Rojnameya Ronahî

Minbic..Polîtîkeyên Osmaniyan û Rêjîma Baas – 2

Herêma Minbic xwedê cihekî dîrokî û stratejîk e. Minbic dikeve rex çemê Firatê, her wiha nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê û bajarê Helebê ye. Li aliyekî din jî nûqteya ku herêmên gundewarê rojhilat û bakurê Helebê dighîne hev. Li ser vê yekê wekî navenda tevgera çandî û civakî tê dîtin. Dewleta Osmaniyan û rêjîma Baas di dema ku hukmê xwe li ser herêmê feriz kiribûn, hewl dan demografiya herêmê biguherin.
Teymûrlenk sala 1401’î de êrîşî bakurê Sûriyê kir û bajarê Minbic dagirkir û wekî baregeha ji bo pêkanîna hemleyên xwe yên li ser Sûriyê nîşan kir, leşkerên wî bajar wêran kirin û kevir li ser kevirekî nehiştin. Minbic veguherî erdekî vala, kavilkirî. Salên di navbera 500 heta 1900 de jiyan lê rawestiya.
Akademîsyenê Zanîngeha Oxfordê Henrî Mandrel ku rênasê şirketa Elmeşriq bû, di sala 1697`an serdana herêma Mibicê kiribû, di derbarê rewşa bajêr de wiha dibêj, “Li vî warê ti tiştekî mezin nemaye”. Minbic bi temamî rûxiya bû. Li aliyê wê yên rojhilat beşek sûra wê saxlem ma.
350 MALBATÊN ÇERKEZ HATIN BI CIHKIRIN
Bi armanca guhertina demografiya herêma Minbicê, Sultanê Osmanî Ebdulhemîd yê duyemîn sala 1878’an de 350 malbatên Çerkes li Minbicê bi cih kir. Di heman demê de jî dewleta Osmanî hemleya qirkirinê li dijî Ermenan pêk anî ku heta 1923’an dewam kir.
Her wiha Dewleta Osmanî bi armanca ku rengê Osmanî bide bajarê Minbicê di sala 1904‘an de li bazara bajêr serşokên giştî ava kir û li ser serşokan “Sultan bixêrhatina we dike” hate nivîsandin. Dewleta Osmanî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn 1914 – 1918 bi Hêzên Hevpeyaniyê re (Împaratoriya Alman, Austria, Macaristan û Bulgaria) ya li hember Birîtanya, Irlanda, Fransa û Rûsya koalîsyon pêk anî. Osmaniyan seferberî ragihand, kesên ku bikaribin çek rakirin bi çek kirin û ew ber bi herêmên şerê ve, di nav de Minbic jî hebû, ve şandin.
Ji encamên sereke yên Şerê Cîhanê, hilweşandina Împaratoriya Osmaniyan, dabeşkirina welatên Ereban li gorî Peyama Sykes-Picot. Sûriye, Lubnan û Mûsil ket bin serweriya Fransa û Urdun û Filistîn jî ket bin serweriya Îngîlizan. Li vir jî rewşa Minbic wekî xwe ma.
Piştî derketina Fransa ji Sûriyê sala 1946’an êdî welatiyên Minbic di nava partiyên siyasî de xwe bi rêxistin kirin, her wiha dibistan li Minbic û gundewarên wê hatin avakirin. Yekemîn Navenda çandê li Minbicê bi nave Navenda Çanda Erebî ya Minbicê hate vekirin.
POLÎTÎKAYÊN RÊJÎMA BAAS
Rêjîma Baas polîtîkeyên derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên de û guhertina demografî, meşand. Desthilatdariya Partiya Baas di sala 1974’an de bi hênceta ku gundên başûrê Minbicê di ava gola Bendava Firatê de ma bi hezaran malbat koçî gundên herêma Cizîrê kirin û li 43 niştecîgeh bi navê “El-Xemer” ku dirêjahiya xeta di navbera Serêkaniyê û Dêrikê ava kiribû, bi cih kirin. Rêjîma Baas di sala 1982’an de, bi hênceta ku gelê Minbicê beşdarî tevgera li dijî Partiya Baas bûye, hejmarek gundên girêdayî wê bi tankan dorpêç kir û xof di nava şêniyên wê de çêkir. Di sala 1999’an de bi sedan şêniyên gundên li Çemê Firatê yên girêdayî Minbicê bi hênceta ku gundên wan di bin ava Bendava Tişrîn de man koçî gundewarên Meskene kirin.
Li bajarê Minbicê di serdema desthilatdariya Partiya Baas de tu pêşketin pêk nehat Berevajî wê, rêjîmê mozayîka herêmê ya eşîrtî parçe kir.
Bi destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyê re, gelê Minbicê li hember rêjîmê Baas daketin qadan, xwepêşandana yekemîn li bajêr 21’ê Nîsana 2011’an de destpê kir. Hin komên çekdar 19’ê Tîrmeha 2012’an de bajar girtin, ew koman bajar wêran û talankirin. Heta Çileya 2014’an di nava pevçûnan de bûn û bajar veguherandibûn bajarekî tarî…Ekrem Berekat-ANHA