Hêvî Keleş/ Qamişlo
Endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Siyamend Silêman anî ziman ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de ciwanên Apoyî ji bo gihiştina azadiyê, ketin rojiya mirinê, heta şehadetê jî berxwedan domandin û wiha got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê rihê têkoşîna azadiyê ye.”
Di 14’yê Tîrmeha 1982’yê de ciwanên Apoyî yên Kurd, Laz û Tirk li dijî faşîzma dewleta Tirk û derbeya leşkerî ya hovane ya 12’yê Îlonê di Zîndana Amedê de bi canê xwe felsefeya ‘berxwedan jiyane’ nivîsîn. Li zindana Amedê Rojiya Mirinê dan dest pê kirin. Tê de Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akiv Yelmazşehîd bûn.
Derbarê berxwedana 14’ê Tîrmehê de û bandora wê li ser şoreşê endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Siyamend Silêman ji Rojnameya me re axivî.

‘Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê bû bingeha Şoreşa Rojava’
Endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Siyamend Silêman diyar kir ku li Zindana Amedê felsefeya berxwedanê hat afirandin û wiha got: “Roja 14’ê Tîrmehê gaveke mezin bû ji bo tevgera azadiyê û ev roj weke roja berxwedanê li cem gelê kurd tê binavkirin, di 14’ Tîrmehê de ciwanên Apoyî di salona dadgehê de ji bo ku bighêjin azadiyê û li dijî îşkence û ferzkirinên zilm û zordariya li nav zîndanê biryara çalakiya rûmetê dan. Ev roj, rojekî dîrokî ye û di dîroka Kurdistanê de gaveke girîng bû ji bo şoreşa azadiyê. Dijminên gelê kurd dixwestin ku dawiyê li kurdan bînin û wan tune bikin, lê bi riya vê roja berxwedanê û bi cesaret û îradeya ciwanên Apoyî yê ku canê xwe feda kirin ji bo ku li dijî derbeyên dewleta Tirîk yên hovane derkevin û ji ber wan qet qebûl nekdikirin ku nasnameya xwe ya kurdetiyê winda bikin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bandoreke bê hempa li ser gelê kurd kir ku berxwedaniya 14’ê Tîrmehê îro ji Şoreşa Rojava ango 19’ê Tîrmehê re bû bingeh û piştî vê rojê wan xeta şehîdan berdewam kir û îradeya wan xurtir bû.”
‘Îro jî bi ruhê 14’ê Tîrmehê di çeperên şer de berxwedan tê meşandin’
Siyamend Silêman destnîşan kir ku vîna 14’ê Tîrmehê perdeya faşîzma Tirk perçe kir û wiha got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê rojeke dîrokî bû ku lehengên kurd di vê rojê de de faşîzma dewleta Tirk parçe kir û heta dawiyê li ber xwe dan. Faşîzm mirovayetiyê nas nake, lewma li cihê ku mirovayetî nayê naskirin û li dijî mirovahiyê şer tê kirin, tenê çareyek heye, ew jî berxwedan e. Ew berxwedan ji sala 1982’an û heta îro tê, çavkaniya xwe ji van lehengan digire. Di roja me ya îro de di çeperên şer de ruhê 14 Tîrmehê heye. Careke din dagirkerî di zindanê de dixwaze îradeya Kurdiyetiyê bişkîne û teslîm bigire. Lê Ji ber ku ev îrade çavkaniya xwe ji van lehengan digire, ev îrade nayê şikandin.”
‘Ji bo azadiya gelan heta serkeftinê em ê têbikoşin’
Endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Siyamend Silêman axftina xwe Wiha qedand: “Niha afirînerê vê berxwedanê, di şert û mercên ku ji zindana Amedê xirabtir e di zindana Îmraliyê de ye. Rêber Apo li ber xwe dide, em jî dikarin li ber xwe bidin. Divê em li berdevkê Şehîdan xwedî derkevin û Rêber APO ji wê dojeha Îmralîyê derxîn in. Em weke gel û mirovahî deyndarên wan şehîdên mezin in. Li ser vî esasî em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo azadiya gelan heta serkeftinê em ê têbikoşin.”






