Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belgerkirina kuştina zêdetirî 8,000 hezar kes li deverên cûda yên Sûriyê ya piştî hilweşîna rêjîma Baas eşkere kir ku di nav wan de 6 hezar û 150 sivîl, 330 zarok, 451 jin, hezar û 917 kesên nesivîl hebûn.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed ku ev 7 meh li ser derbas bûye, Sûriye hîn jî ji kaosa ewlehiyê ya xerabtir êş dikişîne ku ev yek di kuştin û binpêkirinan di demekê de ku bêaramiya siyasî û hilweşîna saziyên dewletê de, diyar dibe.
Di vê heyamê de, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê kuştina zêdetirî 8,000 hezar kes li deverên cûda yên Sûriyê belge kir ku di nav wan de 6 hezar û 150 sivîl, 330 zarok, 451 jin, hezar û 917 kesên nesivîl hebûn.
Li gorî Çavdêriyê hejmara kuştiyan li gorî mehan wiha ye:
Ji 8’ê Kanûnê heta dawiya 2024’an: 2 hezar û 354 kes bûn qurbanî ku di nav de hezar û 894 sivîl bûn.
Çileya 2025’an: hezar û 122 kes bûn qurbanî, di nav de 679 sivîl bûn.
Sibata 2025’an: 603 kes bûn qurbanî, di nav de 435 sivîl bûn.
Adara 2025’an: 2 hezar û 644 kes bûn qurbanî di nav de 2 hezar û 069 sivîl bûn.
Nîsana 2025’an: 452 kes bûn qurbanî ji wan 352 sivîl bûn.
Gulana 2025’an: 428 kes bûn qurbanî ji wan 295 sivîl bûn.
Pûşbera 2025’an: 391 kes bûn qurbanî ji wan 360 sivîl bûn.
Ji 7’ê Tîrmehê ve: 73 kes bûn qurbanî ji wan 66 sivîl bûn.
Rewşên kuştina sivîlan:
Kuştinên meydanî û kuştinên li ser bingeha nasnameyê: 2 hezar 167 bûyer.
Di êrîşên gulebaranên ku ji aliyê kesên nenas ve hatin kirin: 530 kes bûn qurbanî.
Bi sedema bermahiyên şer: 545 kes bûn qurbanî.
Di sûcên kuştinên takekesî de: 342 kes bûn qurbanî.
Bi teqemeniyên bidestçêkirî û mayînan: 45 kes bûn qurbanî.
Di encamên bombebaranên dagirkeriya Tirk de: 129 kes bûn qurbanî.
Di encamên bombebarana Îsraîlê: 29 kes bûn qurbanî.
Bi guleyên çeteyên dagirkeriya Tirk: 18 kes bûn qurbanî.
Di encama îşkenceyên li girtîgehên “Operasyonên leşkerî” de: 39 kes bûn qurbanî.
Di encama îşkenceya li girtîgehên çeteyên dagirkeriya Tirk de: 2 kes bûn qurbanî.
Li ser destê çeteyên DAIŞ’ê: 33 kes bûn qurbanî.
Bi guleyên cerdermeyên Urdin û Tirkiyê ve: 5 kes bûn qurbanî.
Bi sedemên din (şer, nenas, debara jiyanê…): zêdetirî 2000 hezar bûyer.
Hûrguliyên kuştinên meydanî (2 hezar û 167 bûyer)
Tenê di Adara 2025’an de: hezar û 726 bûyer ku piraniyên wan di dema êrîşeke çekdarî li ser benda kontrolê yên ewlehiyê li beravên Sûriyê di 6’ê Adarê de.
Belavkirina mehane ya van bûyeran wiha ye:
Kanûna Pêşîn a 2024’an: 141 bûyer.
Çile 2025’an: 74 bûyer.
Sibat: 60 bûyer.
Nîsan: 75 bûyer.
Gulan: 41 bûyer.
Pûşber: 46 bûyer.
Ji yekê Tîrmeh heta roja 7’ê Tîrmehê: 4 bûyer.
Windahiyên ne sivîl hezar û 917 kuştî:
Çeteyên DAIŞ’ê: 26.
Daîreya Operasyonên Leşkerî: 513.
Hêzên Sûriya Demokratîk: 254.
Komên çekdar ên îslamî: 628.
Çekdarên herêmî: 368.
Leşkerên rejîma berê: 83.
Alîgirên Îranê yên neSûrî: 10
Kuştî û birîndarên dagirkeriya Tirk: 8
Cîhadîstên din: 6
Aliyên Nenaskirî: 21
Di 7 mehan de li Sûriyê 2 hezar 671 kes bi kuştina meydanî hatin kuştin.
Di heman demê de ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di navbera 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an û 8’ê Tîrmeha 2025’an de, di nava zêdebûna tundûtûjiya rêxistinkirî û nebûna tevahî ya berpirsiyariyê de, 2 hezar û 671 kuştinên meydanî li Sûriyê belge kir. Çavdêriyê ev dem bi dema “herî xwînî” yên welêt bi nav kir.
Lûtkeya wê di Adara 2025’an de pêk hat, bi belgekirina hezar û 726 kuştiyên meydanî. Di heman demê de bi êrişên li ser xalên kontrolê yên hikûmeta veguhêz li bajar û gundewarên beravên Sûriyê re. Komkujiyên ku di wê demê de ku ji 6’ê Adarê heta 28’ê Nîsanê pêk hatine bûn sedema kuştina hezar û 682 sivîlan, di nav de bi sedan ji pêkhateyên Elewî de hebûn ku di 63 komkujiyên belgekirî de li seranserê parêzgehên Lazqiyê (872), Tartûs (525), Hema (272) û Humsê (13) belav bûne.
Her çend avakirina komîteyek lêkolîna rastiyan di 9’ê Adarê de hat ragihandin jî, lê çavdêriyê kuştina 522 sivîlan ji destpêka karê komîteyê ve belge kir. Ev yek berdewamiya sîstematîk a sûcan piştrast dike û gumanan li ser bandora komîteyê derdixe holê.
Kuştina meydanî li gelek herêman pêk hatin, bi giraniya herî zêde li Hums, Hema, Tartûs û Laziqiyê bû, ev yek jî di nav bêdengiya fermî û paşguhkirina berdewam ji aliyê rayedaran ve pêk tê, ji bo wê ev binpêkirin tên înkarkirin û rewakirin.
Ji dema damezrandina komîteya lêkolîna rastiyan ve 522 welatî hatine kuştin
Kuştin û binpêkirin ji bûyerên Adara borî vir ve berdewam dikin, bêyî ku nîşanên rastîn ên hesabpirsînê ji bo kesên berpirsiyar hebin. Tevî ragihandina avakirina komîteyek lêkolîna rastiyan di 9’ê Adarê de, rastiyên li ser erdê nîşan didin ku sûcên mezhebî bi sîstematîk berdewam dikin, ev jî ji kuştinê bigire heya revandinê, bi taybetî revandina jinan ku li hemberî azad berdana wan fîdyeyê dixwazin.
Desthilatdar bi rêya daxuyaniyên fermî taktîkan bikar tînin ku rastiya komkujiyan paşguh dikin an jî kêm dibînin, pirî caran berpirsiyariyê datînin ser “bermahiyên rejîmê” an jî wan wekî “bûyerên takekesî” bi nav dikin. Înkarkirin ne tenê bi asta siyasî ve sînordar e ew gihîştiye dezgehên medyayê yên girêdayî Şamê ku bi zanebûn rastiyan berovajî dikin.






