Volqan Elî
Erê… Em ên fanî dema me bihîst ku tu êdî ne li vê cîhanê yî me bertekek xav nîşan da: Em bask şikestî bûn. Wekî ku yek bikeve bîreke bê binî û tarî li me hat. Wekî ku di bihareke dîn û har de di şeveke ting û tarî de em li bahozekê qelibîbûn… Em ti car nefikirîbûn ku ew dilê te yê mezin, li hemberê dinyaya fanî têkbiçe… Lewra tu berdiliyê dost û dijminan bûyî… Ji ber wê yekê, wê ew dilê te yê mezin ji vî cengî bi selametî derketana. Lewra tu bûyî qasidê aştiya gur û berxan… Lê te bûna perperîka çaremîn hilbijart. Te xwe gihand heqîqeta agirê aştiyê.
Sırrı Süreya Önder, şehîdê aştî û demokrasiyê…
Me xwest em bi serenivîs û çend gotinan hestên xwe ji bo ew mirovê mezin bînin ziman lê xuya ye li beramberê ruhekî wisa mezin, gotin û peyv zû bi zû cihê xwe nagirin.
Êşa me pir mezin e, lê em dilrehet in. Dema em dibêjin êşa me mezin e, ne bi gotinê ye. Êşa me wekî çiyayê Cudî mezin e, êşa me bi qasî çiyayê Agirî mezin e. Lê dîsa jî em wekî kêvroşkekê piştî zivistaneke qirûqiyamet derketiye ber biharê bi kelecana jiyanê ne, dilê me aram e.
Çima em bi vî şiklî li mijarê dinêrin? Ji ber ku em Kurd in, em Durzî ne, em Elewî ne, em Ermen in, em Suryan in em Erebin, em ji Rojhilata Navîn in û welatparêz in. Bi rastî jî hê ne doh bû ku li Bendava Tişrînê, me, zarokên xwe, hunermendên xwe şehîd dan. Ne guleyeke di şeveke tarî de tê ruhê mirov distîne. Çeteyên har di nava rojê de bombe barandin ser zarokên me. Her roj zarokên me li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyawî tên xeniqandin. Li beravên Sûriyê em bi hezaran Elewî hatin qetlkirin, em bi dehan Durzî bûn hedefa guleyên DAIŞ’a nû, guleyên wan li bedenên me hêlîna xwe çêkirin. Ji ber wê, êşên me pir giran in û bê tarîf in. Eger em wekî mirovekî adî yê cîhanê bi pey êşên xwe bikevin, em rojekê jî najîn. Dilê me ji cîhanê reş dibe. Tenê em welatparêzên Kurd, me di van çend salên dawî de hindî êş dîtin, em kêliyekê jî ji hezarî yekê van êşan bikolin, em nikarin rojekê jî li vê cîhanê bijîn. Mîna wî mirovê ferişteyê aştiyê hemû demarên dilê me wê bihelin.
Ya din jî em welatparêzên neteweya demokratîk li ber destê Rêber Apo mezin bûne. Em dizanin ku şehîd hêza herî zindî ya jiyanê ne. Hêza jiyanê çi dike? Jiyanê çêdike. Jiyan bi xwe jî heqîqet e. Rêber Apo şehadetên destpêkê yên gelê Kurd wisa pênase dike; “Ew bûne pira di navbera mirin û jiyanê de; rêya di navbera mirin û jiyanê de hêsantir kirine.” Ji ber ku mirin û jiyan, wekî ku Rêber Apo dibêje, ji aliyê şehîdan ve hate gihandin hev, ji wan şehîdan bi şûnde Kurdan tirsa ji mirinê ji holê rakirin. Êşa ji ber şehîdan dihate kişandin, ji êşên ji rêzê cuda bû. Ji ber wê yekê ye ku welatparêzên Apocî li ser şehîdên xwe nagirîn. Dayik bi tilîliyan şehîdan pêşwazî dikin; gelên neteweya demokratîk, bi çepikan şehîdan pêşwazî dikin.
Vaye ev zanebûna ku êşa dilê me ya ji ber nebûna Sırrı Süreya Önder, aram dike. Nexwe ew ê rondikên çavên me bibûna mîna ava Firatê, xwe li çiyayê Nemrûd bidana. Wê demê ti bendavan nedikarî xwe lê ragire. Jixwe wî jî ji me ev nedixwest.
Ji ber ku ew perperîka çaremîn bû. Perperîka yekemîn ji ber têhna agirê aştiyê encax karîbû gav bi gav xwe nêzîkî heqîqetê bike. Nekarî bitebite paşde zivirî… bû qir û qiyamet… axeyên şer û celadên zend û bend badayî, di xwîna gelan ku herikandine de melevanî kirin şev û roj… Ya duyemîn û sêyemîn her wisa encam da… bû qir û qiyamet… axeyên şer û celadên zend û bend badayî, di xwîna gelan ku herikandine de melevanî kirin çendîn dem û zeman…
Lê perperîka çaremîn nêviyê Baba Îlyas, Baba Îshaq, Şêx Bedredîn, Pîr Sultan bû; hevalê Deniz, Îbrahim û Mahir, Srrı Süreya Önder bû; ew hevalê Rêber Apo bû. Heqîqeta aştiyê wekî xewna şevan dûr bû, ji her kesî, ji ferişteyê aştiyê. Ji beriya wî çend perperîkan xwe ceribandibûn, mixabin agirê heqîqeta aştiyê çavên wan kor kiribû û baskên wan şikandibû, bê çare ew paşde vegerîbûn. Lê li ser pişta wî barê heq û heqîqatê, ked û xwîna gelan a dîrokî hebû, diviyabû bigihanda selametê. Bi gotinê hêsan e, ne wisa rehet bû ev rêwîtî. Perperîka çaremîn her ku li fersahan derbas bû, kêlî bi kêlî xwe nêzîkî heqîqetê kir da ku barê xwe yê dîrokî bigihîne selametê, her der bi têhna agirê aştiya heqîqî sincirî. Her ku Sırrı nêzîkî heqîqeta aştiyê bû, destpêke porê wî yê pel bi pelî şewitî. Bêhna kizirî ji çiyê Nemrûdê xwe berda çû dûr, tevlî ava Firatê bû. Paşê serê tiliyên wî şewitî… herî dawî hemû demarên dilê wî heliyan, ew dilê wî yê mezin bû volqaneke çiyayên ji agir teqiya… Çû di nava dilê tavê de cih çêkir… Barê li ser milê xwe gihand selametê, ew û barê xwe, xwe gihandin heqîqeta agir û aştiyê. Sırrı bû Fenafillah, bû heqîqet, bû tava li azmanan… Hebûna wî ya fîzîkî bû sir û razekê, êdî ti kesê ku ruhê wan di nava laşekî de zindanî be nikare wî bibîne… tenê…
Tenê, eger em bixwazin gewdeyê wî bibînin em ê her sibe li tava nû hiltê binêrin… Ew her sibe ti kes ne li bendê be jî hiltê, bi serbilindî û dema ku diçe ava jî serbilind e Sırıyê me…