Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nedîm Seven: Demeke nû ya têkoşînê destpê dike

28/05/2025
in POLÎTÎKA
A A
Nedîm Seven: Demeke nû ya têkoşînê destpê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Delegeyê Kongreya 12’emîn a PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku divê êdî tevlîbûneke rast li Rêber Apo bê kirin û got, bi kongreyê re pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kiriye.

Nedîm Seven anî ziman ku di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, wan kongreyek pêk anîn û hemû hevalan bi îradeyeke mezin dilsoziya xwe ya bi biryarên Rêber Apo re nîşan dan, ji niha û pê ve jî weke kadroyên kevneşopiya Apoyî wê bi biryar bin ku di vê xetê de bimeşin.

Nedîm Seven di şexsê kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de şehîdên têkoşîna azadiyê hemû bi bîr anî û anî ziman ku ew derbasî nava pêvajoyeke dîrokî bûne.

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku kongre asteke dîrokî ye û got, “Ev yek tenê dawiyek nîne, di heman demê de ew ast e ku danheviyên şoreşgerî derbasî qonaxeke nû ya civakî û siyasî tê kirin.”

Seven destnîşan kir ku di dîroka têkoşînê ya 42 salan de PKK ne tenê weke rêxistinekê, di heman demê de weke amûreke veguherîna civakî bê nirxandin û got, “Eger PKK tenê weke partiyekê bê nirxandin wê kêm be. Nirxên şoreşgerî yên hatin afirandin, dînamîkên azadiyê û têkoşîna bi pêşengiya jinê danheviyeke welê afirandin ku dikarin rê nîşanî sedan salan bide.”

Seven bi taybetî bal kişand ser tevgera azadiyê ya jinê û got, “PKK’ê xeteke welê destnîşan kir ku bi pêşengiya jinên Kurd li dijî her cûre koletiyê têdikoşe. Ev yek ne tenê li Kurdistanê, bandor li tevahiya cîhanê kir.”

Têkildarî nîqaşên li ser têkoşîna çekdarî jî Seven anî ziman ku ev rêbaz di cewhera paradîgmaya Apoyî de nîne, lê belê di şert û mercên demê de neçarî bû û got, “Li hemberî me avaniyeke netewe dewletê, faşîst û modernîteya kapîtalîst hebû. Berxwedana çeekdarî di nava wan şert û mercan de mecbûrî bû. Lê belê em niha derbasî nava demeke nû dibin.”

Seven diyar kir ku di kongreyê de rexnekirin û rexnedayin bi berfirehî hatin nîqaşkirin û got, “Pirsên li ser, ‘Ev veguherîn çima bi derengî hate kirin, çima guherîn bi zehmetî pêk hat’ bi rengekî ji dil hatin nirxandin. Rabirdû hate nirxandin û berpirsyariyên ji bo dema nû hate diyarkirin.”

Seven destnîşan kir ku wezîfeya ji niha û pê ve ya wan kadroyan e ku mîrateya şoreşgerî ya PKK’ê bi perspektîfa sosyalîst û demokratîk a nû ragihîne. ANF

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.