Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojava û pêvajoya nû

07/05/2025
in POLÎTÎKA
A A
Rojava û pêvajoya nû
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger Efrîn

 Rêber Apo di 27.2.2025’an de banga “aştî û civaka demokratîk“ kir. Bê guman banga Rêber Apo bangeke dîrokî ye û wekî hemû bang û daxuyanîyên Rêber Apo wê banga “aştî û civaka demokratîk“ jî  cihê xwe di dîroka wêjeya  sîyaseta civakî ya cîhanê de girt.

Di bingehê de banga Rêber Apo, bi armanca parastina destkeftîyên şoreşa Kurdistan’ê, mûdexeleya pêvajoya ku li Surî û Rojhilata Navîn tê jînkirin e.

Li Rojhilata Navîn Filistîn’ê Hemas hema bêje ji holê hate rakirin, li Libnan’ê jî Hizbulah derbeya mirinê xwar. Di encama şikandina baskên İran’ê li Surî rejîma BAAS’ê di nava çend rojan de hilweşîya û İsraîl-İngiltere rê ji HTŞ, ya ku di hembêza Tirkîyê de xwedî dikirin, vekirin û di 11 rojan de ew gihandin Şam’ê.

Ji lewra divê em wekî Kurd û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî dijîn vê rastîyê baş bibînin û di hemû gavên ku em diavêjin de jî wê rastîya HTŞ’ê ji bîr nekin û li ber çavan bigirin. Kiryarên wan yên li bajarên beravê, Hema û Hums’ê û di van rojên dawî de jî li dijî Durzîyan pir vekirî raber dike ku, bi qasî serê derzîyê jî cudahî di navbera HTŞ û DAIŞ’ê de tune ye.

Di vir de ev pirs tê hişê mirov; çima bi lez û bez rêveberîya Şam’ê bi fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê re di 10’ê Adarê de peymanek îmze kir? Gelo di nêzîkahîya wan ya ji Kurdan û Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî re guhartinek çêbûye?

Bi yek gotinê; na, tu guhartinek tune ye. Îmzekirina peymana 10’ê Adarê ji boyî ku pêdivîya wan bi rewakirinê heye hate kirin. Her wiha divê em bizanibin ku, heger hêza wan têrê kiriba, wê kiryarên ku îro li bajarên beravê û yên li dijî durzîyan têne kirin 50 qatî zêdetir li dijî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dijîn rû daba. Ew li benda xurtkirina xwe ne, ango li gorî wan mesele dem e û gava wexta wê hat wê pêk bînin. Ji ber ku HTŞ, DAIŞ’a ku cil guhartîye û li Şam’ê hatîye bicihkirin e.

Îsraîl-İngiltere qirkirina Kurdan ku dixwestin bi komploya navdewletî (ya ku li dijî Rêber Apo lidarxistin) bikin û ji ber pêşdîtinên Rêber APO nekarîn bikin, her wiha cerbandina duyemîn DAIŞ bû û ew jî car bi tedbîrên ku Rêber Apo girtibûn û berxwedana şervanên YPG û YPJ lvala derket. Îcar dixwazin qirkirina Kurdan û tunekirina Tevgera Azadîyê bi destê HTŞ’ê bikin. Mesele tev ev e! Serokwezîrê İsraîl û wezîrê wan yê kar û barên derva bi dehan car daxuyanîya “wê pişgirîya Kurdan bikin“dan, lê gelo çima heta niha gaveke şênber neavêtine?

Çima İngiltere hema bi lez û bez ambargo ji ser wezareta karûbarên hundirîn ya rêveberîya Şam’ê rakir?

Çima rêveberîya Trump dixwest fermandarê QSD’ê Mazlûm Abdî hema here Şam’ê û bi rêveberîya Şam’ê re hevdîtinekê çêke, peymanekê îmze bike?

Çima DYA agirbesta ku di navbera Tirkîyê û QSD’ê de hatî çêkirin, bi awayekî fermî nabe şahidê agirbestê û agirbestê ranagihîne û nabe şopdarê agirbestê?

Li vir di navbera kevanekê de vê bêjim; di dokumanên veşirtî yên İngiltere de wezareta derva ji berpirsên rojhilata navîn re dibêje;“divê hûn di hemû civînên di navbera Osmanî û Farsan de yên li ser sînor de amade bin, lê divê hûn îmzeya xwe neavêjin bin yek belgeyê û divê bi tu carî jî sînoran bi awayekî zelal dîyar nekin; herdem xeta sînor şilo be da ku em bikaribin alîyan bikişînin hêla xwe“. Îngiltere bi wê sîyasetê nêzî sedsalî li ser herdû dewletan serwerîya xwe meşand. Çimkî gava bi fermî bibin şahid ji peymanekê re divê bişopînin û li gorî peymanê bimeşin. DYA jî heman sîyaseta İngiltere dimeşîne. Em di vir de kevanekê bigirin û vegerin mijara xwe.

Şerê ku îro li Sûrî û bi gelemperî li rojhilata navîn tê meşandin, şerê girtina dewleta İsraîl bin ewlekarîye ye. Îsraîl hem gelek deverên Sûrî dagir kir, hem jî artêşa Sûrî ji holê rakir. Jixwe ji sala 1974’an de jî bi derxistina şerê navxweyî dewleta Libnan’ê bêbandor kir. Sûrî mabû û ew jî bê bandor kir. Li holê xeta Rêber Apo maye û bi daxuyaniyên ku dide, hewl dide ku Tirkîyê bitirsîne. Bi tenê dayîna daxuyanîyên piştgirîyê xwedî wateyeke wiha ye. Em vê jî di sîyaseta İngiltere de dibînin. Îngiltere di sala 1879-1980 de ew sîyaset li dijî îsyana Ubeydulah pêkanî. Ubeydulah name ji İngiltere, Fransa û Rusya re şandin û alîkarî  xwestibû. Îngiltere wekî ku wê alîkarîyê bike bi awayekî nefermî di rojnameyên xwe de radigihand. Li ser wê dewleta Elî Osman tirsîya Qibis da İngiltere, dev ji Misirê berda û Lîbya jî da Fransa. Bi kurtasî DYA û İsraîl jî heman sîyaseta İngiltere dimeşînin. Mixabin di wê sîyaseta xwd de jî serkeftîne.

Heger İsraîl ji dil ba, bêyî ku bêje bi awayên cuda dikare piştgirîya şoreşa Rojava bikira. Lê nake. Ji ber ku hêj şoreşa Rojava bi temamî ji xeta Rêber Apo derneketî. Îsraîl Kurdên ku ji wê re leşkertîyê bike dixwaze, ne Kurdên azad û Kurdên di xeta neteweya Demokratîk de têdikoşin! Rêber Apo li hemberî pêngava İsraîl înîsîyatîf girt û banga dîrokî kir. Di raya giştî de di serî de DYA, Îsraîl û İngiltere piştgirî dan banga Rêber APO. Jixwe dervayî daxuyanîyeke wiha jî nedikarin bikin. Ma qey wê rabin û bêjin; “na, şer bidomîne“.

Belê, em wekî Kurd û pêkhateyên herêmê her demê xurt û bi hêzin. Lê divê em heta Rêber Apo ji dojeha İmralî dernekeve û statuya Netewa Demokratîk neyê pejrandin qet û qet sist nebin û xwe bi daxuyanîyên xapînok nexapînin. Divê em xwe ji şerekî mezin re amede bikin. Her wiha ji boyî ku îxanet pişta me neşikîne jî divê em di xeta Rêber Apo de ji her dmê bêtir xwe birêxistin û kûr bikin.

Bi kurt û kurmancî; ne dûre ku di demeke nêz de HTŞ êrîşî Rojava bike. Ji lewra hêj şerekî pir dijwar li pêşîya me ye û heger em xwe di felsefa Rêber Apo de kûr bikin, îsrar bikin û hemû derîyan ji xayînan re bigirin, em ê zûtir bigihên hemû mafên xwe yên netewî û civakî. Em ê bi ser bikevin. Serkeftin ya me ye. Lê, ji boyî serkeftinê jî divê em li gorî pêdivîyên heyamê xwe bi rêxistin bikin.

Post Views: 41
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.