Zekî Bedran
Bi hişmendî û şêwaza siyasî ya ku HTŞ’ê nûnertîya wê dike, pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser nabin, aramî û demokrasî pêk nayê. Sûriyê di hembêza xwe de ji pir netew, bawerî û çandan dihewîne. Bi salan ji aliyê yek partiyê, pergala Baasê ve dihat birêvebirin. Pergala zordar û zêde navendî, yekdest di dawiyê de bû sedema şerekî navxweyî û dijwar. HTŞ’ê dixwaze vê şêwaza rêveberiyê ya ceribandin û felaket bi rengek xirabtir dubare bike. Ew oleke ku li ser şirovekirina teng a mezhebekê li nijadperestiya Ereb zêde dike. Bi vê hişmendî û nêrînên tûnd, Sûriye wê çawa bi cîhanê re bibe yek û aştî û aramiyê pêk bîne? Kesên ku li hember Sûriyê hestiyar û berpirsiyar in, nikarin û divê li hember diziya şoreşê bêdeng nebin, raste şoreşa Sûriyê bi destê HTŞ’ê tê dizîn. Li şûna şoreşê, rêbazên derbeyê tên ceribandin. Ji ber ku nikarin gel, çand û baweriyên cuda hembêz bikin, dixwazin pirsgirêkên ku derdikevin holê bi tundî û çekdarî çareser bikin. Li dijî avakirina Sûriyeke demokratîk bisekinin. Bi zanebûn derdorên demokratîk û hêzên rêxistinkirî ji pêvajoya avakirinê dûr bixin. Dixwazin dewletê li gorî têgihiştina xwe ava bikin. Weke ku kesekî din li dijî Baasê li ber xwe nedaye û şer nekiribe tevdigerin.
Dema HTŞ’ê li Şamê bi cih bû, hemû zindîbûna şoreşê û bendewariyên gel li aliyekî hişt. Ew kesên ku serî li ber wan nedan û yên ku daxwazên wan ên cuda hebûn, ji derve hiştin. Dema ev yek pêk hat, ji bilî wan û derdorê nêzî wan ti kes li desthilatdariyê nema. Kurd, Durzî, Elewî, Mesîhî û Erebên cudaxwaz hemû ji pêvajoyê hatin dûrxistin. Di peymana ku desthilata Şamê bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re îmze kiribû de, xalek hebû ku wê li tevahiya Sûriyê agirbest bê ragihandin. Mîna ku ev peymana bi îmzeya Ahmet Şara û Mazlûm Abdî hatibû îmze kirin tineye, îro li Sûriyê li gelek cihan şer û êrîş heye. Peymanên ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatine îmzekirin jî bê wate dixuye. Gelo ka em çawa dikarin ji daxuyanî û biryarên wan bawer bikin? Qaşo Yekî ji wan Durzîyan bi xerabî qala Pêxember kiribû. Ew dikare bibe. Di her civakê de mirov û tevgerên cuda fikirin hene, dibe ku tevlîhevî jî derkevin pêş. Ger sûcek hebe rêveberî lêkolînê dike û zagon û darazê dixe meriyetê. Lê HTŞ’ê ne agirbesta ku îmze kiriye li ber çavan digire û ne jî pêvajoya zagonî dişopîne. Hêza leşkerî rasterast dişîne taxên Durzî û li dijî wan êrîş dide destpêkirin. Di van pevçûnan de bi dehan, bi sedan kes hatin qetilkirin. Peywendiyên di navbera civakan de tên têk birin.
Durziyan li hemberî wan êrîşan berxwedanî kirin û gotin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ragihandin ku baweriya wan bi HTŞ nayê û ji bona mal û ewlehiya xwe bi gumanan jiyan dikin. Di heman demê de jî, pêşniyara parastina navnetewî kirin. Ev rewşek ne ji rêzê ye. Hîn derdor dikarin bêjin ev sîxûrin û Israîl wan rêve dib e. Israîl bi vekirî dibejê “Ez dijî HTŞ’ê me.” Lê HTŞ’ê ger hemberî gelê xwe birêzdarî nêz bibe û hêvîyên wan pêk bîne Israîl jî nikare Durziyan bixe tevgerê. Heya niha jî Durzî radigihînin ku ew heznakin ji Sûriyê cuda bibin. Lê ger hebûna wan bikeve di nav metirsî û xeteriyê de kê ji bona wan dest dirêj bike dê wan hembêz bikin. HTŞ’ê dê kiryarên ku li dijî Elewîyan hatibûn kirin lêpirsîn kiriba. Qaşo desteyekê lêpirsînê ava kiribûn. Di ser de meh derbas bûn lê çi daxuyanî nehatin dayin. Rêveberên HTŞ’ê ti rexnedayin jî pêşnexistin. Komkujiyan bi fermî nagire li ser xwe, lê kiryarên diqewimin jî na veşêrin. Ji demê re belav dikin ji bona were ji bîrkirin. Ger HTŞ’ê cidî û berpirsyarî nêz bibe, lêbûrînê ji gelê Elewî bixwaze û berpirsên komkujiyan darizîn e. Heya niha yên ku tevlî komkujiyan bûne, ti kese ne bihîstiye ku hatine girtin û dadgeh kirin.
Israîl ragihand ku li hemberî êrîşên ku li ser Durzîyan tên kirin wê bê deng nemînin. Çend herêmên Sûriyê bi êrîşên esmanî bombebaran kirin. HTŞ bi ti awahî bersiv nade wan êrîşan. Hêza wan tenê li hemberî welatiyê wan e. Dema ku ew zeft kirin, ji serjêkirina wan re dudilî nabin. Têgihiştina wan a desthilatdariyê pir tûndrew û navendî ye. Weke desthilat hemû rê û rêbaz ji wan re vekirîn e. Ji çanda jiyanekê hevpar û lihevkirinê dûr in. Tiştê ku dizanin seran jêkin û zextê ferz bikin. Sûriyê derfeteke mezin bi dest xist. Ger HTŞ’ê bi pêkhateyên din re li hikûmetek ava bikira û tevlî xebatên destûrî bikira, ev nakokî nedibûn û Sûriye ji destwerdanên derve re vekirî nedibû. Niha Îsraîl bi awayekî vekirî êrîş dike, destwerdana wê tê dîtin û rexnekirin. Lê destwerdana Tirkiyê mezintir e. Herêmeke berfireh a Sûriyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Hîn jî bi deh hezaran çeteyên çekdar di bin fermandariya Tirkiyê de ne. Tirkiye siyaseta navxweyî û derve ya Sûriyê û avakirina dewletê birêve dibe. Wisa dixuye ku HTŞ’ê di vê siyaset û nêzîkatiya desthilatiyê de israr dike. Di vî warî de hemû gelên li Sûriyê xwe di xetereyê de dibînin. Ger parastinekî navdewletî hebe, ne tenê ji bo Durzîyan, pêwiste ji bo hemû gel û pêkhateyên din jî be!