Thursday, May 29, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê binpêkirin, metirsî û kiryarên dagirkeriyê didomin

28/05/2025
in ROJEV
A A
Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê binpêkirin, metirsî û kiryarên dagirkeriyê didomin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Bi rêkeftin û guhartinên ku di asta Sûriyê de pêk hatine, gelê Kurd di Efrînê de hê jî di atmosfera tirs û gefan de jiyan dike. Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo tekez kir ku li Efrînê komên çeteyan binpêkirin û kiryarên dijmirovî berdewam dikin.

Rewşa Efrîna dagirkirî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan ve, ji 7 salan û heyanî niha tu guhartinên erênî çênebûne û komên çeteyan bi heman zihniyet û hovîtiyê kiryarên xwe li ser gel dimeşînin. Bi guhartinên ku di Sûriyê de hatine dîtin û nêzîkatiyên di navber QSD û Hikumeta Şamê de hatine dîtin re, atmosferek ji aramî û vegera gelê Efrînê ya bi darê zorê ji 7 salan ve koçber bûye hate teysandin. Ji lewra beriya derketina biryareke fermî ku heyanî niha jî li ser vegera bi ewle di navbera her du aliyan de nehatiye lihevkirin, beşek ji gelê Efrînê serbixwe piştî 7 salan vegeriyan cih û warên xwe.

Lê belê; komên çeteyan weke her car ev yek bikar anîn û dest davêjin kesên ku vegeriyane ger demkî be yan demdirêj be. Di van demên dawiyê de gelek kes hatin girtin û revandin ku ji wan bace tê xwestin, her wiha piraniya malbatên ku vegeriyane nikarîne mal, zevî û zeytûnên xwe bidest bixin, da ku bidestbixin jî ji wan baceyek mezin bi dolar tê xwestin. Ev yek jî ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye ve rojane tê belgekirin.

Herî dawî komên çeteyan bi hinceta danûstandin û karkirina bi Rêveberiya Xweser re gelek kes û bi taybet ciwanên Efrînê hatine girtin. Li gorî belgeyên ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye ve hatine kirin. Ciwanê bi navê Reşîd Kêlo (35), Janyar Kêlo (25) û dayîka wan Zekiye Kêlo ku li Til Rifetê bi hinceta danûstandina bi Rêveberiya Xweser re hatine girtin. Her wiha Ciwanê bi navê Mihemed Osman (35) ji Gundê Erendê ye li navenda bajêr bi heman tewanê hatiye girtin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev serdegirtinên ku tên kirin ji aliyê hêzên bi navê hevpar yên (Emşat û Hemzat) ve tên kirin.

Girêdayî rewşa dawiyê ya herêma Efrînê û kiryarên çeteyên ku di derheqê gelê resen de tên kirin Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo ji Rojnameya me re axivî.

‘Derketina xelkên biyanî ji Efrînê, metirsiya guhartina demografîk qels kir’

Îbrahîm di destpêkê de da zanîn ku derketina xelkên biyanî yên Ereb ji Efrînê metirsiya guhartina demografîk kêm kir û wiha got: “Piştî hatina desthilata nû ya Sûriyê, me dît ku gelek guhartin hatin çêkirin. Bi taybet di aliyê vegera gelên ku bi sala ye ji bajar û warên xwe koçber bûne; karîn di vê demê de vegerin malên xwe. Bi tayebt ji bo Efrînê hejmarek mezin ji xelkên ku piraniya wan ereb bûn, vegeriyan bajar û herêmên xwe. Em dizanin ku Efrîn ji dema dagirkirinê de rû bi rûyê guhartina demografîk re dima ku hejamara nifûsa gelê Kurd pir kêm ma bû. Vegera welatiyên Efrînê ji bona cih û warê xwe û bi hejmareke mezin gavekî erênî ye, lê pêwîste ku gelê Efrînê bi rengekê ewle vegere cih û ware xwe û xwe biparêze û bi rêxistin bike.

‘Binpêkirin, kiryar, metirsî û sûcên dijmirovê berdewam in’

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku kiryarên çeteyan bi taybet yên aborî li ser gelê vegeriya ye tê meşandin û got: “Binpêkirin di hundir Efrînê de nehatine rawestandin, bi taybet piştî vegera hin malbatên koçber ku dixwazin êdî li warê xwe jiyan bikin. Ev yek bi taybet di aliyê xwestina bace, zeyt û zeytûnan de tê kirin. Ev kiryar ji aliyê Ofîsa aborî ya firqeya Hemzata ve tê kirin her dem dengên xwe li ser giropêm Whatsappê rêdikin û dibêjin “Bila gelê resen bacê bide, ger nedin emê bi darê zorê ji wan bistînin an jî berhem û zeviyên wan bidin kesên din” da ku mal û milkên gel ji destê wan neçin, neçar dimînin ku pereyên pir bidin û xwe ji gefên wan biparêzin. Her wiha li piraniya gundan jî malên gel radestî wan nehatine kirin”.

Bace feriz kirin û girtina gel

Îbrahîm di axaftina xwe de ev bûyer anî ziman: “Hemwelatiyek ji Gundê Ûmer Simo beriya demekê ku piştî 7 salan vegeriyabû gundê xwe, komên çeteyan gotibûn bila baceyê bide, lê derfetên wî nîn bû ku niha bide, gotiye ezê piştî mewsima zeytûnan bidim. Lê di dema komkirina pelên rezan de ew ji aliyê giropên çeteyan ve hate îşkencekirin û lêdan, da ku pereyan bide. Hin kesên din jî hene ku rewşa wan ne zelal e. Hejmarek mezin ji gelê Efrînê di zîndanan de ye û tu biryar derheqê wan de nehatiye standin. Qaşo wê bi berdêla di navbera HSD’ê û Ewlekariya Giştî de bên berdan, lê heya niha jî tu çareserî nehatiye danîn”.

Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pirsgirêk, tevlîhevî û kiryar hê jî nehatine sekinandin û ew bi hêvî ne ku ev rewş bi riya diyalogê di navber her du aliyan de bê çareserkirin, da ku gel bi vegerke bi ewle û rûmet here ser cih û warê xwe.

Post Views: 42
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da
NÛÇE

 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.