Ronaz Silêman/Qamişlo
Hevserokê Şaredariya bajarê Qamişlo Istêfo Mesûd diyar kir ku; ancax paqijiya bajar bi hevkariya di navbera civak û şaredariyê de pêkan e. Her wiha Mesûd bal kişand ser girîngiya belavkirina çanda paqijiyê û got ku; paqijî asta pêşketina gelan diyar dike.
Parastina paqijiya bajêr erka her kesî ye. Paqijî exlaq û çanda civakê ye. Çawa ku welatî parastina paqijiya malên xwe dikin, divê di heman demê de parastina paqijiya kolanên bajarê xwe jî bikin. Çendîn şaredarî paqijiyê li xwe bigire, ancax bi hevkariya bi gel re çêbibe. Berovajî wê jî, dewamkirina diyardeya avêtina çopê. Paqijî ji îmanê ye.
Pênaseya paqijiyê
Paqijî çand û şêwazeke jiyanê ye ku em bi rêya komek kevneşopiyên saxlem ên ku em rojane pêk tînin digirin, da ku tenduristiya xwe wekî takekesan û ewlehiya jîngeha li derdora misoger bikin.
Parastina paqijiya jîngeh û derdora me ji çend aliyan ve pêk tê. Ji perspektîfa mirovan e ku divê her ferde vê civakê hewl bide ku jîngehek paqij û bê qirêjî ava bike. Hevkarî û dilsoziya kesan bi jîngeha xwe re, hewaya paqij, axa çandiniyê û ava vexwarinê tê bidestxistin. Divê her kes xwe ji bîr nekin û kesên derdora xwe bi qirêjiya bajêr û jîngehê sûcdar nekin. Bi hev re, em dikarin jîngeha xwe biparêzin û bi erkên xwe yên li hember wê rabin û nepirsin ka kî berpirsiyar e. Eger her kes dora mala xwe paqij bikira, wê her bajar paqij bimaya. Paqijî xweşik e, lê çiqas mezin e gava ew di hişê me de be. Jiyana te bi qîmet e, wê qirêj neke û nexe xetereyê.
Divê rêz ji keda xebatkarên paqijiyê re were girtin
Pêwîste keda xebatkarên paqijiyê yên ku paqijiya welat û bajarê me bê westandin diparêzin, ji bona her kesî, cihê rêzgirtinê be.
Girîngiya paqijiyê
Paqijî yek ji wan hêmanên herî girîng û stûnên jiyanê ye ku ji bo mirovan pir pêwîst e. Ew tê wateya parastina tenduristiya laş, giyan û jîngehê ji ax, mîkrob û nexweşiyan. Paqijî kesayetî, tevger û cihê mirov di civakê de nîşan dide. Her kes rêzê ji mirovê paqij re nîşan dide û cihê bawerî û qîmetê ye. Xwe rihet, bextewar û ji xwe bawer hîs dike.
Derbarê kar û xebatên paqijiyê li bajarê Qamişlo, hevserokê Şaredariya Gel a bajar Istêfo Mesûd ji Rojnameya me re axivî.
‘Her kes xwe berpirsyarê paqijiyê nabîn e’
Istêfo Mesûd diyar kir ku rojane paqijî li bajêr tê kirin û wiha got: “Li bajêr her roj ji sibehê ve xebatên paqijiyê ji aliyê karmendên paqijiyê ve tê destpêkirin û tax bi tax qirêjî tê rakirin, li kêlek wê jî bazar rojane û bi taybet riyên sereke yên ku çûn û hatina wê zêde ye tên paqijkirin. Li taxan jî erebe ji heftiyê zêdeyî 5 caran digerin û qirêjiya di çopgehan de radikin. Xebatên paqjiyê jî li ser beşê sibehê û piştî nîvro tê dabeşkirin. Lê tevî xebatên rojane jî, hîna pirsgirêka paqijiya bajêr berdewam e, ji ber ku em hîna negihane asta ku her kes xwe berpirsyarê paqijya kolan û derdora xwe bibîne, lewra gelek zehmetî di vî warî tên kişandin, ev ji derveyî ku bajar mezin e û xebatekî mezin jêr pêwist e”.
‘Barê xebatkarên paqijiyê bi belavbûna çanda paqijiyê sivik dibe’
Mesûd da zanîn ku bi têghiştina çanda paqijiyê re barê giran ê li ser xebatkarên paqijiyê tê rakirin û wiha dewam kir: “Her çiqas çanda paqijyê bê belavkirin ewqas barê giran li ser xebatkarên paqjiyê sivik dibe û qirêjî ji holê radibe. Tevî ku çopgeh li hemû taxan hatine danîn, lê hîn jî hinek hene çopê derdorê belav dikin, di heman demê de demên hatina erebeya paqijiyê diyar e, lê xwe pabendê wê yekê nabînin. Ji ber ku hîna jî çanda paqijiyê di nava civakê de hîna kêm e”.
‘Rojane 300 ton qirêjî ji bajêr derdikeve’
Mesûd eşkere kir ku rojane nêzî 300 ton qirêjî ji bajêr derdikeve û wiha anî ziman: “Rojane nêzî 300 ton qirêjî ji bajarên mezin derdikeve. otombêlên kar bi hemû hêza xwe dixebitin. Em jî her di nava hewldana belavkirina çanda paqijiyê de ne ku civak alîkariya me neke, paqijî pêk nayê”.
Mekanîzmeya kar
Mesûd diyar kir ku li bajarê Qamişlo nêzî 250 karkerên paqijiyê hene û ev tişt zêde kir: “33’ê alavên veguhestina qirêjiyê li bajarê Qamişlo hene, ew jî çap, terktor û hawiyatê çopê ne. Her wiha nêzî 250 karkerên paqijiyê hene, ev aliyat jî her roj 16 seatan kar dikin. Dema pirsgirêk bi aliyatan re çêdibin, ew jî dibe zehmetî, li pêşiya xebatên paqijiyê. Civîn ji bo mijara paqijyê ji gel û meclisên bajêr re tên çêkirin, di van civînan de hişyarî li ser çanda paqjiyê tê kirin”.
‘Paqijiya bajar ji pêşketina gel e’
Istêfo Mesûd axaftina xwe wiha qedand: “Paqijiya bajar ji pêşketina gel dest pê dike, berpirsyartî ne tenê ya şaredariyê ye, berovajî wê divê gel jî bi me re alîkar be, bi diyarkirina dema avêtina çopê pabend bin û çopê di cihê diyarkirî de bavêjin, ji bo qirêjî li derdora çopgehê belav nebe”.