Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di pêkanîna projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” de rola zarokan”

07/07/2025
in NÛÇE
A A
‘Di pêkanîna projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” de rola zarokan”
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hevberdevka komîsyona zarokan ya Partiya DEM‘ê Îhsan Seylan diyar kir ku piştî banga Rêber Apo a di 27’ê Şibatê de gelek kar û xebat li Bakurê kurdistanê û Tirkiyê hatin meşandin. Lê mixabin zarok gelek caran di nava civakê de tên ji bîrkirin, daxwaza me bû ku em zarokan bînin bîra civakê û em diyar bikin ku roleke mezin a zarokan di pêkanîna aştî û civaka demokratîk de heye.

Di 29’ê Hezîranê de li Amedê konferansek ji bo zerokan hate li darxistin, ev konferans di bin dûrişmeya “Em bi zarokan re, ji bo zarokan hewilbidin ku aştiyek birumet û civakeke demokratîk ava bikin” hate li darxistin. Ev konferans bi armanca derxistina deng û helwestê zarokan bû, ji ber ku yê civakê bi pêş bixwe û projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” pêkbîne zarokin. Herwiha di van demê dawî de gelek zarok hatin qetilkirin û tundî li ser wan hate meşandin, ji bo redkirina van komkûjiyan ev konferans hate li darxistin.

Derbarê mijarê de Hevberdevka komîsyona zarokan ya partîya demê Îhsan Seylan ji Rojnameya me re axivî.

Roleke mezin a zarokan di pêkanîna “Aştî û Civaka Demokratîk” de heye

Îhsan Seylan daxuyakirin ku di pêkanîna projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” de rola zarokan girînge û wiha got: “Piştî banga Rêber Apo  di 27’ê Şibatê de gelek  xebat li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hate meşandin, lê di civaka me de gelek caran zarok tên ji bîrkirin, daxwaza me bû ku em zarokan bînin bîra civakê û em diyar bikin ku roleke mezin a zarokan di pêkanîna “Aştî û Civaka Demokratîk” de heye. Di vê konferansê de me bi hevre li ser îmkana avakirina aştiyek wekhev, birumet di qada zarokan de û domdariya wan de ava bikin. Di vê konferansê de hemû sazî û dezgeh kom bûn, wê ji bo zarokan gelek kar û xebatê bikin, ji ber ku em hemû şahidê şer û pevçûnên ku li Bakurê Kurdistanê ne.”

‘Şer û pevçûn li ser jiyana zarokan bandor dike’

Seylan diyar kir ku Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gelek şer û pevçûn diqewimin û wiha domand:”   Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi şeran re rû bi rû mane, ev şer ne tenê li ser kêsên bi temen mezin bandor dike lê belê bandorek wan ya mezin li ser zarokan heye. Zarokên ku di şer de jiyan dikin derûniya wan xirab dibe û tirsa ji jiyanê û mirinê bi wan re çêdibe, ev zarok dema ev tundî û şer li ser wan de tê meşandin ji zaroketiya xwe dûrdikevin û ev şer jiyana wan zarokan jî ji destê wan distîne, û bandora wê bi salan li ser zarokan dimîne.

Li Tirkiyê û kurdistanê zarok di nava xizaniyek mezin de jiyan dikin, ji ber wî jî gelek zarok dev ji dibistanê  berdidin û ji bo debara jiyanê, kar û xebatên giran dikin. Herwiha  bandora asîmlasyonê  li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek zêdeye, ev jî dibe sedema ku zarok ziman xwe ya resen a dayîkê ji bîrbikin. ji bo vê jî divê em di çareseriya pevçûna de behsa zarokan bikin, girînge em weke kesên bi temen mezin qadên perwerde ji zarokan re vekin û ji zarokan re rewşa şer şîrove bikin û wan hişyar bikin. Ji ber ku di dema şer de ne tenê şerê çekdarî tê meşandin lê belê şerê taybet û asîmîlisyon tê meşandin, ji bo vê jî perwerde û hişyarî ji zarokan girîng e.”

‘proje ji bo pêşeroja zarokan`

Hevberdevka komîsyona zarokan ya partîya demê Îhsan Seylan axaftina xwe wiha qedand:”Bi navê aştî û civaka demokratîk rola zarokan bû, di vê danîşanê de em bi Rojava re ketin têkiliyê  berya damezrandina Rêveberiya Xweser rewşa Zarokan çawabû û niha çawa ye, li ser wî esasê di pêşerojê de projeyên ji bo xebatên zarokan bên meşandin.

-Li Amedê û tevahiya  Kurdistanê wê sazî û dezgehên girêdayî mafê mirovan werin diyar kirin,  komisyon wê werin erkdarkirin , kimisyona edaletê, perwerdehiyê û xizaniya zarokan wê erkdar bibin û ji bo zarokan kar û xebat bikin.

-Ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê wê kampanya werin lidarxistin, li hemberî asmîlasyonan emê kampanya lidarbixin û konferansa edaletê we were çekirin, ev zarokên ku hatine girtin û niha di zindana de dimînin û yê ku bi dayîkê xwe di zindana de dimînin, wê ji bo wan kampanya werin çêkirin. parstina mafê zarokan wê bi hiquqnasan re were diyar kirin.

-Tevlîbûna zarokan di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, bi vekirina qadên ewle, bi misogerkirina mafê zarokan û raghandina daxwaz û biryarên wan wê were raghandin.

-Armanca me di vê pêvajoya nû de deng û rengê zarokan hebe, em bi zarokan re aştî û civakek demokratîk ava bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)
ROJEV

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)

15/07/2026
‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’
JIN

‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’

15/07/2026
Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e
JIN

Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.