Farûk Sakik
Di 4’ê Gulana 1937’an de Desteya Wezîran Qanûna Tunceliyê derxistin. Ev qanûn bi îmzeya Ataturk ket meriyetê. Xalek girîng a qanûnê wiha bû: “Ji bo cezakirina kesên ku li dijî fermana mufetîşê giştî yê parêzgeha Tunceliyê tevdigerin û yên ku li dijî desthilata dewletê derdikevin, wê tedbîrên leşkerî werin girtin.”
Piştî vê qanûnê çibû çi nebû dîrokê şahidî kir. Êş û birîn roj bi roj zêde bûn. Li herêmê tirs belav bû. Tirsa herî mezin jî ziman bû. Herdu alî ji ‘ziman’ ditirsiyan. Kurdan digot, zimanê me wê tune bibe. Dagirkeran digot, heger ev ziman tune nebe wê qirkirin jî pêk neyê. Ditirsiyan wê çawa pêşî lê bigirin. Qedexe kirin. Yên axivîn cezakirin. Piştî demek jî sirgun kirin.
Bandora herî mezin li ser kesên bi emir-îxtiyar kir. Kurd ji bo zarokên xwe ji vî cezayî biparêzin, axaftina bi Kurdî qedexe kirin. Dê û bav li malê, li odeya paşî û ji bo ku zarok pê nehesin, bi dengekî nizm diaxivîn. Ziman û nasnama xwe vedişartin.
Dersim dihat valakirin. Koçberî û sirguna metrepolan dest pê kiribû. Li van deran êdî Kurdî axaftin daketibû asta herî jêr. Ziman û nasname bi hev re diheliya û tune dibû. Îroj ji gelek kesan dema dipirsin tu ji ku derî? Bersiva rasterast nabejin em ji Dersimê ne. Dibêjin bapîrên me ji Dersimê hatine. Lê li aliyek jî hin ciwanên ji Dersimê bi du raboriya xwe-dîroka xwe ketin. Dîroka xwe lêkolîn dikirin. Li bersiva, em ji ku derê hatine vê derê digeriyan. Di encama lêgerînê de, di arşîva mêjiyan de rastî ‘qanûna Tuncelî’ hatin.
Di sala 1978’an de dema ku bi navê PKK’ê tevgerek derket qada têkoşînê, me dît herî zêde ciwanên herêma Dersimê di nav vê tevgerê de cîh girtin. Sakîne Cansiz, Alî Haydar Kaytan, Riza Altun, Hamilî Yildirim û hwd. Van kesan li du lêgerîna zimanê ku dê û bavê wan li odeyê paş diaxivîn ketibûn. Bandora Qanûna Tunceliyê ya sala 1937’an, di sala 1995’an de xwe nîşan dida. Kurdan bi navê Med Tv televizyonek ava kiribûn. Di vê televizyonê de bernameyên zazakî hebûn. Lê mêvanên ku bi zazakî biaxivin nedihatin dîtin. Mêvan di bernameyê de ji zazakî zêdetir, ji sedî 80 bi Tirkî diaxivîn. Trajediyek bi vî rengî hebû û dibiya ku midaxle bihata kirin.
Bi tevgera azadiyê re hin saziyên parastin û pêşvexistina ziman hatibûn avakirin. Terteleya sala 1937’an de bandorek wisa kûr li vî zimanî kiribû û ji nû de zindî kirin hêsan nebû. Lê bi demê re pêşketinên mezin çêbûn. PKK’ê îroj bi têkoşîna xwe dixwaze Kurdên bi ‘qanûna Tuncelî’, Dersim û nasnameya xwe terk kirine, ji nû de vegerîne kodên wan yê berê.
Rêber Apo di hemû hevdîtinên xwe yê bi dewletê re, van qanûnan bi bîra wan dixe. Ji dewletê dixwaze ji bo ku bûye sedemên trajediyên bi vî rengî îroj serdemek nû bide destpêkirin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk dike. Ji dewletê dixwaze ev qanûna bûye sedema hemû ziyan-tehrîbatan telafî bike. Ev banga wî dengekî mezin veda. PKK’ê derbasî qonaxeke nû dibe. Di têkoşîna xwe de derbasî siyaseta demokratîk dibe. Dewlet jî bersiv dide vê banga wî.
Rêber Apo di vê pêngavê de di heman demê de, ji bo Kurdên bi ‘Qanûna Tuncelî’ axa xwe terk kiribûn di vegerê de wê têkoşîneke bi çi rengî bidin, hin perspektîf pêşniyar dike. Heger hin kesên ku venegerin ser axa xwe jî, çawa dikare vegere nasnama xwe, rê dide pêş wan.