Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

11/07/2025
in NÛÇE
A A
Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Koma Aştî û Civaka Demokratîk: “Ji bo ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin.”

Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya ji gerîlayên azadiyê pêk tê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê çekên xwe danîn û îmha kirin. Daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi vî rengî ye:

“Ji bo gelê me û Raya Giştî:

Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin. Beriya her tiştî ji ber ku hûn şahidiya vê çalakiya me ya dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.

Li dijî êrişên bi armanca tinekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn. Eger îro em li vir amade ne ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê. Eger îro em li vir amada ne ev ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyayê ye.

Ji niha û pê ve wê têkoşîna me a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.

Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ew e ku bibe wesîleya pêkanîna aştî û azadiyê. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de gotibû, “ ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hun li gorî vê rêgezê tevbigerin”.

Em bi dil û can tevlî vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bexetewer in.Em baş dizanin ku heta niha ti destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin. Berevajî, her serketineke me ya rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin. Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serketinên nû, ji dil em bi fikir û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin. Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevriyên xwe jî bawer in. Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê. Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye. Ji ber vê çendê em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendîn girîng in û pêwîste di zûtirîn demê de bêne biserxistin.

Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me ên aştî û demorasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin. Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, eşkere piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me.

Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk. Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, huqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me ya dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me. Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin.

Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî ev e:

Pêwîste ev pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin.

Zilim û mêtingerî wê bidawî bibin, azadî, piştevanî û hevgertin wê biserkevin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez biserkeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)
ROJEV

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)

15/07/2026
‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’
JIN

‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’

15/07/2026
Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e
JIN

Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.