Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku di Konfernasê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava de rola jin sereke bû û wiha got: “Jin bi hazirtiya konferansê rabû û rola wê tê de sereke bû, lê pêwîst bû di konferansê de zêdetir bal hatiba kişand li ser rewş û rola jin.”
Derbarê rola jin di lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava de Endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Beriya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bê lidarxistin 3`ê konferansên netewî yên jin hatin lidarxistin, bwan konferansan çi qas bandor li ser konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir?
Weke tê zanîn 26`ê Nîsanê konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Ev konferans bi salan bû ku nîqaşên wê dihatin kirin, herwiha ji bo tevahiya gelê kurd weke xwnekê bû. Konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî xwedî pêvejoyeke dîrokî bû. Ji bo dîroka kurd û kurdistanê, di heman demê de ji bo tevhiya gelê kurd 26`ê Nîsanê rojeke dîrokî ye. Ev konferansê Yekrêzî û Yekhelwesa Kurdî bû bersivek ji bo pêşketinên ku li herêmê tên kirin û li ser vî bingehî hate lidarxistin. Ev konferans bû bersivek ji bo rewşa kurdan ji ber ku em dizanin ku îro gelê Kurd di Rojhilata Navîn de roleke serek dilîzin. Edî Pirsgirêka gelê Kurd ji pirsgirêka Kurdî dema niha bûye dozekeke Kurdî, herwiha pirgirêka gelê Kurd êdî bû ye pirsgirêke cîhanî.
Lewma jî pir girîng e ku îro rola gelê Kurd di çareseriya Sûriyê ya siyasî de hebe û gelê Kurd di Sûriyê de roleke sereke bilîze. Ji ber vê yekê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku hate çêkirin bû hêzek ji bo tevahiya Sûriyê ku karibe li ser piyan raweste û hêza xwe bigire, herwiha êdî roj hatIye ku yekîtiya Sûriyê ji hemû pêkhateyan were çêkirin. Di hundirê konferansê yekrêzî û yekhelwesta kurdî weke jin hêza xwe ji konferansê jin yê ku beriya wê hatiya lidarxistin girtbû. Hem konferansê jin yê ku li ser asta Kurdistanê hatbû lidarxistin û hem jî beriya wê konferansa Jin ya Kurdî ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê hatbû lidarxistin hêz girtbû. Ev yek jî bandoreke erênî li konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir, di konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de gelek nêrîn û pêşnayar hatin kirin lê ne li gorî asta îfadekirina têkoşîn û keda ku jin li herêman Bakur û Rojhilatê Sûriyê daya meşandin.
-Rola jin di Konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hate çi astê hebû, herwiha xalên ku ji bo jinê hatibûn diyarkirin çibûn û hûn çawa dinrxînin?
Di konfernasê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de jin bi hazirtiya wê rabû û roleke serek di konferansê de lîst. Herwiha di konfernasê Kurdî de ji bo jin gelek nêrînên cuda derketin, lê pêwîstbû zêdetir bal li ser rewş û rola jin di konferansê de bihatiba kişandin û tekezkirin. Pêwîstbû ku di hundirê konferansê de tekez li ser rol û rewşa jin bi hate kirin, hem jî xalên ku di hundirê konferansê kurdî de ji bo jin hatin nîqaşkirin têrênekirin.Li gorî şoreşa jin li Rojavayê Kurdistanê, herwiha keda ku jin li Rojavayê Kurdistanê daye meşandin, pêwîstbû ku zêdetir û bi berferhî bal li ser rol û rewşa jinê bihatiba kişandin. Lihevkirinên ku bi hêzên Navdewletî re di derbarê jin de hatbûn çêkirin pêwîstbû ku ew jî ji bo mafê jin di konferansê Yekrêzî û Yekhelewsta Kurdî de li ser hatbe tekezkirin. Li hemberî wê jî nêrîn û nirxandinên jin di konferansê Kurdî de gelekî balkêşbûn, herwiha tekezkirina li ser rola jin di hebû beşan û astan de hebû lê ne zêde, ji aliyê siyasî, civakî, aborî, leşkerî, çandî û hew.. di hemû aliyên jiyanê de çawa jinê roleke mezin lîst û çawa muhra xwe li dîroka jin da û li ser destkeftiyên bi destxistine. Ev bi giştî di hundirê konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de anî ziman û li ser hate tekezkirin.
-Konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî di pêvejoyekî ku Rêber Apo banga Aştî û Civaka Dîmokratîk kir de hate lidarxistin, bangê çiqas bandor li ser konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir?
Şert û mercên ku heyî ku konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî were lidarxistin biriya banga dîrokî ya Rêber Apo bi navê Aşîtî û civaka Dîmokratîk bû, herwiha banga Rêber Apo hêzeke hêzeke da Konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku were lidarxistin.Di heman demê de banga Rêber Apo gelekî girîngbû û li ser vê bingehê konferansê Kurdî hate lidarxistin, ji ber ku herêm û bi taybet Rojhilata Navîn hewcedarî aştî û dîmokratiyê ye. Rojhilata Navîn bi zengînbûna xwe, çand û şarstaniya xwe ya dewlmed hewcedarî civakeke dîmokratîke, ji ber vê yekê pêwîst e Rojhilata Navîn bi aşîtî jiyan bike û bi taybet di kurdistanê de ji ber ku ew bixe dilê Rojhilata Navîn e. Ev pêşketinên siyasî yên ku çêbûn bi saya banga dîrokî a Rêber Apo ji bo çareseriya herêmê di van şert û bercan de sûdekî mezin hate girtin. Li gorî tiştên ku tên pêşkêşkirin û gavên li ser asta Kurdî hatin avêtin bi temamî cihê girtiye, em werin hevrûkirinê di navbera herêmên din yên Sûriyê de çêkin ku çawa di nava aloziyekê de jiyandikin. Ji ber vê yekê Sûriyê bi reng bûna xwe nikare bibe Sûriyeke nû li gorî hêviyên gelê Sûriyê û bi taybet jinên Sûriyê.
Banga min ji her jinekê re heye ku weke jinên Kurd pêşengtiyê bikin, herwiha pêwîst e ku em vê xetê berdewam bikin. Divê her jinek xwedî li mafê xwe derkeve û pêşengtiyê ji bo civaka xwe bike. Di konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de erke û perpirsyarî girt li ser milê me bi tevhiya ye. Em jî weke jin erk û berpirsyariyê digirin li ser milê xwe ku em ê xalên ku di konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatine pêşkirin serkêşiyê bikin.