Nehîr pale
Peyveke ku sîstema baviksalarî devkî û nivîskî ji kokê rakiriye. Di pirtûkên olî, wêje, kevneşopî û hunerê de şopa wê nemaye. Peyva ez jin im hebûna jinê diyar dike. Mêr bi hemû rêbazên ku li hemberî jinê dide meşandin destûr nade ku ev peyv were bikar anîn. Pênaseya koletiyê li jinê kirin û wê li bazaran dayîna firotin û li gorî fîzîk û temenê jinê buhabûna wê diyar kirin û qirkirine.
Qirkirina li hemberî jinê tê meşandin dibe sedema ku jin tu carî xwe weke jin pênase neke, zêdetir weke dayîk, xwişk, keç û hevjîn dide naskirin. Jin hem fedî dikin bibêjin ez jin im û dizanin dema xwe wisa pênase bikin, wê êrîş li ser wan çêbibin.
Mêr hemû hewldanan dikin ku bighîjin asta bibêjin ez mêr im. Eger lawikekî temenê wî 2 sale ji dayîka xwe re dibêje:` Pere bide min ji bo ez bibim mêr` wê demê bi giştî mêr mêrbuyînê ji xwe re çareserî dibînin û serbilind in.
Civaka cinsiyetparêz ji xwe gelekî nirx daye vê pênaseyê, mêrbûyîn kirine pîvanê camêrtî, hêz û wêrektî. Jinbuyîn jî lewazî û pirsgirêk didin naskirin. Gotina bav û kalan a ku dibêjin `Xema qîzikan heyanî mirinê` vê hişmendiyê diyar dike. Nirxekî mezin ji bo mêr tê dîtin û her tim zextê li ser jinê dikin ku ew lawaze û nikare xwe biparêz e. Jina bi kêrî xwe were, zexta civaka cinsiyetparêz qebûlneke wê reş dikin û jina teqlîdê mêr bike pesna wê didin. Ev feraset û nêzîkatî hemû dibin sedema ku peyva ez jin im bê qîmet bibe û jin jê şerm bikin.
Kîjan jin dibêje Ez jin im? Jina ku raman û fikrê Rêber APO ji xwe re çareserî dibîne, ev jin wê dest bi têkoşîn û berxwedana li hemberî cinsiyetparêziya civakî bikin.
Jina li ser kevneşopiyan dimeşe ew ê nikaribe bibêje ez jin im û nafikire ku çiqasî nirxê vê gotinê heye û tê çi wateyê. Jina vekirî nasnameya xwe bi gotinê bide nasîn wê her tiştî bide ber çavên xwe. Ev gotin di ferhenga civakê de nîne, naxwaze bibhîze yan jî kesek bide bikar anîn. Pênaseya Ez jin im, jin, jiyan, azadî felsefe, çand û exlaqê avakirina civaka demokratîk û gihîştina sosyalîzmê ye.
Tevgera jin ji destpêka salên heftê ji Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşînê kir û niha jî li ser asta cîhanî xwe birêxistin dike. Tevlîbûna têkoşînê, artêş û tevger avakirin rêbazên têkoşîna li hemberî cinsiyetparêziyê ne. Ji bo jin xwe nasbikin, ji xwe şerm nekin, xwe birêxistin bikin û êdî bikarbin bibêjin em jin in bi sedan jin canê xwe feda kirin. Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) pêşengtiya vê têkoşîn û berxwedanê kirin û di şoreşa Rojava de jî şehîd Roksan, Rêvan, Avesta û bi sedan şehîdên jin berdewam kirin.
Ji bo jinê buyîna şervan, şoreşger û têkoşer dibe bingehê li nasnameya xwe vegere û bibêje ez jin im. Jina bibêje ez jin im tê wateya ku biryara têkoşînê da ye, ew zayendperestiyê ji xwe re çarenûs nabîne û dest bi têkoşînê dike.