Ronaz Silêman/Qamişlo
Cîgirê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir ku ji sala 2011’an û heya niha hemû sitasyonên avê yên kantona Cizîrê bi taybet ên aliyê Rojava wêran bibûn, lewra pirsgirêka avê heya niha çareser nebûye û got, “Herî dawî ji ber bahozê bircên elektirîkê ketin û rewşa avê li Qamişlo zehmet bû.”
Ji ber bahoza bihêz ya ku li bajarê Hesekê rû da, şeş bircên li ser xeta sereke ya elektrîkê hilweşiyan, di encamê de hemû stasyonên avê û bîrên li taxan ji xizmetê derketin. Şaredariyê tedbîrên pêwîst ji bo vê yekê girtin e, di nav de jeneratorên li ser bîrên taxê dane xebitandine û stasyonên avê niha bi nîvê kapasîteya xwe dixebitin. Ji ber vê yekê, tê payîn ku pêvajoya sererastkirina xetê bi qasî 12 rojan bidome. Di heman demê de Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo gel agahdar kir ku avê li gorî hewcedariya xwe yên pêwîst pêk bînin ji ber ku hin tax ji taxên din cûdartir ava wê tê peydakirin. Herwiha Şaredariyê lêborîna xwe xwestin û soza çareserkirina vê pirsgirêkê bi hemû hewldanên xwe dan.
Derbarê pirsgirêka avê ya ku ji ber sedema bahozê pêk hat, cîgirê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Mesûd Yûsif ji Rojnameya me re axivî.
Mesûd Yûsif diyar kir ku pirsgirêka avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li bajarê Qamişlo ji sala 2011’an û heya niha tê jiyankirin û wiha got: “Ji sala 2011’an û heya niha hemû stasyonên avê yên kantona Cizîrê bi taybet ên aliyê Rojava wêran bibûn, çeteyên DAIŞ’ê bi giştî ew ji xizmetê derxistibûn. Weke bajarê Qamişlo bi taybet jî berhevkirinên salan e, bingeha bajêr a avê li gorî pisporên ciyolojî ku rêjeya avê gelekî kêm bûye. Ev yek jî bandor û metirsiyeke xwe ya mezin heye. Di demên borî de rêjeya ava rûyê erdê ya bajarê Qamişlo zêde bû, lê bi demê re ew ava ser rûyê erdê hemû çûye, ew jî bi sedemên ku dewleta Tirk siyasetekê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Niha çemê Ceqceq bi rêya vê siyasetê ziwa bûye, ev çem havîn û zivistanan dagirtî av bû, ev hemû şert û mercên ava ser rûyê erdê ya li bajarê Qamişlo xiste zehmetiyeke mezin û lêçûneke mezin jî jêre pêwîst e. Ava ku bajarê Qamişlo li ser wê ye ew e ku xeta Sefan nêzîkî 300 m3 dighêje bajarê Qamişlo, ji derveyî wê jî stasyona Ceqceq 6 bîrên wê hene, satsyona Uwêca jî avê dide bajêr, lê bi taybet a ku ji sedî 70’ê avê dide bajarê Qamişlo stasyona Hilêliyê ye, ew jî nêzî 50 bîrên wê ne.”
‘Ketina 6 bircên elektirîkê rewşa avê zehmet kir’
Yûsif di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku bahoza tozê bo sedema ketina 6 bircên elektirîkê û wiha got: “Bahoza tozê ya ku rû da, bo sedema ketina 6 bircên elektirîkê, ev jî bi dana avê li bajarê Qamişlo û hawîrdora wê ve girêdayî ye. Li gorî daxuyaniya Desteya Enerjiyê 72 seatan heta ku ew karibin van bircan çêbikin, herwiha di dema ku daxuyanî jî dan bahoz berdewam bû, lewra dibe ku çareserkirina wê demê zêdetir bibe. Me weke Şaredariya Gel û Gerînendeya Avê bi hev re hemahengî kir ku wê 12 rojan were çareserkirin. Li ser vê bingehê em vegeriyan xeta xwe ya duyemîn ew jî pejirandina alternatîfên enerjiyê ye ku jenator bên xebatandin. Lê jenator 24 seatan nikarin bixebitin ji ber ku hêza jenatoran ne weke dana avê ya li ser elektirîkê ye, tenê wê nîvê hilbirîna avê bide, lewra wê ev yeke bandorên xwe li ser bajêr hebe. Niha li bajarê Qamişlo li aliyê Rojhilat 13 bîr li ser taxan hatine belavkirin, hene, ew jî li ser jenatoran tên xebatandin, bi van bîran alîkarî ji bo dana avê li aliyê Rojhilatê Qamişlo tê kirin. Niha wê pranî aliyê rojavayê Qamişlo zehmetiyên avê bibînin, ji ber ku di wir de hejmara mirovan û erdîngariya wê ji ya rojhilatê Qamişlo berfirehtir e.”
‘Tankên Şaredariyê û Gerînendeya avê di xizmeta bajêr de ne’
Mesûd Yûsif axaftina xwe wiha qedand: “Hêviya me heye ku wê gelê me yên nêzîkî xetên sereke û sitasyonên avê bi rengekî rêkûpêk avê xerc bikin. Da ku av bighê her kesî li bajêr. Herwiha nûmarên hemû tankên avê li her derê hatine belavkirin, ji bo ku em karibin van rojan derbas bikin û em hewl bidin avê bê dirav li gel belav bikin. Li gorî wê jî 2 tankên Gerînendeya Avê û yek tanka Agirkujiyê jî wê di xizmetê de ben. Çavkaniyên avê jî li cihê Gerînendeya Avê, li sitasyona Hilêliyê û li ser rêya Hîzamê ya li Bakur hene. Herwiha tedabîr hatine girtin ji bo ava ser rûyê erdê li gorî budceya 2025’an wê bîrên nû werin kolan, ev yeke jî ku heta 25 salan û bi wir de tedabîr bikin û hilbirîna avê were hildan. Bangewaziya me jî, ji tankê avê yên sivîlan ew e ku vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bikar neyînin, wê dewriyên şopandina vê yekê derkevin heta ku ev rewş were derbaskirin.”