Dilyar Cizîrî
Bi destpêka êrişa çekdarên HTŞ’ê li Helebê û şerê wê li dijî hêzên Artêşa rêjîma Esed û heta niha piştî hilweşîna rêjîma berê ya Sûriyê gelek dîmenên ku çeteyên DAIŞ’ê beşekî êrişê ye diyar bû. Bi Ketina rêjîma Esed re, ev hîn zêdetir diyar bû, ji Perava Sûriyê biger, heta Heleb û Şamê alên DAIŞ’ê li gelek cihan hate dîtin. Ev dîmen heta niha jî gelek caran têne parvekirin.
Li gelek cihan jî di şahiyên lidar dixistin jî aşkere ala DAIŞ’ê beriz dikirin. Dibe ew dîmen ne bi ferman û gotina rayedarên HTŞ’ê bê yî erêkirina wan dihate bikar anîn. Heger bi ya wan be, ev metirsiyeke mezin a li ser tevahî gelê Sûriyê ye, heger ne bi erêkirina fermandaran be, ev jî asta belavbûna çeteyên DAIŞ’ê û xwe bicihkirina di nava hikûmeta nû de diyar dike. Ev jî tê wateya hikûmeta nû lawaze û nikare di hindir de guhertinekê pêk bîne. Ji Sûriyê û bi taybet di rewşa heyî de hikmetek ku rayedarên wê bê hêz bibin, wê civaka wê berdêlên mezin bide. Tişta li Sûriyayê niha dibe jî ew e. Li Perava Sûriyê bi dehezaran kes hatin kuştin, li deverên Durziyan wekî Siwêda, Ceremana û deverên din jî komkujiyên pêk hatin, isbat dike, destê DAIŞ’ê di Sûriyê de gelekî bi hêz bûye.
Di heman denê de piştî hilweşîna rêjîma berê ya Sûriyayê êrişên şaneyên DAIŞ’ê li Sûriyayê zêde bûne, bi taybet li herêmnê di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Ev bi xwe jî nimûne û isbateke din ku hikûmeta HTŞ’ê di hindir de wê nikaribe li dijî DAIŞ’ê şer bike. Ev rastî li ber çavan e û êdî tu kes nikare ji vê rastiyê bireve. Lê carde jî Amerîka û welatên Ewropa dixwazin hikûmeta HTŞ’ê cihê xwe di şerê li dijî DAIŞ’ê de bigre.
Tevî ew asta têkiliya berê ya bîrdozî di navbera DAIŞ’ê û HTŞ’ê de dizanin, dibêjin ew ê derfetên bidin hikûmeta nû ya Sûriyayê ku şerê xwe di cihê DAIŞ’ê de bigre. Hikûmeta HTŞ’ê jî hin dîmen û qaşo belgeyan belav dikin ku hêzên wan li dijî DAIŞ’ê êriş li hin cihan pêk tîne. Ev ne mumkine pêk were û Ebû Mihemed El-Colanî şerê DAIŞ’ê bike. Ew dîmen û nûçeyên têne belavkirin ku ew li dijî DAIŞ’ê çakaliyên pêk tînin.
Tu kes ji îdayên desthilata HTŞ’ê bawer nake ku ew şerê li dijî DAIŞ’ê dimeşîne. Hêza wan jî têrê nake ku raya giştî bi riya ragihandina xwe bixapînin. Lê diyare hêzên navdewletî dixwazin guhertinekê li Sûriyayê pêk bînin. Ji ber wê ihtîmalek mezin ev sedema sereke ya ewqas pêşketina tevgera DAIŞ’ê ya di herêmê de ye. Wer xuya dike di demên pêş de wê pêwistiya herêmê bi tekoşîneke mezin a li dijî DAIŞ’ê heye. Dibe kowalîsyona li dijî DAIŞ’ê xebatên xwe ya di Sûriyayê de bixe qonaxeke din a tekoşînê. Wê demê hikûmeta HTŞ’ê mecbûre nerînên xwe bidin guhertin. Heger nikaribe wan guhertinan pêk bîne. Wê demê dawiya wê nêzîktir dibe.