Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Beth Nehrên û bi armanca yekkirina refa jinan, ji bo jinên xiristyan kongreyeke bi navê ‘Jinên Surayto’ li xwaringeha Zuhribiyan a bajarê Qamişlo li dar xist.
Di çarçoveya rewşa ku tevahî herêm tê re derbas dibe û bi taybet rewşa gelê Suryanî(Aramî, Keldanî, Aşûrî) bi taybet li ser jinan, Yekîtiya Jinên Beth Nehrên kongreyek bi navê Kongreya Jinên Surayto li dar xist da rewşa gel û jinan lêkolîn bikin, herwiha çawa jinên Suryanî rola xwe bilîzin di vê demê de û çawaniya vegerandina rola xwe ya berî hezarên salan.
Di kongirê de jinên xiristyan li ser asta cîhanê bi rêya onlen tevlî bûn. Dîwana birêvebirina kongir li Ewropa, Îraq û Sûriyê li Şam û Qamişlo bû.
Di Kongreya jinên Suryato de rêxistin, nûnerên partiyan, jinên çalakvan û kesayetên olî û serbixwe berşdar bûn.
Gotina vekirinê ji hêla endama Meclisa Yekîtiya Beth Nehrên Şemonî Faris hate kirin tê de destnîşan kir ku weke jin rûbirûyîna perpirsyartiyeke mezin in da ku rola xwe ya dîrokî vegerînin, herwiha mafê xwe bidestbixin weke jinên Suryanî û wiha got: “Ev kongir wê destpêkeke ji bo avakirina bernameyên piştgiriya mafê jinên ku layîqî dîrok û têkoşîna wê be”
Piştre ji hêla partiyên siyasî, sazî, rêxistin û jinên çalakvan û kesayetên olî ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de jinan tekez kirin ku ew di qûnxeke zehmet de derbas dibin lewma ji bo avakirina civakê divê bi yek destî û hevkarî bê kirin. Di gotinan de îşaret hate kirin li ser giringiya xebata jinan di avakirina jiyaneke aştiyane di navbera tevahî pêkhateyan de û hevkariya di pêşxistina jinan û xurtkirina rola wê di nava civakê de.
Kongir hîn berdewam e..
Hêjayî gortinê ku di berdewamiya kongir de wê lêkolîn û nerînên dîwanan û jinên beşdar bêne nîqaşkirin, herwiha nêrîn û pêşînyarên ji bo pêşerojê bên girtin. Di kongir de wê nameyên pîrozbahiyê ji Lubnan, Ewropa, Tirkiyê û Sûriya bêne xwendin.
Di dawiya kongir de wê daxuyanî bê dayîn.






