Ayşa Silêman/ Dêrik
Gundê Bere Beytê yê girêdayî bajarê Dêrikê, yek ji kevintirîn gundên xiristyanan yên li Rojavayê Kurdistanê ye, dîroka avabûna gund jî vedgere beriya hezar û 500 salî û dêreke kevnar tê de heye.
Yek ji kevintirîn gundên xiristyanan li Rojavayê Kurdistanê gundê Bere Beytê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye. Destpêkê navê gund Bar Bêto bû ku tê wateya (Lawê malê). Di vî gundî de 30 mal hebûn, lê niha tenê 5 mal di gund de mane. Di dema berê de gelek kes di vî gundî de dijiyan, çi aşûr, kildan, ermen û Siryan. Lê bi sedema kirîz û aloziyên ku derketin her kesî berê xwe da welatekî. Tenê 30 mal man di gund de, lê bi demê re rewşa Sûrî jî nexweş bû û dagirkeriya Tirk êrîşên wê berdewam bûn lewma wan jî bar kir. Hin malan berê xwe dan bajarê Dêrikê û hinên din jî ber bi welatên derve ve çûn.
Di gund de dêrek heye ev kevintirîn dêre ku her sal di cejna Bereketa Genim de, her kes tên serlêdana Dêrê dikin û kesên xiristiyanî tên rê û resmên xwe di dêrê de çêdikin. Di sala 1958’an de dêr hat çaksazkirin û nûkirin, ev dêr li cem her kesî pîroz e, ji ber ku çi kesê ku xwedî hêviyekî be berê xwe dide vê dêrê û dûa dike. Çi kesên nexweş be yan jî kesên ku dixwazin zarokên wan jî çêbibin, ji bo pêkanîna hêviyên xwe berê xwe dide vê dêrê. Navê Dêrê Meryem Elezrai 15’ê meha Gulanê cejna şehredêra Berbîtê ye ev cejna Meryem Elezra ye ji bo bereketa Çandiniyê ye, hemû older ji bajarê Qamişlo berê xwe didin vê dêrê. Temenê vê dêrê hezar û 800 sale piraniya kesên ku berê xwe didin vê dêrê kurd in. Di heman demê de avahiyek di gund de jî heye ev avahî xwe bexiş hatiye avakirin, kesê ku tê sardana gund dike dikare li wir bi cih bibe.
Jiyana gund
Kesê ku di gund de mayne jî bi karê çandiniyê ve mijûl dibin, di dema berê de di gund de çem hebûn ji çar aliya ve av derbasî gund dibû, lewma ev gund navdar bû bi çandiniya Birinc, kuncî, nok, genim û kizbera. Di heman demê de gund navdar bû bi bi hemû çûreyên darên fêkiyan. Lê ji ber kêmbûna baranê û qutkirina dagirkeriya Tirk ji avê re ev çem û kanî çikan û rewşa gund ber bi xirabiyê ve çû û gundî bi rewşeke xirab debara jiyana xwe dikin. Di dema berê de dibistan hebû lê niha zarok di gund de nînin, ev malên ku di gund de mayîn jî bi zimanê kurdî diaxivin. Lê malê ku niha di gund de mayîn dev ji gund bernedan ji ber ku gund wek amanetekî di sitûyê xwe de didîtin. Niha ew gund û zeviyên xwe diparêzin di heman demê de pêşwaziya mêvanên ku tên sardana gund dikin.