Lîloz Hisên/Qamişlo
Berpirsê Zanistên Civakî Ridwan Mihemed Elî diyar kir ku girêdanek di navbera nameya Rêber Apo û vekirina Fakulteya Zansitên Civakî heye û wiha got: “Rêber Apo dibêje ‘divê Zanîngeha Kobanê di bin fikrê neteweya demokratîk de tev bigere’. Li ser vê xetê me jî dest bi vekirina vê fakulteyê kir.”
Di 29’ê Pûşperê de, di komxebatê de ku li ser felsefeya neteweya demokratîk li bajarê Kobanê hate li dar xistin û piştî silavên Rêber Abdullah Ocalan ji bo zanîngeha Kobanê; di komxebatê de vekirina fakulteya Zansitên Civakî hate raghandin.
Derbarê hûrgûliyên raghandina vekirina fakulteya Zansitên Civakî berpirsê di vî warî Ridwan Mihemed Elî destnîşan kir ku ev zêdtirî salekê li ser vê projeyê kar û xebat têne kirin û wiha got: “Sedema derengmayîna vekirina fakulteyê, ji ber nebûna mamosteyên pispor di vî warî de, lê belê herî dawî mamosteyên pospor hatin amadekirin.”
Ridwan Mihemed Elî tekez kir ku pêwistiyeke pir giring hebû ku zanistên civakî bi zimanê dayikê di perwerdeyan de bê dayîn
‘Fakulte wê civakê ji xwe re esas bigre’
Ridwan Mihemed Elî wiha berdewam kir: “Zansitên Civakî wê bi rengekî resen ku civakê ji xwe re esas bigre bê
dayîn, herwiha felsefeya Netewa Demokratîk ku li her sê zanîngehên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dayîn. Girêdaneke di navbera vekirina fakulteyê û nameya Rêber Apo de heye, Rêber Apo silavên xwe ji zanînghê re şand û dibêje ‘divê zanîngeha Kobanê di bin fikrê neteweya demokratîk de tev bigere’, lewma divê em vê yekê pêk bînin, li ser vê riyê bimeşin û dest bi perwerdeyan bikin.”
Ridwan Mihemed Elî îşaret bi komkujî û paşgukirina ku li ser gelê kurd hatine kirin; kir û wiha anî ziman: “Îro em derfetê bidin Zansitên Civakî da ku pirsgirêkên di nava civakê de çêdibin, analîz û lêkolîn bikin.”
Sîstema fakulteyê
Ridwan Mihemed Elî derbarê sîstema fakulteyê wiha got: “Dê pênc beş di nav xwe de bigire (Felsefe, Zanistên Civakî, Jineolijî, Dîrok û Erdnîgarî) Sîstema hînkirinê dê sîstemek “zanîngeha hevbeş” be. Di du salên pêşîn de, xwendekar bi hev re dersên giştî yên zanîngehê dixwînin. Di salên xwe yên dawîn de ji sala 3 destpê dike ku xwendekar beşê ku bixwaze hilbijêre da ku tê de pisporiya xwe temam bike.”
Wateya Zansitên Civakî
Ew komeke dîsîplînên akademîk e ku têkiliyên di navbera takekesan û civakê de lêkolîn û analîz dikin, şêwazên civakî, aborî û siyasî vedikolin, pirsgirêkên civakî, di nav de erdnîgarî, dîrok, felsefe, siyaset û yên din çareser dikin. Ew rasterast têkiliyên civakî, pirsgirêk û çareseriyên ku ew ji civakê re derdixe holê lêkolîn dike û perspektîfên pêşerojê ji bo pergalên civakî pêşkêş dike.
Hêjayî gotinê Zanîngeha Kobanê di sala 2017’an de hatiye avakirin, beşên zansitî û fakulteya wêjeyî ya zimanê kurdî hebû, bi desrbasbûna salan beşên dîtir lê hate zêdekirin.
Pilanên piştî raghandina fakulteya Zanstên Civakî
Sîstema fakulteyê wê bê temamkirin, weke hilbijartina hevserokên fakulteyê. Amadekirina meteryalan, pilanên dersdayînê wê bêne amadekirin. Qebûlkirina xwendekaran di fakulteyê li gorî pîvanên ku bêne diyar kirin. Danûstendina bi zanîngehên herêmî û navdewletî wê bê kirin weke zanîngeha Bremen.
Sîstemên zanîngehên herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê, çi zanîngeha Rojava, Şerq û Kobanê hevbeş in û bi hev re xebat dikin.
Zanistên civakî berî niha di zanîngeha Kobanê de weke meteryalên zanistên civakî dihat dayîn û hîn jî wê berdewam bin, meterylên ku dihatin dayîn ev bûn (Bingehên Zansita Civakî, Dîrok, Netewa Demokratîk, Jineolojî) her yek ji van meteryalan cuda dihatin dayîn, weke meteryalên giştî di zanîngehê de nav lê tên kirin. Xwendekar di çi beşî de bixwîne wê ev meteryal sabît bin.






