Dilîn Ehmed/Qamişlo
Şoreşa Rojava ked û hêza jinan ya bi salan ku hatibû veşartin, derxist holê û pêşxist. Jinên Bakur û Rohilatê Sûriyê zihniyeta baviksalarî têk bir. Niha jin pêdiviyên jiyanê bi keda destê xwe peyda dike. Berfîn Mihemed û Berîya Hesen diyar kirin ku ji ber jin xwedî hêz û îradeye, zihniyata baviksalarî derfeta pêşxistinê li pêşiya jinê asteng dike.
Di serdema civaka xwezayî de ku wekhevî, azadî û hezkirinê dihat naskirin, bi taybetî ku bi pêşengiya jinan dihat birêvebirin. Bi derketina baviksalarî re, derbeyeke mezin li jinan ket, rêvebirina civakê ji destê wê hat birin û keda wê jî ya bi salan hat veşartin. Heta berî çend salan jî bi destê desthilatdaran ev ked dihat veşartin. Lê bi lidarxistina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re êdî jin bi tîkoşîn, keda xwe derxist holê û ji hemû cîhanê re hêza xwe nîşan didin.
Şoreşê gelek derfetên zêrîn li ber jinan vekirin. Bê goman jin di gelek zehmetiyan re derbas bûn lê tevlî vê yekê jî dev ji pêşxistina xwe bernedan. Jinên Rojava bi hemû pêkhatiyên xwe, di her qadê de cihê xwe girtin û ji civakê re dan nîşandan ku ew xwedî hêz û dîrokek dewlemendin. Li ser mijarê jinên ciwan yên bi navên Berfîn Mihemed û Berîya Hesen ku di bazara mezin ya cilan ya bajarê Qamişlo de kar dikin, ji rojnameya me re axivî û diyar kirin ku her jin dikare kar bike û pêdiviyên jiyana xwe û ya malbata xwe jî, bi keda destê xwe bidest bixe. Tevlî ku fonê wan pir kême ew di hefteyê de tenê 200 hezarî digirin dest.
`Karê jinê ne tenê karê malê ye`
Berfîn Mihamed ya ku ji bajarê Efrîna dagîrkirî ye wiha di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dema ku jin kar dike nayê wê wateya ku tenê ji bo qezenkirina fona ye, tersî vê yekê her mirovek xwdî jêhatiyeke taybet e. Bê goman her jinek jî xwedî jêhatiyeke taybet e, lê ji ber zihniyeta civakê ya ku jin tenê bi karê malê ve girê dide, bi saya felsefeya Şoreşa Rojava jina ev zihniyet têk bir. Guhertina mezin ku di nava bajar de ya beriya şoreşê û pitşî şoreşê diyar e. Berî mirov kêm didît ku jin di dukanên cilan de yan di bazaran de kar dike, lê niha jin di her deverê de cihê xwe digire û xwe ji civakê re dide qebûlkirin.”
Berfîn diyar kir ku ew li Efrîn xwedî salona bedewiyê ya jinan bû, lê piştê derketina wan ji bajêr, derfeta vekirina heman karî li Qamişlo nîn bû ku berdewam bike. Lewra wê dest bi karê firotina cilan nava bazarê de kir.
Berfîn Mihemed wiha axaftina xwe bidawî kir: “Divê jin û keçên ciwan bi gotinên xelkê bandor nebin, çimkî beşek ji civak me hîn jî li dijî pêşketina jinan heye. Ji bo vê yekê bang li keç û jinên ciwan dikim ku ji hêz û keda xwe bawer bin û derfetê nede mirovê xwedî zihniyeta baviksalarî.”
‘Karê derve ji bo jinan ne şerme’
Berîya Hesen jî ku ev çar heyvin li dikana firotina cilên zaroka de kar dike balkişand ser nerazîbûna malbata wê ji kar re û wiha got: “Destpêka ku min behsa kar ji malbata xwe re kir, ji min re gotin na û şerme ku tu li bazara kar bikî. Lewra bi hezarê salaye jin tenê bi karê malê girê dana. Lê nerîna min cuda bû. Bi destpêkirina min re ji kar re min hişt nerîna malbatê were guhertin, lewra wan jî dît ku piraniya dukanên bazarê jin in.”
Berîya diyar kir ku ew bi karê xwe pêdiviyên jiyana malbatê pêk tîne, çimkî ya herî mezin di nava xwişk û bireyên wê de ew e. Herwiha Bavê Berîya beriya demekê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Berîya Hesen wiha axaftina xwe bidawî kir: “Bi derketina fikir û felsefeya Rêberê Apo pergala yek dest pêş ket û ya baviksalarê hat hilweşandin. Mirov dikare bêje silogana Rêber Apo “jin, jiyan, azadî” digihişe wê heqîqeta xwe. Rêber Apo tehlîlkirin ango jineolojî û dîroka jinê, derxistiye li ser rûyê cihanê.”