Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyan…Gelo hikumeta nû çi bi xwe re anî?

08/07/2025
in NÛÇE
A A
Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyan…Gelo hikumeta nû çi bi xwe re anî?
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Piştî 14 salan ji aloziya ku li Sûriyê hat jiyankirin, gel bi hêvî bû ku  jiyaneke bi ewle û aram pêk were. Gelo bi hatina hikumeta veguhêz a Şamê re ev hêvî pêk hat?

Hikumeta nû çi bi xwe re anî?

Sûriyê bi hatina hikumeta veguhêz a Şamê re ku di 8’ê Kanûna 2024’an de derbasî qonaxeke nû bû. Di vê dîrokê de Rêjîma Eseed hat hilweşandin û li şûna wê hêzên bi navê HTŞ’ê serweriya xwe li ser tevahî Sûriyê di roj û şevekê de kirin. Bi hatina Hikumeta nû re malbata Eseed bi temamî ji holê hate rakirin ku heyanê niha jî piştî derbasbûna zêdetirî 6 heyvan; tu agahiyên fermî ne li ser ragihandinê ne jî di asta navnetewî de li ser Eseed tên belavkirin û behskirin.

Rewşa gelên Sûriyê piştî hatina hikumeta nû ku weke ber bi ronahiya rojê ve here, û 14 sal ji kawos û talankirinan wê bi dawî bibe bû. Ev yek helbet ne tenê hêviya gelên Sûriyê bû, hêviya tavahî pêkhateyên di Sûriyê de bû jî. Lê Tişta ku hatiye dîtin ew bû ku rewş ber bi talanmayîneke zehmetir ve birêve çû. Ev yek jî bi zihniyeta nijadperest, olperest a ku di mejî û dilê komên çekdar yên weke ku Sûriyê ji xwe re rizgarkirine de diherike û hat meşandin.

Armanckirina gelê Kurd

Bi tayebt em dixwazin balê bikşînin ser komkujî, talankirin û kiryarên ku bi hikumeta nû a
Şamê re hatiye ye. Di asta yekemîn de beriya her tiştî û her devrê berê xwe dan herêmên gelê Kurd. Bi ferizkirina serweriya xwe li ser Sûriyê de weke ku tolhildaneke û divê rakin, weke ku kîneke û divê wê kîna xwe li ser gelê Kurd rihet bikin, komên çekdar bi derbasbûna xwe ber bi herêmên gelê Kurd ve ev yek kirin. ji wan deveran yek her du daxên Kurdan yên Helebê; Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bû ya din jî herêma Şehabyê bû. Di herêma Şehbayê bi taybet de piraniya wê gelê Efrînê lê jiyan dikin ku di sala 2018’an bi darê zorê ji ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê berê xwe dan herêma Şehabyê û zêdtirî 6 salan li wir jiyaneke nû avakirin.

Şehba; Di 12’ê Kanûna 2024’an de komên çekdar ji Helebê berê xwe dan herêmê, her wiha ji ber herêma Şehbayê herêmeke dorpêçkirî ye, çeteyên li Efrîn û Ezazê wan jî ber xwe dan Şehbayê, bi vê yekê re xwestin gelê Kurd di wir de di komkujiyên qirkirinê re rû bi rû bihêlin. Rûxmî şerekî giran lê ev yek nebû, di encama li hevkirinan de gelê Kurd û yên Şehbayê ji herêmê derketin û berê xwe dan herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha ji bo gelê Helebê bi heman lihevkirinan gel parastina xwe di taxê de kir û derneketin.

Komkujiyên li ser gelê Elewî

Mezheba Elewî beşek girîng ê tevna civakî ya Sûriyeyê ye, û xwedî dîrok û şaristaniyeke dirêj e ku dîroka wê vedigere sedsalên dirêj. Di avakirina deverên çandî, hunerî û siyasetê de li Sûriyeyê rolek gitrîng lîstiye. Lêbelê, rûxmî wê jî di aliyê civakî, siyasî, aborî de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne.

Rêjeya Elewiyan li Sûriyeyê di navbera ji sedî 10 – 13 ji nifûsa giştî de ye ku wan dike duyemîn koma olî ya herî mezin piştî Sunnîyan. Li gorî texmînên Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo sala 2020’an, hejmara wan ji du milyon kesan derbas dibe.

Bi hatina hikumeta nû re ev civak kete hedefa komên çekdar yên di nava hikumeta nû de. Yek ji sedeman jî ji ber Malbata Esed Elewî bûn û di Sûriyê de xwedî cihekî taybet bûn. Di heyva Adarê de ev civak rastî komkujiyên dijmirovî li beravên Sûriyê hatin ku di navbera 6 û 10’ê Adarê de li gorî ku hatiye belgekirin zêdetirî 1500 kes hatin qetilkirin, di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Ev yek bi hinceta ku bermahiyên rêjîma berê ne hat pêkanîn. Hêjayî gotinê ye ku heyanî niha kesên ku ev qetlîam kirine, bê ceza mane. Û li gorî ku hatiye lêkolînkirin bi tirbeyên giştî hatine veşartin.

Ajansa Reutrersê di 30’ê Hezêranê de ev yek eşkere kir

Piştî bûyerên xwînî yên ku di Adara 2025’an de li herêma peravê ya Sûriyê qewimîn. Di lêkolîneke rojnamevanî a Ajansa Reutersê ya berfireh de ku di 30’ê Hezîrana 2025’an de hat weşandin, hûrgiliyên “kampanyayeke kuştina mezhebî ya sîstematîk” ku sivîlên Elewî hedef digirt eşkere kir ku di navbera 7 û 9’ê heman mehê de di tenê sê rojan de, bi qasî hezar  û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha di rapora Ajansê de ev yek hate aşkerekirin ku Ehmed El Şera got ku 200 endamên hêzên hikumetê hatine kuştin. Her wiha Hikumetê hejmara kuştiyên sivîlên Elewî eşkere nekiriye.

Êrişên li ser Durziyan

Durzî li Sûriyeyê bi qasî ji sedî 3’ê nifûsa giştî pêk tînin. Hejmara wan di navbera 700 hezar û 1 milyonî de tê texmînkirin, û piraniya wan li parêzgeha Siweydayê ne. Ev civak jî ji êrişên kîn û nefretê yên olperest û nijadperest nehatin veqatandin.

Hêzên girêdayî HTŞ’ê şeva 28’ê Nîsanê bi çekên giran li dijî herêma Jaramana ya başûrê Şamê êrîş dan destpêkirin. Ev êrîş tenê bi Jaramana re sînordar nema û heta Sahnaya, Eşrefiye û Siwêydayê belav bû; bi dehan sivîl di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.

Ev êriş û komkujî bi vîdiyoyekê hatin destpêkirin we jî; ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve aqilê çêkirî hat bikranîn û dîmekî ku heqeretê li Hz. Muhammed dike wekî aîdê serokê Durzî Marwan Kiwan e amade kirin û weşandin. Piştre êrîşa li dijî gelê Durzî dest pê kir. DAÎŞ’î û cîhadîstên biyanî yên di nava HTŞ’ê de, piştî êrişên xwe yên li ser xwendekarên Durzî yên li Humus û Şamê şeva 28’ê Nîsanê bajarê Jaramana ya girêdayî Siwêdayê hedef girtin û bi dehan sivîl qetil kirin.

Li gorî BBC li ser malpera xwe belavkiriye ku li gorî bîlançoyeke nû ya ku ji aliyê Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve roja Pêncşemê hatiye weşandin, di du rojên pevçûnên mezhebî de li Sûriyeyê ji 28’ê Nîsanê heyanî 1’ê gulanê, zêdetirî 100 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne ku piraniya wan şervanên Durzî ne.

Komkujiya li ser Xiristiyaniyan

Komkujiyên ku di Sûriyê de tên kirin tenê di vir de nehatin seknandin, di heman demê ev yek li ser gelê Xiristiyanî jî pêk hatin. Di êvara 22’ê Hezîranê, li Dêra Mar Elias a li taxa Douweyla ya Şamê êrişeke terorîstî pêk hat. Terorîstekî bombekirî ket hundirê dêrê, gule li ser îbadetkaran reşand û du re xwe teqand. Ev kiryara terorîstî bû sedema bi dehan kuştî û birîndaran. Helbet ev yek ji aliyê hikumeta nû ve hat redkirin ku tu agahiya wan ji vê bûyerê nîne û wê kesên ku ev yek pilan kirine bide ber cezayê.

Lê pirs ne ev e; Pirs ew e ku heyanê kengî wê bûyer û komkujiyên bi vî awayî di Sûriyê de li ser gelên sivîl, pêkhate û mezheban werin pêk anîn? Hikumeta Sûriyê a nû li hember van kiryar û van sûcan berpirsyar e. Kê kiriye, ji aliyê kê ve hatiye pilankirin, divê hikumeta nû xwe li ber van bûyeran berpirsyar bibîne. Her çendî xwedî li van komkujiyan dernakeve lê li aliyê din hesabxwwestin jî nîne.

Li Cinêfê Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ku kiryarên “Ewlehiya Giştî” li Sûriyeyê şermezar dike û hesabpirsînê dixwaze hate derketin. Daxuynî jî bi vî awayî bû:

Paulo Pinheiro, Serokê Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya Lêpirsînê ya li ser Komara Erebî ya Sûriyeyê, beriya civîna 59’emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek girîng da. Tê de şermezarkirineke eşkere ya “Ewlehiya Giştî” tê gotin li Sûriyeyê, li hember pêkanîna komkujiyan û hevkariyê di rûbirûbûna bi komên çekdar re, hebû.

Pinheiro girîngiya hesabpirsîna hemû berpirsan, yên ku beşdarî kuştina mirovên bêguneh bûne, tekez kir. Her wiha tawanên li dijî sivîlan, bi taybetî Elewiyan, li peravên Sûriyeyê hatine kirin.

Her wiha tekez kir ku pêwîst e civaka navneteweyî piştgiriyê bide rayedarên demkî yên Sûriyeyê di hewildanên wan ên dadweriya veguhêz û parastina sivîlan de. Yekkirina komên çekdar di nav artêşeke neteweyî de û misogerkirina ku binpêkirin dubare nebin.

Pinheiro bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên ku Sûriyê di nav de tundûtûjiya mezhebî û êrişên Îsraîlê yên li ser sivîlan. Her wiha rewşa girtiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Serokê Komîsyona Lêpirsînê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku pabendbûna xwe ya ji bo parastina mafên mirovan li Sûriyeyê xurttir bike. Û ji bo hesabpirsîna berpirsiyarên tawanan bixebitin.

Piştî ewqas dem gelo helwesta Neteweyên Yekbûyî di cih de ye?

Ev daxuyanî piştî derbasbûna ewqas meh li ser komkujî, kiryar, sûcên dijmirovî yên li ser pêkhate û mezhebên di Sûriyê de hatin pêkanîn, hat derketin. Li hember van mezheban û parstina hemû gelên di Sûriyê de Raya Giştî û Hêzên Navnetewî perpirisyar in. Gelo bi herikîna ewqas xwîn û kuştiyan, Gelo wê di Sûriyê de jiyaneke aştî, aram û demokratîk bê avakirin?

Rakirina cezayên li ser Sûriyê di nava van qeyaran de çiqas rast e?

Trump di meha Gulanê de ragihand ku ew ê li ser daxwaza Erebistana Siûdî, piraniya sizayên ku li ser Sûriyeyê ji sala 2011’an ve hatine sepandin, rake. Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî cezayên li ser Sûriyeyê rakir, bi hêviya ku welatê ku ji şer wêran bûye ji nû ve tevlî aboriya cîhanî bike. Di vê navberê de, Îsraîl dixwaze têkiliyên xwe bi Şamê re xurt bike, ku bi lez û bez pêşwaziya “biryara dîrokî” kir.

Sûriyê bi jiyankirina van komkujiyan û kiryaran û rewşa ne ewle a ku hemû jiyana gelên di Sûriyê de xistiye xeteriyê de, çawa di demeke wiha de cezayên li ser hatine sepandin, tên rakirin. Ger ceza bêne rakirin divê bi hemdemiya aramiya rewşa giştî a Sûriyê re be. Da ku gel bi aramî, aştî û gel faydayê ji van biryaran bigre ku rewşa aboriya Sûriyê baştir bibe. Lê rewşa Sûriyê hê di aliyê leşkerî û siyasî de negihiştiye rewşa aramiyê ku rojane komkujî, revandin, qetilkirin û talankirin tên jiyankirin. Ji lewra beriya her tiştî divê hesabxwestineke navnetewî li hember van sûçan bê kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)
ROJEV

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)

15/07/2026
‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’
JIN

‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’

15/07/2026
Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e
JIN

Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.