Farûk Sakik
27’ê Sibatê Rêber Apo bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêngaveke dîrokî dest pê kir.
Piştî vê bangê Kurdan dest bi serdemeke nû ya guherîn, veguherîn û ji nû ve avakirinê kirin.
Ev yek ji aliyê dewletê ve jî hatiye qebûlkirin. Ji aliye herdû aliyan ve gav tên avêtin. Em van gavan wek gavên ber bi aştiyê ve bi nav bikin. Peyva aştiyê peyveke pîroz e. Zehmet e. Dem dixwaze. Di derûniya aliyan de guhertinek nû çêdike. Roj-salên şer bi êşbûn e. Ji bo saxkirin û dermankirina van birînan wext-sebir û zimanek bi baldar dixwaze. Di her axaftinê de dibe ji bo ku ew birîn careke dina êş nede dil û mejiyê mirovan, hesasiyetiyek hebe. Ji peyvên ku aliyê dina dêşîne mirov dûr bisekine. Lê dewlet ji destpêkê de, tenê bi du saxkirina birînên aliyê xwe ketî ye. Hin birînên ku wan di hişmendiya civaka xwe de çêkiribûn, dixwestin sax bikin. Dermanê wan jî gotinên ‘terora Kurda’ bû. Her wek Kurdan di dîroka sed salî de zilmeke mezin li Tirkan kirine. Ew ji cih û warên wan koçber kirine, gundê wan şewitandine, li Roboskê 35 zarokê wan kuştine, 12 hezar windahiyên wan yê bê aqûbet hiştine, zimanê wan qedexekirine, di dema şer de çekên kimyasal bikaranîne û gelek tiştên dinan. Navê tedaviya xwe jî ‘Tirkiyeyek bê Teror’ binavkirine.
Rast e! Wan tiştên ku me li jor rêzkir hemû kiryarên terore bûn. Kîjan hêzan ev pêkanîbû ku îro şûnde soz bide wê pêk neyne, wê Tirkiyeyeke bê teror were avakirin. Kurdan ji vana yek jî pêkneaniye. Ji bo vê yeke ev tesbît ji bo Kurdan ne rast e. Rêber Apo li ser navê Kurdan şansekê dide aştiyê û dibêje ji bo saxkirina birînan pêdivî bi ‘nexweşxaneyekê’ heye. Ev nexweşxane aşitiyê. Ev nexweşxane neyê avakirin, wê birîn neyên dermankirin û wê birînên nû peydabibin. Navê vê nexweşxanê bila ‘bi tenê saxkirina birînên berê-Terorsuz Tirkiye’ nebe. Em navê ‘aşîtî û saxkirina birînên herdemî’ lê bikin. Rêber Apo di axaftinek xwe ya bi heyeta Îmrali re bersivek weha dide pirsa, civak ji gotina ‘Tirkiyek bê teror’ acize; Hûn jî bibêjin ‘Tirkiyeyeke demokratîk’. Ha li vê derê nabêje ser raboriya salên reş biruxînin û werin em rupelek nû vekin. Na, dibê je “di vê rûpela nû de, ew birînên berê jî wê çawe werin dermankirin jî cîh bigirin.” Divê civaka Kurdan van gotinên Rêber Apo esas bigirin.
Tiştek dinan ku di civakê zêde tê meraqkirin anjî nayê qebûl kirin; teslîm kirina çekaye. Du alî şer bikin û rojek jî di aştiyê de biryar bigirin, divê şertên herdu aliyan wekhev be. Heger bi tenê şertên aliyekê were cîh, tê wateya aliyek biserketî. Aliyek bi ser keve êdî navê pêvajoyê aşitî nabe.
Lê herdu aliyên ku şer kirî tu aliyek biserneket û îro aşitî pêk tê. Anjî ji bo aşitiyê pêvajoyek destpêkiriye. Şertên herdu aliyan yek e. Bi kurtasî herdu alî çek datînin û yek li ser yekî nikare bide ferzkirin. Di aştiyê de şer disekine û pêdivî bi çekan namîne. Çek li dîwara daliqandî dimîne û dûa dikin dibêjin: ”xwedê tu carek din vî çekî ji vî dîwarî neyne xwarê”
Çek-sîleh, her çiqas sar be, reş be, êş be jî, ji bo Kurdan pîroz e. Were bikaranîn jî û li dîwar daliqandîbe jî. Bila tu kes hewil nede û destdirêjiya nirxa pîroz neke. Ji xwe em bawerin, wê Rêber Apo destûr nede vê niyeta wan a xirab.