Volqan Elî
Rast e, vê carê jî Erdoğan bi xwe nikarîbû ku Tirkiye bike Osamaniya Nû. Lê em ji bîr nekin kesekî wekî Colanî, yanî HTŞ li Sûriyê peyda kiriye. Ji bo ku dilê xwe rihet bike, vê carê dixwaze Colanî bike, Kuyucu Murat paşeyê nû yê Osmanî.
Hûn ê bêjin, kî ye ev Kuyucu Murat paşeyê Osmanî, ku Tayip dixwaze Colanî bişibîne?
Kuyucu Murat paşe, ‘devşirme’yekî Balqanî ye. Osmaniyan ber bi dawiya sed sala 16. çûne, bav û dayik û eşîra wî tev kuştine û ew jî ji xwe re anîne. Paşê, ew perwerde kirine ji xwe re kirine paşeyekî bê rehm, bê dîn û îman. Di van serdeman de di navbera Osmanî û Sefewiyan de şerên xwînavî diqewimîn. Elewiyên Kurd ên milê Sêwas, Meletî, Mereş, Dîlok û hwd. ji ber ku ji zilm û zordariya Osmanî bêzar bibûn, hê zêdetir xwe li Şahê Sefewiyan digirtin. Heta paşê beşek ji wan, ji aliyê Şahê Sefewiyan ve li Xorasana Îranê hatibûn bicihkirin. Osmanî ji bo ku pêşî li vê tevgera Elewiyên Kurd bigire, di demên cuda de 40 hezar Elewî zindî bi zindî avêtibûn bîran û qetl kiribû.
Vaye paşeyê Osmanî ku vê komkujiyê dike jî, Kuyucu Murat paşeyê xwînxar bû. Di van serdeman de serhildanên Celaliyan jî Osmanî pir tengav kiribû; Kuyucu Murat paşeyê bavpîrê Erdoğan e (jixwe halê hazir, Erdoğan jî li gorî ku wî gotiye bi eslê xwe Gurcî ye lê ji Tirkan Tirktir e) bi şûrê dewleta Osmanî bi dehan hezar berxwedêrên Celalî qetl kiribû. Di van serdeman de jî, gelên berxwedêr û Osmanî di pêvajoyeke pir germ re derbas dibûn. Ne tenê Elewiyên Dêrsima jêr, berxwedêrên Celaliyan di nava tevgerê de bûn.
Sal 1607, wan derdoran… di vê demê de jî, li aliyê Kilis (ku niha li Bakurê Kurdistanê ye, nêzîkî Dîlokê ye) êl yan jî eşîrên Durzî yên Canbolatan, ji zilma Osmanî re nabêjin ‘em di bextê de’ û ‘eman’. Timî Osmaniyan tengav dikin. Dawiya dawî Osmanî jê re çare nabîne, wî qetilê Elewiyên Kurd û Celaliyan, Kuyucu Murat paşe, dişîne ser Canbolatên Durzî. Şer û berxwedanên mezin diqewimin…
Piştî berxwedaneke bêhempa, Osmanî, beşeke pir mezin a Durzî-Canbolat mişaxtî Libnan-Suriye kir.
Vaye dîroka pir kurt a Durziyan… Niha jî Tayip ber dilê Colanî xweş dike ku wî bike, Kuyucu Murat paşeyê nû. Em nizanin bi talîmata Erdoğan bû, yan bi ya Colanî bû, cîhadîstên DAIŞ’î li hin bajarên wekî Ceremen, bi dehan Durzî qetl kirin. Eger ne wisa bûya, çima Erdoğan gava Durzî hatin qetlkirin dengê xwe dernexist. Lê dema ku Îsraîl li HTŞ’ê da, dilê wî bi HTŞ’ê şewitî?
Mixabin e ku Durziyên bi sedan sal e ji beriya vê ji ber şûrê paşeyekî Osmanî ji welatê xwe mişaxtî bibûn, niha jî dibin qurbaniyên HTŞ’ê. Mişaxtîbûn dibe ku çarenûsek ku hêzên bêbext ferz kirî be, lê parastina cewherî ji bo gelê Durzî, di asta mirin û mayinê de girîng e. Çawa ku Xweda mirov û kaînat afirandiye, pê re hîkmet û amela ku xwe ji şer û xêrnexwazan bi parêze jî daye.