Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevpeymana Syeks Picot bandoreke mezin bi giştî li gelên herêmê kir, gelê kurd ji gelên ku herî zêdetir êş kişand û heta niha bandora peymana kolonyalîst di hemû warên jiyanî aborî, siyasî û çandî de berdewam e.
Peymana Sykes Picot peymaneke veşartî bû û di sala 1916’an di navbera Îngiltere û Fransayê de pêk hat, li gorî peymanê Rojhilata Navîn hate parçekirin piştî hilwişandina dewleta Osmanî. Di encamê de gelê Kurdistanê di navbera çar dewletên netewperest; Sûriyê, Îrqa, Tirkiyê û Îran de hate dabeşkirin, ku hemû siyasetên asîmîlasyon û tunekirina nasname û çandê ji hêla van dewletan ve li ser gelê kurd hate ferz kirin.
Koka peymanê
Danûstendin ji bo pêkanîna vê peymanê di Mijdara sala 1915‘an bi awayekî veşartî destpê kir û di Gulana sala 1916’an hate îmze kirin. Hevpeyman bi navê dîblomasiyê Fransî François Georges-Picot û siyasetmedarê Îngiltere Mark Sykes hate bi nav kirin, di hevpeymanê de herêmên di bin kontrola Fransa û Îngiltere de hatin destnîşankirin: Fransayê parçeyeke mezin ji welatê Şamê, rojavayê Enadol û herêma Mûsilê kontrol kir, di heman demê de rojavayê welatên di navbera her du çeman de di nav de Bexda û Busra kontrol kir û gihaştin kendava Erebî.
Xalên peymanê bi awayekî veşartî heta sala 1917’an man, heya ku belşefiyên Rûsyayê xalên wê aşkere kirin. Di encama vê peymanê de Kurdan navbera çar welatên dagirker de belav dike û rûbirûyî zor û zordariyê dibe.
Xalên peymana Sykes Picot
Peymana Sykes Picot herêmên Osmanî di Rojhilata Navîn de navbera Fransa û Îngiltere de dabeş kir.
Nîvgirava Erebistanê di navbera Îngiltere û Fransayê de dihat dabeşkirin.
Lubnan û Sûriye dê ji Fransayê re bimaya.
Bexda, Kuwêt, Urdûn, Çola Sînayê û başûrê Mezopotamyayê tev jî dê ji Îngiltereyê re bimaya.
Îngilistanê li Deryaya Spî jî dê dest daniya ser bendergehên Heyfa û Akreyê.
Îskenderûn dê wekî lîmaneke xweser bimaya.
Li Filistina ku hê di dema Ebdulhamîdê 2’em de hin parçeyên wê firotibûn cihûyan jî dê bi rêveberiyeke navneteweyî bihata birêvebirin.
Kurdistan jî di navbera her sê dewletên aliyên peymanê de dê bihata dabeşkirin.
Li gorî lihevkirinan bakurê Kurdistanê dê ji Rûsyayê re bimaya.
Hin herêmên rojhilatê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê dê ji Fransayê re bimana.
Başûrê Kurdistanê dê bi piranî ji Îngiltereyê re bimaya.
Bandora peyamana Sykes Picot li ser gelê kurd
Parçekirina erdnîgarî: Herêmên ku gelê Kurd tê de dijî di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Îraq û Îran de hate parçekirin, bêyî ku yekîtiya wan a entîkî û çandî ber çavan bê girtin. Ev parçekirina edrnîgarî hişt ku civaka kurd di navbera sînorên navdewletî de ji hev qut bibe.
Nenaskirina netewperweriya kurd: Peymanê behsa Kurdan an mafên wan ên diyarkirina çarenûsê nekir, û Kurd bê dewletek neteweyî hişt, tevî sozên berê yên hin serokên Kurd ên li ser îhtîmala bidestxistina rêvebriyek xweser an serxwebûnê.
Mandateriyên nû: Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, herêmên kurdî ketin bin mandateriyên Îngiltereyê û Fransî, vê yekê hişt ku berxwedaniya kurdî li dijî van hêzên kolonyalîst derkeve pêş û hewildanên nû ji bo rêveberiya xweser pêk bînin.
Bandor li ser siyaseta Kurdan: Peymanê rewşa siyasî ya Kurdan hîn aloztir kir û bû sedema zêdebûna rageşiyê di navbera wan û dewletên ku herêmên kurdan dagir dikin. Ev yek jî bû sedema derketina gelek tevgerên serxwebûna Kurd li Iraq, Sûriyê û Tirkiyeyê.
Peymanên Paşê: Peymanê rê li ber peymanên paşê vekir, weke Peymana Sevrê, ku soza avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdî da, Peymana Lozanê ku ew soz betal kir û sînorên Tirkiyeya nûjen piştrast kir û hêviyên Kurdan ji bo dewleteke serbixwe têk bir.
Peymana Sykes-Picot xaleke girîng a veguherîner di dîroka Rojhilata Navîn de nîşan da, ku di encamê de erd û civak, di nav de Kurd jî, bi awayekî keyfî hatin dabeşkirin. Gelê Kurd xwe di navbera çend dewletên neteweyî yên nû de parçekirî dît bêyî ku mafên wî ê neteweyî an çandî bên naskirin, ev yek bû sedema bi dehsalan şer û têkoşînên ji bo xweserî û mafên neteweyî bidest bixin.
Ji bo hêviyên xwe pêk bînin kurd berê xwe dan Kongreya Silih, di Sibata sala 1919‘an li Parîsê hate lidarxistin, hewildan hate kirin ku dengê xwe bigînin û mafên rewa bidest bixin, nemaze piştî daxuyaniyên serokê Emerîkayê Woodrow Wilson ên mafê gelan di diyarkirina çarenûsa xwe de.
Hemû peyman mehkûmê têkçûnê ne
Peymana Sykes-Pîcotê pêk nehat. Di 1917’an de li Rûsyayê Şoreşa Oktoberê pêk hat, belşefîk bûn desthilatdar û Rûsya ji peymanê vekişiya. Komînîstan di arşîvên dewletê de nexşeyeke peymanê dîtin. Hevrêyê Lenîn, Leon Troçkî dê nimûneyeke vê peymanê di 24’ê mijdara 1917’an de, di rojnameya Îzvestiyayê de bi raya giştî re parve bikira.
Piştî ku împeratoriya Osmanî rûxiya û Îngiltereyê dest danî ser Iraq û Filistînê ew jî ji peymanê vekişiya.
Peymana Sykes – Picot li gor berjewendiyên hêzên serdest sînorên nû damezirand. Di wê pêvajoyê de daxwazî û hêviyên gelê kurd hatin piştguhkirin û axa Kurdistanê bi fermî di nava 4 dewletan de hate perçekirin. Bi perçekirinê re girêdayî, civak, eşîr, malbat û hêviyên gelê kurd jî hatin perçekirin.
Peymana Sykes-Picot rê li ber peymana Sêvrê û Lozanê vekir. Ev peyman bûbû rêûresma dagirkirina Kurdistanê. Kurdistan bû çar parçe. Lê Sykes-Picot wekî spêleyekê tim li beramberî têkoşîna kurdan derdiket holê. Kurdan bi Şoreşa Rojava re carek din nîşan kirin ku ev peymaneke têkçûyî ye û hemû peymanên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê neçarî têkçûnê ne.