No Result
View All Result
Argêş Viyan/Qamişlo
Hevserokê şarederiya bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk xuya kir ku Sirri Sûreyya Onder fedayê aşîtiyê bû û wiha got: “Bi eslê xwe Tirk bû lê di kesayeta xwe de ew mirovekî sosyalîst, demokrat û şoreşgerekî enternasyonalîst bû”.
Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) û Cîgirê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyê (TBMM) Sirri Sûreyya Onder piştî krîza dil, roja Şemiyê 3’ê Gulanê li beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyê koça dawî kir.
Di derbarî serpêhatî û jiyana parlementer û yek ji endamên desteya grava Imraliyê 3’ê Gulana 2025’an koça dawî kir ya Sirri Sûreyya Onder de, rêhevalê wî û Hevserokê şarederiya bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk pirsên rojnameya me bersivandin û naverok wisa bû:
1- Weke tê zanîn parlemeter û şoreşger Sirri Sûreyya Onder 3’ê Gulana 2025’an koça dawî kir. Hûn wek hevalekî wî yê nêzîk dikarin kurtejiyana wî bi me re vebêjin?
Bi rastî gelekî zehmete ku mirov behsa Sirri Sûreyya Onder bike. Lewre ew kesayeta wî, nêrîna wî ya cîhanî, nêzîkatiya wî ya mirov û xwezayê zehmete ku mirov bîne ziman. Lê dîsa jî em xwe deyndarê keda wî dibînin û bi qasî ku zimanê me bigere emê çend tiştan derbarî wî de bêjin.
Sirri Sûreyya Onder ji Semsûr bû. Bi eslê xwe Tirk bû lê di kesayeta xwe de ew mirovekî sosyalîst, demokrat û şoreşgerekî enternasyonalîst bû. Lewma jî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de cihê xwe digirt. Dibe ku gelek kesan wî wekî siyasetmedar dinasî lê nasnameyeke wî ya pir rengî hebû. Kekê Sirri derhêner, senarîst, çêkerê fîlman, lîstikvan, rojnamevan û siyasetmedarekî hêja bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û Alîkarê Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bû. Di çapemeniya neteweyî de wekî derhêner, senarîst, lîstikvan, hilberînerê muzîkê û qunciknivîskar xebitî. Di bingeha xwe de jiyan û têkoşîna wî li ser pêşxistina sosyalîzmê bû. Di wê çarçoveyê de pêşxistina demokrasî, wekhevî û aştiya civakê ji xwe re esas digirt. Ev xeyal û hezkirineke wî ya pir mezin bû.
2- Mirov çawa dikare hewildanên wî yên çareserî û demokrasiyê binirxîne?
Ji ber kesayeta wî ya sosyalîst û demokrat wî her tim ji bo gelên bindest li çareseriyekê digeriya. Beriya siyasetê di fîlmên xwe yên ku çêdikir de, di nivîsên xwe yên di rojnameyên wekî Bîr Gun, Radîkal û Ozgur Gundemê de bi awayekî aşkera dida xuyakirin. Tenê ne di fikir û raman de di partîk û bi emelê xwe ev yek dikir. Têkoşîna azadî û aştiyê dida. Dixwast gelê Kurd jî wekî hemû gelên din bi mafê xwe bijîn. Zilm û zora dewletê ya li ser gelê Kurd baş didît û qebûl nedikir. Mirov dikare bêje ku ji Kurdekî pirtir ji bo mafê Kurdan têdikoşiya.
– Tevlîbûn û rola wî ya şandeya Imraliyê weke kesekî çalak hûn dikarin bêjin?
Beriya ku ez behsa rista wî ya di Şandeya Îmraliyê de bikim, dixwazim hinekî behsa tevlibûna wî ya siyasetê bikim. Kekê Sirri di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de, ku ji aliyê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê (serbixweyên bi piştgiriya BDP’ê) ve ket hilbijartinê û ji herêma 2’yemîn a Stenbolê wekî parlamenter hat hilbijartin. Armanca wî ya tevlibûna siyasetê ew bû ku ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê kedekê bide û bigihîne qonaxekê. Ji ber kesayeta wî ya bi nirx di pêvajoya hevdîtinên diyalok û çareseriyê de ew jî tevli Şandeya Îmraliyê a pêvajoya 2013-2015an bû. Wê demê jî risteke girîng lîst. Ji xwe piştî mutabaqada Dolmabahçeyê ya di 28’ê Sibata 2015’an de êdî li Tirkiyeyê rewş guherî. Pişt re jî operasyonên qirkirinê dest pê kirin. Ji ber xebatên xwe yên wê pêvajoyê jî Sirri hat girtin 43 mehan di zindanê de ma. Lê wî dev ji têkoşîna xwe berneda û bi awayekî çalak dîsa di nav siyasetê de cihê xwe girt. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên sala 2023’yan de ji Partiya DEMê wek parlamenterê Stenbolê hat hilbijartin. Belê ji ber çalakbûna wî, kar û xebatên wî, her wiha tecrubeyên wî û kesayeta wî ya ku dikarîbû bi her kesî re danûstendinê bike careke din di nav şandeya Îmraliyê de cih girt.
Bi rastî jî ew ji bo pêvajoyeke wiha û meşandina karekî wiha pîroz kesekî bêhempa bû. Me bi hev re jî kar û xebat kir. Ew ji bo vê pêvajoyê gelekî bi hêvî bû. Wî hemû bala xwe dabû ser vê pêvajoyê ku çawa bi serkeftî encam bike. Ji bo wî ya harî girîng pêkhatina aştiyeke bi rûmet bû. Wî tu carî bêrûmetî qebûl nekiribû û dixwest gelê Kurd jî bi aştî û rûmet bigihêje hemû mafên xwe. Ji bo wê jî çi ji destên wî dihat dikir. Heta ku li tenduristiya xwe jî piştguh kiribû û taloqî piştî aştiyê kiribû. Ev bi rastî ne karê her kesî ye. Encax kesekî mîna Sirri Sûreyya Onder dikaribe bike.
4- Weke tê zanîn li kêleka hemû alî û derdoran, Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan jî peyama sersaxiyê weşand. Hûn çawa dinirxînin?
Mirina birayê Sirri Sûrreya Onder ji bo her kesî êşeke mezin bû. Ji bo gelê Kurd û gele Tirk êş û windahiyeke mezin bû. Ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê windahiyeke mezin bû. Ji bo aştî û demokrasiyê windahiyeke mezin bû. Ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê windahiyeke mezin bû. Ev windahî dilê her kesî êşand. Bi taybetî jî mirov dikare bêje ji bo birêz Abdullah Ocalan jî êş û windahiyeke mezin bû. Lew re yek kesê ku di karê xwe de serkeftî, ji bo aştiyê dixebitî û birêz Ocalan baş fêhm dikir Sirri Sûreyya Onder bû. Ji lewma jî Rêber Abdullah Ocalan peyamek şandibû û di merasîmê de hate xwendin.
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de digot, “Bi wefata Sirri Sûreyya Onder ê xoşewîst xemgîniyek kûr ket ser dilê me. Mirovekî pir bi qîmet bû. Ewladekî rasteqîn ê gelan bû. Kevneşopiya Anatoliyê û Turkmenan ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civakên erdnîgariya me û gelê me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez rêzdariyek mezin nîşanî bîranîna wî dikim”. Di vê peyama xwe de birêz Ocalan kesayeta Sirri Sûreyya Onder bi zelalî radixist ber çavan û dida xuyakirin ku li ser navê jiyana aştiyane ya bi hev re ked û jêhatibûnek wî ya mezin hebû. Mirov dikare bêje keda wî ji bo aştiyê pir bû. Aştiya civakê xeyalê wî yê mezin bû. Em jî hêvî dikin ku ew xeyalê wî nîvco nemîne û bi aştiyeke birûmet tacîdar bibe.
Post Views: 79
No Result
View All Result