Esma Mistefa
Divê em bi pirsa gelo jina berhemdar û afrîner layiqî jiyaneke bi vî rengî ye? destpê bikin. Hele hele di serdemeke wiha de.. Em ê zêde nekevin hurguliyên ku sîstema desthilatdar çawa dixwast û heya niha jî konsepta jinê bisipêre zilamê ku afirandiye, dike. Pergal bi gelemperî li ser bingeha jirêderxistina xwebûn û cewhera jinê piştî serdema serdest a Sûmeran hatiye avakirin. Ji lewra guhartina vê hişmendiyê di rû û şevekê de, wê ne mumkin be.
Bi demê re her çendî li hember vê yekê têkoşîna guhartina rastiya jin hatibe kirin jî, lê di asta ku bibe berhemdar û encamgir be, nehatiye ponijandin û pêkanîn. Di gelemperî de rêxistinên famînîst ku xwestine li hember vê yekê şerê hebûnê û guhartina zihniyet, derketin lê îdeolojiya ku dane avakirin û li ser wê tevgeriyane; şaş û ne li gorî qanûna xweza û civakbûyênê bû. Ma gerdon tenê bi jinê tê sazkirin û jiyan kirin! helbet ev ne pêkan e û li dijê firikra azadiya her du zayenda ye. Ji lewera jî bi ser neketin.
Ji derveyî pergala modernîteyan kapîtalîst ku lêberalîzmê esas digre. Bi fikarên olî û nijadperstî di her milî de jin sînordar kirin. Di aliyekî de bi azadiya sînornenas atmosfera jirêderketinê avakirin û weke ku tu kes karê xwe bi nêrîna ferd nîne û di aliyê din de bi zihniyeta olperest jin xistin qefesê. Bi firkarên olperest û dogma her tişt ji jinê re şerm û ne rewa dîtin. Heta jin gihît asta ku bi wê rastiyê bawer be. Em bala xwe bidinê bi siyaseteke herî zirav jin di her alî de bikar anîn û li gorî xwe sazkirin.
Em ê bi vê yekê bigihînin mijara ku ez dixwazin balê bikşînin ser wê… Piştî rûxandina rêjîma berê (Baas) di Sûriyê de, Gelo di sedsala 21’emîn de çima em bi qirika jinê digrin û vedikşînin serdema tarîtî û reşiyê? Emê nebêjin ku sîstema berê pir bedew û xweşik bû ji ber her xetek weke ku me aniye ziman bi polîtîkeya xwe a bi heman armancê tevdigere. Zihniyeta tunehesibandina jinê ji bo çi wê ewqas bi kok û bingeh be? Hebûna jina azad di civakê de gelo ewqas bi hesab û bi tirs e?
Bi taybet rewşa jina Sûrî berê û niha jî tu ferq û pêşveçûnek nehat jiyankirin. Di nava sîstemeke olperest de tam jin di Sûriyê de derbasî qonaxeke din a desthilatdariyê û tunekirinê kirin. Ev yek jî di hundir 4 heyvan de ku çawa HTŞ’ê hate ser serweriyê ji siyaseta jin xwe bigire (Biheşimîne), mudexeleya li cil û şemala wê, di sîstema xwendinê de, her wiha destdirêjiyên ku hatine jiyankirin di demên dawiyê de û herî dawî komkûjiyên ku li ser pêkhateyan pêk anîne û sazkirina destûra ku hebûna jinê têde nehatiye diyarkirin. Bi van diyardeyan pêşeroja jin di Sûryê de.. tê femkirin. Gelo di sedsala ku silogana Jin Jiyan Azadî li çar aliyên dinyayê tê libakirina ev yek gengez e?! her çiqas zimanê diyarker bidin guhartin jî lê hişmendiyek olperest ku xwe dispêre bingehên gelek xurt yên weke El Qayîde û DAÎŞ’ê wê di xeta xwe de zû zû neyên guhartin. Hikumeta ku niha di Sûriyê de tê dîtin, ji komên çeteyan yên ku bi sala ye komkujî, kuştin, darvekirin, şewtandin, dizî û talankirin di Sûriyê de kirine ye. Ev komên çeteyan ku heyanî niha jî ji aliyê Tirkiyê ve têne biştevanî kirin, bi hilwşandina rêjîma berê û hatina Colanî re xwe bihêztir û xurtir dîtin.
Gelê Sûriyê a ku bi hilweşîna rêjîma berê re weke ku Sûriyê rizgar bû û 14 sal ji qirîz û qeyranan bi dawî bû, gelo piştî komkujî û piratîkên ji laiyên Hikumeta nû hatine dîtin ve ma rastî azadiya ku 14 salin li bendê bûn ev e? di asta yekem de ev komên ku weke şagirt û bermahiyên DAÎŞ’ê tên dîtin. Qirkirina gelê Kurd armanca wan a yekem bû. Ev rastiyeke û tu kes nikare biştguh bike. Dema derketina gelê Efrînê ji herêma Şehbayê jî em bi xwe şahidê gotinên ku “Biçin kur herin dawiyê de em ê xwe bigihînin we, QSD’ê we ji destê me xilas nake”! bi van gotinan û bi sedan gotinên bê exlaqî layiqî jin û gel didîtin.
Tevgera Azadiya Kurdistan di xeta xwe ku “Avakirina civaka qxlaqî û polîtîk, parastina ekolojî û azadîxwaziya jin” esas digire. Di piratîzekirina vê îdeolojiyê de zêdetirê 50’î salî ye têkoşîna leşkerî û bîrdozî dike ku guhartina pergala kapîtalîzmê avakiriye, dike û altirnatêfa wê civak û mirovahî vegera mîraseya xwe a xweazayî ku tê de her kes, civak, netew, ol û bawerî bi maf û hebûna xwe jiyan bikin. Rêber Apo li ser vê bingehê têkoşîna guhartina zihniyeta global da meşandin û Tevgera Azadiyê di vê xetê de bi îsrar û net berxwedaniyê dimeşîne. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku gelê kurd li ser van mîrasan hatibû mezinkirin û perwerdekirin. Bi rêxistinbûna xwe li hember hemû êriş û siyasetan li ber xwe dan û têkoşîna doza azadiya gelê kurd meşandin. Muma vê yekê ji Rojava pê ket û sîstema Netewa Demokratîk a ku bingeha îdeolojiya me ye, di encamam bedelên giran de pêk hat. Şoreşa Rojava bû şoreşa azadiya jinê, di pêşengtiya jina Kurd de, bilindkirina dengê jinan a ji bo azadî û demokrasiyê belav bû. Li ser van bingehan hemû pêkhateyên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştgiriya vê yekê dikin û têkoşîna hevpar dimeşînin.
Di Sûryê bi taybet de rewşa jin divê were veguheztin ku tê de 14 sal ji şoreşeke bi pêşengtiya jin tê birêvebirin. Ev şoreşa ku bi jinê hatiye serxistin, muhra xwe li hemû şoreş û tevgerên jin di cîhanê de xistiye. Bi silogana Rêber Abdullah Ocalan a Jin Jiyan Azadî bûye sembola jina azad û pê jiyan tê xemilandin. Ev yek bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re her çû zindî bû û di nava jinên cîhanê de hate naskirin. Di nava vê şoreşê de di encama bedel, têkoşîn, berxwedanî û şerkirina li hember zihniyet ev destkeftî hatin bidestxistin û parastin. Di qadên bîrdozî, leşkerî, dîplomasî, siyasî û civakî de bi pêşengtiya jina Kurd jinê xwe îsbat kir. Bê guman di salên durûdirêj de ne pêkan e rewşa jin di Sûriyê de veguhere rewşa beriya 5 hezar sal.
Em niha di Sûriye nû de dibînin ku vê yekê bi îsrar dixwazin pêk bînin. Pêkanîna vê di demeke wiha de divê rê li ber neyê vekirin. Hikumeta nû her çendî di qilifê xwe ya dixwaze raber bike de xwe nerm dike, lê di cewher û zihniyet de xwedî fikar û bîrdoziyeke olperest, nijadperest û serdest e. Bi sedan mînakên ku vê yekê piştrast bikin jî hatin jiyan kirin. Jina ku bi qaliqên kevneşopiyê hatibû xapandin, divê careke din nekeve xefka hişmendiya ku dixwazin mayînde bikin. Armanca ku tê dîtin avakirina Sûriyeke xwedî hişmendiya olî û dînî ye. Lê piştî ewqas guhartin û têkoşîn wê ev yek pêkan nebe. Hele hele bi hebûna sîstema Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Em vê yekê tenê ji bo Sûriyê nabêjin. Lê belê pergala heyî bi her awayî li dijî jinê siyaseta Şerê Taybet û tunekirinê dide meşandin. Ji lewra ger em rastiya xwe nas dikin û têdigihêjin divê li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê em xwe biwestînin û li hember zihniyet û pergalê şerê xwebûn û azadiyê bimeşînin. Ev pêvajo ne pêvajoya bêdengkirin û tirsê ye… pêvajoya serîrakirin û guhartinê ye.