rojava cara yekem bingehê sîstemek ku hemû gel û bawerî xwe di nav de dîtin hat avakirin. ji beriya 7 salan ev bingeh hatî avêtin. Civaka ku bi sedan sale tê parçekirin bi Şoreşa Rojava re li dora sîstemek demokratîk dicivin.
Ev sîstema demokratîk a ku em qalê dikin ji avakirina komînan destpê dike. Civaka ku hertim bi gotina kesek yan jî fermanên jor jiyan dikirin, niha ji nava taxa xwe bi biryarên xwe dijî. Lewma komînan avadike, pêwîstî, şert û mercên jiyana xwe pêktîne.
Ji bo sîstema demokratîk baş bê fêm kirin divê bizanin komîn û rêgezên wê çine. Komînên li Bakurê Sûriyê li gor cografiya taxan tên avakirin. Her 100-150 mal xwe didin hev û komînekî ava dikin. Li gorî şertên tax û komînê jî komîte û rêxistina xwe avadike.
Yek ji van taxan jî Taxa Kornîş a Qamişlo ye. Taxa Kornîş ji 58 komînan pêk tê. Ji van 58 komînan 3 ên Suryan û Ermen, 3 yên Ereb û yên din jî yên Kurd û Ereb bi hev re ne.
FERQ DI NAVA
GELAN DE TUNE
Yek ji komînên pêkhateyên Kurd û Ereb Komîna Ş. Berxwedan Betal e. Hevserokên vê komînê Kurd û Ereb in. Hevseroka Komînê Salîhe Xidir Îbrahîm ku, diyar kir ku di komînê de ti ferq di navbera gelan de tine û wiha got; “Ji ber ku em hemû pêkhateyên vî welatî ne. Beriya ku komîn werin avakirin tu xizmet di nava taxan de nedihat kirin, piştî komînan pêdivî, xizmet û rêxistina gel di nava taxan de pêkhat.”
Salîhe bal kişand ser rewşa jinan û da zanîn ku jinên ereb bi rêxistina civakî re hêdî hêdî ji qalibên edet û qalibên teng ên civakî derketin. Salîhe destnîşan kir, jina ku tenê erkê wê kiribûn xwarinçêkirin, niha rolê xwe di komînan de digire û nêrînên şaş ên di derheqê jinê de ji holê radike.
ME LI VIR DESTÊ
XWE DA HEV
Hevseroka Komîna Ermen û Suryan a Ş. Athro (Sohdo H. Athro) Viyolet Hena ya suriyanî da zanîn ku di nava komînê de hevkarî heye û ev wan gelek keyfxwşe dike. Hevserokê Komînê yê Ermen Hemazasap Krpko Reban destnîşan kir ku ew jî ji bo pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî dest bidin hev û bi hev re jiyan bikin di komînê de cih digre. Reban diyar kir ku ew di komînê de yekin û wiha pêde çû; “Em bi hev re dijîn, ciwanên me bi hev re welat diparêzin. Eger ev sîstem berdewam bike pir başe, ji bo vê jî divê em xwedî lê derbikevin.”
CIHÊ ÎRADEYA GEL E
Hevserokê Komîna Komîna Ş. Fexrî, Hisên Berzencî da zanîn ku gelê me bi hezarên salane di bin hişmendiya kesekî û dewletê de hatiye rêvebirin û wiha axivî; “Hîn gelê me baş fêrî jiyana komînal nebûye. Ji bo fêrbûnê jî perwerde pêwîste. Bi salane wisa fêr bûye, hîn jî kesên din berpirsyar digire. Lê di rastiyê de komîn cihê îrade û biryarên gel e. Gel divê bizane komîn a her kesê di nava taxê de ye, herkes dikare fikrê xwe têde bîne ziman û biryarên taxa xwe bi xwe bide.”
RÊXISTINA CIVAKÎ
AVAKIR
Rêveberê TEV-DEM’ê taxa Kornîş (Meclîs) Ednan Silêman jî da zanîn ku taxa Kornîş wek tabloyek mozaîke, ji her pêkhateyî tê de cih digire û xweşiya vê taxê jî bi mozaikbûna wê ye. Silêman diyar kir ku beriya sîstema demokratîk, dewletê ferq dixist nava gel, heta gelê kurd bê nasname bû û gotinên xwe wiha berdewam kir; “Bi avakirina komînan re rêxistinek civakî hat avakirin. Her kesî bi awayek wekhev di rêxistinê de cih girt.”