Thursday, May 29, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Keça 3`ê salî saxî tê kewandin

28/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale 

Di sedsala 21`emîn de li Sûriyê buyereke ku her kes matmayî kir, qewimî. Gelo em çima balkêş dimîn in? Ji ber em di buyereke wisa de derbas nebûne yan jî me nedîtiye û cara yekemîne ku em dibihîzin. Cinsiyetparêzî bi civaka Minbicê re gihîşte asta herî xeter. Qurbaniya wê ne tenê yek jin e, kuştina jin gelekî asayî bûye û deng jêre nayê kirin. Eger bav keça xwe dixe nava ava kelî û wê dikewîne, sibe wê gelek jin di buyerên wiha re derbas bibin. Dibe ku jin ne tenê bi destê bav were kuştin, hevjîn, bira û kur jî jinê dikujin. Hemû nêzîkatiyên civaka zayendperest di bin navê ol de têne kirin. Jinên li ser zagona eşîreta xwe nemeşin, li gorî wan diyar kiriye tevnegere, cil û bergên wê ne li gorî wan bin, ew ê bi riya rêûresmên eşîretê were ceza kirin. Ji xwe cezakirina mêr a ji jinê re hatiye rewa kirin, ne oldar û ne jî zagon nêz dibin.

Di navbera bav û dayîka keça biçûk a 3`ê salî pirsgirêk derketine û têkiliya xwe bi dawî kirine. Bav dizewicê û ew li gel jina bavê xwe dimîne. Sedema bav keça xwe di ava kelî de dişewitîne û dikuje nediyare, lê belê em girîngî nedin vê yekê. Ji xwe bavê ku keça xwe ya 3 salî dikuje hesab jê nayê xwestin çima wisa kiriye. Eger em bipirsin çima wiha kiriye, wê demê em dixwazin hincetan ji kiryarên wî re bibîn in. Bi kurtasî ew mêrekî cinawir e û ji mirovahiyê dûr ketiye.

Li beramberî vê buyerê dibe ferd û civak li xwe vegerin, em destpê bikin zîhniyet û ruhê xwe analîz bikin, ji xwe bipirsin gelo em çawa dijîn heyanî ku buyerên wisa di civakê de çêdibin. Ev mêrê ku keça xwe ya 3`ê salî bi awayekî hovane kuştiye berhemê zîhniyeta zayendperestiyê ye. Bi vê bûyerê re dawî li kuştina jin nayê û rojane jin têne kuştin. Ev keça biçûk çi guneh kirine ku mîna çaxa navîn saxî di ava kelî de were kewandin. Rêbazekî ku engîzasyonên Dêrê li hemberî jinên zanyar daye bikar anîn li ser vê keça 3`ê salî jî hatiye meşandin.

Rê û rêbazên nêzîkatiyên me yên ji van buyeran re gelo rast in? Em sosret û xemgîn dibin, ditirsin û hewl didin neghîjin rewşa ku ji ber namûs û şerefê werin kuştin an jî bibin qurbana nakokiyên di navbera dayîk û bavên xwe de. Lê belê ev ne çareserî ye û dawî li van buyeran nayê. Tu çiqasî bitirse, bigrî, xwe biparêze mêr dev ji te bernade. Kengî mêr aciz bibe wê hemû kerba xwe di serê dayîk, hevjîn, keç û xwişka xwe de derbixîne. Civaka cinsiyetparêz ev yek asayî kiriye, jin jî behest nêzî dibe, di vê rewşê de zêdetirî xwe bihest nêz dibe, yan tehemul dike yan jî direve û gelek jin jî ji ber vê yekê dawî li jiyana xwe tîn in. Mixabin em çiqasî ji vê heqîqeta heyî birevin wê dîsa li pêşiya me derbikeve.

Post Views: 41
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da
NÛÇE

 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.