Hemza Sêvo/ Qamişlo
Parêzer Mihemed Emîn Meimo diyar kir ku nameya Rêber Apo ya 18’ê Gulanê xwedî giraniyeke mezin bû û got, “Eger dewleta Tirk gavên cidî neavêje wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser nekeve, ev yek jî wê bihêle ku PKK’ê dîsa vegere têkoşîna çekdarî.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo dabû destpêkirin, hîna domdar e, aliyên siyasî û tevgerên Kurdî li sernaserî Kurdistanê ji bo wê bi pêşengtiya Rêber Apo kar dikin. Di vê çarçoveyê de, PKK’ê gaveke cidî li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêt û kongreya xwe ya 12.emîn li dar xist, piştî wê Heyeta DEM- Partiyê di 18’ê Gulanê de nameyek ji bo domandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da. Dewleta Tirk ruxmî van gavavêtinên ku Rêber Apo, PKK û hemû tevgerên siyasî ji bo pêvajoyê tevdigerin, hîna gaveke cidî neavêtiye. Derbarê heman mijaran Parêzer Mihemed Emîn Meimo ji rojnameya me re axivî.
‘Eger dewleta Tirk gavan neavêje, pêvajo bi ser nakeve’
Mihemd Emîn Meimo destnîşan kir ku eger dewleta Tirk gavên cidî neavêje wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser nekeve û wiha got: “Em dizanin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga Pêvajoya Aştî û Civaka Demokartîk da destpêkirin, tevahiya civakê roja 27’ê Sibatê nameyek ji Rêber Apo girt. Banga Rêber Apo ya aştî û civaka demukratîk ji bo gelê Kurd û Tirk di vê qonaxa heyî de gaveke dîrokî bû. Ev gav piştî têkoşîna 52 salan hat encamdan, têkoşîneke tijî ked û westandin bû. Rêber Apo banga aştiyê kir, lê hin merc hebûn, divê hikumeta Tirkiyê mercan bi cih bîne, ji ber ku pêkanîna mercên heyî bingeha pêşveçûna pêvajoyê ye. Kongreya PKK’ê li ser daxwaza Rêber Apo hat lidarxistin, lê piraniya aliyan bal kişandin ser danîna çekan, bi vî rengî dixwazin PKK’ê çekan deyne û bibe armanceke hêsan ji dewleta Tirk re. Lê ev yek nabe, di kongreyê de jî, hin mercên bingehîn ji bo meşandina aştiyê û danîna çekan hatine xuyakirin. Di serî de bi navbênkariya civaka navnetewî pêvajoya danîna çekan were pêkanîn. Herwiha mafê Kurdan di nava destûra Tirkiyê de bê bicihkirin, di heman demê de divê dewleta Tirk şerê çekdarî rawestîne.”
‘Nameya Rêber Apo ya 18’ê Gulanê, xwedî giranbûneke mezin bû’
Meimo diyar kir ku nameya Rêber Apo ya 18’ê Gulanê xwedî giraniyeke mezin bû û wiha domand: “Em dizanin ev zêdeyî 10 rojane ku Kongreya 12’an a PKK’ê li dar ketiye, lê hîna gaveke berbiçav ji hêla dewleta Tirk ve nehatiye avêtin û êrişên Tirkiyê berdewam in. Tevgera Azadiyê ne ji lawazbûnekê şer rawestandiye, lê belê li ser doza Rêber Apo gav avêt, PKK’ê ne lawaz e, armanc aştî û demokrasî ye, eger dewleta Tirk gavên cidî neavêje, pêvajo bi ser nakeve û wê PKK’ê dîsa dest bi şerê çekdarî bike û bi hêzeke mezintir têbikoşe. Nameya Rêber Apo ya 18’ê Gulanê, xwedî giranbûneke mezin bû ji bo gelê Kurd û Tirk, herwiha axftinên nirxdar kirin. Tê de hat egeriya rawestandina şer hat dîtin, bi mercê ku mafê Kurdan mîna yê gelê din di destûrê Tirkiyê de bê parastin û hemû gel bi hev re jiyan bikin. Rêber Apo rêberekî dîrokî ye, ji ber ku wî gelek zehmetî û êş bi dirêjahiya 52 salan dît, tevî wiha jî bû avakarê aştî û demokrasiyê, keda xwe xist xizmeta gelê Kurd û gelê Tirkiyê.”
‘Dayîna mafê Kurdan, cidiyeta Tirkiyê ji bo pêvajoyê diteyîsîne’
Parêzer Mihemed Emîn Meimo tekez kir ku eger dewleta Tirk mafê gelê Kurd bide, wê cidiyeta wê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bide xuyakirin û wiha axivî: “Di Kongreya 12’an de, PKK’ê diyar kir ku ew ê bikevin qonaxeke nû ya têkoşînê, tiştekî tekez e ku li ser vê bingehê jî wê pêvajoyke nû dest pê bike. Pêkanîna banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê gelek guhertinan li hundirê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Nêzî 80 melyon kes li dewleta Tirkiyê dijî, piraniya gelan hikumeta Tirkiyê û siyaseta wê napejirînin, ji ber ku paşguhkirinek ji wan gelan re heye, ev yek jî dihêle qelsbûnek û gelek astengî ji bo dewletê çêbibe. Niha em bendewar in ku dewleta Tirk mafê Kurdan di destûra nû de bi cih bike, weke mafnas jî em tekez dikin ku bicihkirina mafê gelê Kurd esasê her tiştî ye, pêkanîna vê yekê cidiyeta dewleta Tirk ji bo meşandina pêvajoya aştiyê dide xuyakirin. Eger ev merc pêk were wê mafê gelê Kurd mîna mafê Tirkan di destûra nû de bi hevbeşî bijîn, hem jî rewşa Tirkiyê bikeve qonaxeke nû, wê gelê Kurd ji wiha bêtir tevlî xebata siyasî, civakî, çandî û hwd… bibin, bi vî hawî wê gelê Kurd di Tirkiya nû de bibin xwedî rol.”