Ayşa Silêman/ Dêrik
Navenda Pargîn a Çand û Hunerê ku yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, di navbera gundê Tepkê û Besta Sûsê yên girêdayî bajarê Dêrikê hatiye avakirin. Armanca Pargîn parastina çand û hunera resen a gelên herêmê ye.
Ji bo lêkolînkirin û belgekirina kevneşopan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Lêkolîn û Parastina Kevneşopa Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Pargîn’ ku girêdayî Desteya Çand û Hunerê ye, di sala 2020’an de li herêma Koçeran di navbera gundê Deşta Sûsê û Tebkê de hatiye avakirin.
Di zivistana sala 2020’an de weke gava destpêkê amadekarina avakirina navenda Pargîn hat kirin, bi demê re çaksazkirin bi alîkariya hijmarek ji keç û xortên herêma koçeran hat kirin. Di destpêka sala 2021’an de navend ji milê cih, endam, perwerde û teknîkê bi keda keç û xortên Pargîn hazir bû. Piştî qedandina perwedeyên fikrî, çandî û teknîkî êdî amadekirin hat kirin da ku dest bi derxistina berheman bê kirin.
Wateya navê Pargîn
Wateya navê Pargîn wek têgîn; Dema mirov kon li cihekî vedidê û derdora kon dikolê da ku wê ji lehiya baranê biparêzê, endamên Pargîn ev nav hibijartin da ku civaka xwe ji qirbûnê biparêzin ji ber ku koçer wek paşmayên çandên resen yên vê herêmê tên dîtin. Heger nehat parastin bi demê re wê qir bibe. Hijmara endamên navenda Pargîn 15 kesin. Di vê navendê de gelek beş hene wek; Beşê teknîkê, kêşan, montac, cil û berg, sînariyo û deng. Beşên lêkolînê rojane kar lêkolîn dikin û bi riya beşê teknîkê belav dikin. Ji ber ku ev wek navendeke lêkolînê ye lewma divê hemû pêdiviyên wan li cem wan hebin.
Kar û xebat Pargîn
Ji ber ku di dîrokê de gelê kurd di qirkirinan re derbas bûne û bê erşîf mane, lewma Pargîn ev bar girtiye ser milê xwe ku hin lêkolîn û erşîfan ji bo kurdan peyda bike û belge bike. Herwiha pêwîstî heye ku kurd dîroka xwe nasbikin, Pargîn netenê ji bo belgekirina lêkolînên nivîskiye, di heman demê de dîmen û mozîkê jî pêşkêş dikin. Ev mozîk jî li gor babeta lêkolînê tê çêkirin. Mînak dema mijar meşik be wê dîmen, lêkolîn û mozîk jî hemû li ser meşkê bin ev yek wê sûdê bide kesê ku lê temaşe bike, him di milê agahiyan de him jî di milê temaşekirinê de. Şêwazê rast ji lêkolînê re pêwîste mirov civakê ji hev cûda bike, da ku destnîşan bibe çawa mirov lêkolînê bike. Ji ber ku civaka kurda ji du beşan pêk tê civaka çandiniyê û ya koçertiyê. Di destpêka mirovahiyê de jiyan hemû bi koçeriyê derbas dibû, piştî şoreşa çandiniyê êdî civakên çandiniyê çêbûn, lê li milê civaka çandiniyê civakên koçertiyê jî heye. Êdî pêwîstî hebû ku Pargîn şêwazên jiyanê yên van çanda bidin destnîşan kirin û amûrên jiyana wan jî. Lewma 41 xelak li ser vê babetê hatin çêkirin, têde amûrên jiyana van civakan û sîstema jiyana wan çiye. Di her xelekekî de stranek teybet bi mijarê heye ji ber ku kurd heya ku bikaribin tiştekî bînin ziman bi mozîk tînin ziman.
Her wiha pargîn dengbêjiya kurdan bi amûr û şêwazekî nû pêşkêş dikin. Pargîn zarokan jî fêrî dengbêjiyê dikin, zarok beşê wan yên lêkolînan jî heye, di dema dawî de nêzî 60 zarokî berê xwe dan gundên xwe lêkolîn li ser dîroka gundê xwe çêkirin ji hemû aliyan ve, di encamê de van zarokan her tişt li ser gundê xwe nas kirin û ev agahî wek lêkolîn û belge li navenda Pargînin. Zarok berê xwe didin Pargîn û li Filmên ku li gorî çand û temenê xwe temaşe dikin.
Berhemên Navenda Pargîn
Navenda Pargîn xwedî berhemên taybet û cûda ye, berhemên wan jî ev in; 41 xelekên lêkolînê li ser alav û şêwazên jiyana civakên li Kurdistanê. Starana Çere, strana Siwaro, strana Peyîzok. Pargîn tevlî du pirojeyên mezin bû, yek ji wan Destana PKK’ê bû ku 8 meha li Pargîn berdewam kir, pirojeya din jî Keziyên Sor ev berhema Hilala Zêrîn bû lê Pargîn 6 mehan tevlî vê berhemê bû li bajarê Qamişlo.
Cil û Bergên Koçeran
Çi cil û bergên ku di cîhanê de tê dîtin ji Kurdistanê derketine, ev yek bi belgeyên dîrokî ye, ji ber ku di kurdistanê de demsalên cûda hene, lê li welatên din 8 meh zivistanin û havîn û buhara wan tevlî heve. Erdingariya Kurdistanê gelek xweş û cûdaye, civakên erdingariya wan bi vî rengî hemû cûreyên cilan li cem wan derdikevin. Cilên koçera finda hemû cila ye, di dîrokê de tê zanîn ku civakên ku sewalan xwedî dikin ew civakên dewlemendin û abûriya wan xurt e, ji ber ku di nav civakê de tengav nabin, heger li cihekî çêre nema dikarin bar bikin û ji cihekî herin yekî din. Ev civak di encama şêwazên jiyana xwe de dewlemend bûn, mirovên dewlemend hertim bandor li dirûv, cil û bergên wan jî bide, hertim cilên bi qîmet û xemilandî li xwe dikin. Pargîn parçeyek çaw li cem heye temenê wê vedgere 300 salî, navê wî şapik e ji mûyê bizina Çûr çêbûye, dema mirov li wî şapikî dinêre rengê sor serdestê, koçer ji rengê sor hezdikin ji ber ku rengê kuristanê sor e, çiqasî mirov parçeyên çaw hilîne nikare 300 salî biparêze, ev şapik bi pisporî hatiye çêkirin dema mirov lê dinêre mirov dibêje qey nû ji fabrîqê derketiye.
Pirojeyên dema pêş
Pargîn hertim di nav kar û pirojeya deye lewma gelek pilanên wan ji bo dema pêş hene ji wan ev in; Hazirkirina Belgefilmekî li ser Çiyayê Qereçox, ji ber ku gelek çîrok li ser çiyayê Qereçox hene da ku ji civakê re zelal bibe. Di heman demê de berhemek Pargîn wê di demek nîz de derkeve kilîpek li ser govenda zarokaye, nirxekî pargîn yê herî pîroz heye ew jî Şehîd Tekîne, pêşengê vê tevgerê ku bi sala ked daye û dostê navenda Pargîn bû ku hertim di şevbuhêrkên dengbêjiyê de hazir dibû. Pargîn berhemek li ser çêkiriye, di milê dîmen û dîtbariyê de bidawî bûye tenê beşê mozîkê maye. Her wiha di milê zarokan de navenda Pargîn hewil didin 360 mamikên zarokan çêbikin ku bi devê wan were gotin, nêzî 150 mamik hazirin niha kar berdewame da ku hijmar temam bibe. Di heman demê de navenda pargîn haziriyaê dike da ku qevdek lîstokên mezin û piçûkan ku zarok dilîzin amade bikin, her lîstokek şîroveya wan di hemû aliyan de heye.
Astengiyên ku rastî Pargîn tên
Her tim mirov xwedî hêviye û xwesteka pêkanîna wan hêviyan dike, pargîn gelek piroje li pêşiya wêne lê rastî hin astengiyan tê heya ku bikaribe pirojeyan bidawî bike. Lewma pargîn hêza çareseriyê di xwe de peyda dike, heger ji destpêkê ve endamên pargîn gotiban ew ê çawa xaniyekî ji kavilan ku berî 20 salan kes têde jiyan nekiriye avabikin û wê berê xwe daban bajar li avahiyekî biceh bûban û salek neqedaban wê sazî hatiban girtin ji ber ku wê nenêzî rijhê pirojeya wan ban. Astengiya ku navenda Pargîn dibînin peydakirina mirovên ku werin li ser babetan şîrova bikin, ev yek li cem mirovên temen mezin tenê heye, lê ji ber hatina qonaxa korona ev yek bû astengî li pêşiya wan ku gelek ji van kesên dewlemend bi agahiyan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de Pargîn rastî pirsgirêkên abûrî tên ji ber ku tu kes destekî nadê wan di vî milî de, ji ber ku di roja îro de huner bi derfetên piçûk çênabin, pêwîste hinekî rê li pêşiya wê vebe. Gelek efsaneyên evîniyê hene pêwîste bibin belgefilim lê ev piroje di cihê xwe de mane, ji ber kêm derfetiyê. Astengî ew e ku mirov bixwe xwe pêş naxin yanî navendek bi vî rengî pêwîste mezin bibe û berfireh bibe, ji ber ku heger navendekî xwe mezin nekir wê demê pêwîstî pê nîne, pêwîste pargîn li Hesekê, Qamişlo û Kobanê hebe û di heman demê de li Tebqa û Reqa jî hebe da ku her netewek çanda xwe pêşkêş bike û biparêze.