Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hevserokê Encûmena Cîbcîkar li Kantona Cizîrê Hesen Şero diyar kir ku ji bo pêkanîna Hevpeymana Civakî û xurtkirina sîstema Rêveberiya Xweser li seranserî herêmê, roja şemiyê ji bo karmendên Rêveberiya Xweser bû roja komînan, armanca vê yekê jî ew e ku gel bi îradeya xwe bibe xwedî hêza çareseriyê.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê di rûniştina xwe ya 114’an ya di 28’ê Pûşberê de erkên meclisên xwecihî û komînan nîqaş kirin. Di rûniştinê de erkên geşkirina meclisên xwecihî û xurtkirina wan di dayîna biryarên aktîv de ku di beşdarkirina rewşên xizmetguzarî û rêxistinî li herêman de bibin alîkar, hatin nîqaşkirin. Li kêlek wê xurtkirina rola meclisan di pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn de, weke peydakirina hîmeke datayan ji bo her komînekê û xebata berdewam ji bo wê yekê, birêxistinkirina xebata komînan, hevsengiya di navbera hêzên siyasî û leşkerî de, hatin gotûbêjkirin.
Rûniştin bi erêkirina li ser derxistina giştînameyekê bi dawî bû û giştîname wiha bû:
Avakirina komînan li gorî Hevpeymana Civakî û qanûna erkan. Roja şemiyê ji her hefteyê ji komînê re hat veqetandin, tê de endamên komînê, karkerên Rêveberiya Xweser amade bibin ku di pêkanîna xebat û planên komînê destnîşankirine de amade bibin. Di 3 saetên dawîn ên roja dewamê ya pêncşemê de bibe roja paqijiya sazî, meclis, cihên giştî û rêveberiyan. Ev sazî wê ji hêla karkerên li tevahî kantonan ve werin paqijkirin. Herwiha komîn li gorî qanûna birêxistinkirina erkên meclis û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bi hejmara /13 a 2023’an, bixebite. Di rûniştinê de hatiye gotin ku divê xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin nirxandin û ji bo sîstema civakî baş pêk were xebateke berfirehtir bê meşandin.
Derbarê aktîvkirin û geşkirina rola komîn û meclisan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Encûmena Cîbcîkar li Kantona Cizîrê Hesen Şero ji Rojnameya me re axivî.

Hesen Şero diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo xurtkirin û cîbcîkirina Hevpeyama Civakî gelek civîn li dar xistin û wiha got: “Rêveberiya Xweser ji bo xurtkirin û cîbcîkirina Hevpeyama Civakî, hem jî ji bo xurtkirina sîstema Rêveberiya Xweser li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek nîqaş û civîn kirin û lidarxistin. Di encama wan nîqaş û civînan de xaleke sereke ya Hevpeymana Civakî bû ku roja şemiyê bibe roja Komînê, li ser vê bingehê ji aliyê Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê biryar hate cîbcîkirin. Armanca me ya sereke jî ji bo avakirina civakeke exlaqî-polîtîk û demokratîk e. Herwiha komîn jî bingeha vê sîstema Rêveberiya Xweser re. Ji bo wêna biryar hate derxistin ku roja şemiyê ne roja betlanê be, lê di wê rojê de hemû karmend ên di sazî û destgehên Rêveberiya Xweser de kar dikin, bi awayekî fermî kar û xebatên xwe li komînan xwe bidomîne. Ev jî dikeve werê xurtkirina sîstema komînê ku tê de îradeya civakê derkeve pêş. Civak jî êdî di rêya komîn û meclisên xwe de di sîstema Rêveberiya Xweser de cih bigre. Da ku civakeke xwedî îrade û bêhêz di vê sîstemê de cihê xwe bigre.”
‘Bi aktîvkirina komîn û meclisan wê pirsgirêkên civakî werin çareserkirin’
Hesen Şero eşeker kir ku ji bo aktîvkirina komînan, perwerde û civîn têne lidarxistin û wiha domand: “Niha ji bo aktîvkirina komîn û meclisan ji karmendên Rêveberiya Xweser re perwerde û civîn têne lidarxistin. Ji xwe dema em dibêjin roja komên ne tê wateya ku ev karmendên Rêveberiya Xweser herin komînê û li komînê bimînin çend seat û vegerin, em ê bi vê yekê negihên wê armanca ku em dixwazin. Lê armanca me ya sereke ku ruhek derbasî komînê bibe. Da ku ew komîn îradeya civaka di wê taxê yan di rêya wê meclisê re, derxîne holê. Di heman demê de civakeke bi îrade û rêxistinkirî ku karbin ji pirsgirêkên civakî yên ku rû didin, bibe bersiv, ava bikin. Ji bo wê jî ji bo ev sîstem bi awayekî demokratîk cihê xwe bigire, em li ser biryara xwe bi israrin ku hemû karmend di roja komînê de bi awayekî çalak cihê xwe bigirin. Da ku guhertinek bikeve xebatên komînan de.”
‘Gel bi îradeya xwe bibe xwedî hêza çareseriyê’
Hesen Şero da zanîn ku dema komîn aktîv bibin wê îradeya xwebirêvebirinê ya gel derkeve pêş û wiha got: “Komîn û meclis di sîstema heyî de hebû, hem jî hevserok û komîteyên wê hebûn. Lê xwebatên wê piranî bi mijarên xizmetguzarî ve dihat mijolkirin, mîna bi na û xaz tenê ve mijûl dibûn. Ji bo wê pisgirêkên civakê yên ku rû didan, bi hêviya saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wek deste û ofîsên girêdayî encûmena cîbcîkar ku di wir de ew mijar bi wan ve dihate hiştin. Lê niha em dixwazin îradeya komînê bi van pirsgirêkên civakî re ku gel bi îradeya xwe bibe xwedî hêza çareseriyê, hem gel bi îradeya xwe taxên xwe birêve bibin û ji taxê herin meclisê bajarokan û bajarên giştî. Ya din dema em dibêjin pirsgirêkên civakî ne tenê ew nakokiyên di navbera du malbata de, yan di wê taxê de hinek pirsgirêkên mîna pirsgirêka paqijiyê, avê û elektirîkê hebin û bi îradeya komînê werin çareserkirin. Lê gava sîstema komînên komînal werin avakirin. Wê civak karibe li beramberî gelek siyasetên dijber ku dixwazin siyaseta demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş ketiye, jiyana komînal a ku em dixwazin li pêş bixin, têk bibe, bibe bersiv.
Ji ber niha şerekî taybet li ser serê civaka me tê meşandin ku dixwazin civaka me ji hevdû bixe û nakokiyan derbasî nava civakê bikin, mînaka wê jî madeyên hişbir ê ku dixwazin derbasî nava civakê bikin. Lê civak bi rêya wê komînê bi jiyaneke komînal ku hemû bi hev re werin xwe perwerde bikin û wê demê em ê karibin li bermaberî vî şerî bibin bersiv.”
‘Têvî kêm û kurtiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînaka cîhanî ye’
Hesen Şero axaftina xwe wiha qedand: “Tevî kurt û kêmasiyên ku di komîn û meclisan de di dema dawiyê de derketine. Lê dîsa jî sîstema komînê hebû, komîteyên wan hebû, em a kar û xebat ne di asta ku dihate xwestin, dihate meşandin. Ji ber herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmek ku rûbirûyî êrişên pir mezin hate hiştin, şerekî pir dijwar lê rû da ku yek deqe yek sal jî beyî êriş li ser vê herêmê derbas nebû, tevî wê jî di rewşên awerte de komîn û sîstema heyî hate avakirin. Hem jî tevî ewqas zor û zehmetiyan ku di ernîgariyeke weke Sûrî de pêk hatine, lê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû mînak ji bo Sûrî û giştî Rojhilata Navîn.”






