Dilîn Ehmed/Qamişlo
Her tim helbest ji bo helbestvanan xwedî wateyeke cuda ye, ji bo jinan bi taybet bûye deriyekî bêhinstandinê ye. Jinan bi hezaran çîrok, stran û helbest carinan li ber dergûşê zarokan, carinan di şer de, carinan ji bo xwezayê ji bo ajal û bax û bostan gotine. Helbestvana jin ya kurd Baso Kurdaxî jî, êş û hesreta li ser bajarê xwe bi nivîsandina helbestan tîne ziman.
Di Dîroka kurdan de peyv, gotin bi dengbêjiyê heta roja me ya îro xwe parastî ye, bêguman keda jinan jî gelek mezin e. Ji bo vê yekê jî li ser erdnigariya Kurdistanê ya ku tim wek cihê keyf, şahî, şîn, şer, koçberî, xweza û afirandinê bû, jinan ev hestên xwe bi zarokan da heskirin û bi welat û xwezaya re jî parve dikirin. Di vê kedê de her çiqas ku navê bi hezaran jinan tune be jî, yên navê wan heyî mînaka bingeha xurt nîşanî me didin.
Bêguman her tişt di vê jiyanê de bi bingehe, eger bingeh tune be nabe. Civak jî bi çand û zimanê xwe tê naskirin. Di demên şer de rola herî girîng û bi bandor, rola çandê ye. Lewra dengbêj, nivîskar û helbetsvan ne tenê hestên xwe, ew hestên mirovan bi giştî tînin ziman.
Helbestvana jin ya bi navê Baso Kurdaxî di sala 1963’an li herêma Efrînê ji dayik bûye. Wê dibistana seretayî li Efrînê qedand û navîn û amadeyî li Helebê qedand. Herwiha Beso Fakulteya Zanistên Xwezayî li zanîngeha Helebê qedand. Beso di temenê xwe yê 24 salî mamostetî kir. Ji ber şerê Sûriyê Beso ku dayîka sê xort û keçekê ye, di dawî 2015`an de berê xwe da Almaniyayê.
‘Hezkirina ji xwendina pirtûkan min kir helbestvan’
Helbestvana kurd Baso Kurdaxî li ser hezkirina xwe ye ji danîna helbetan re, ji rojnameya me re axivî.
Beso diyar kir ku hezkirina wê ji xwendina pirtûk û helbestan re, hişt ku ew dest bi nivîsandina helbestan bike û wiha berdewam kir: “Min ji xwendinê hez dikir, di ciwaniya xwe de min gelek roman dixwendin. Di aliyê bilindkirina moral de bavê min rolek mezin lîst. Dema ez di pola nehan de xwendekar bûm, mamosteya me mjarek li ser karker û rola wî ya di civakê de xwest. Min bi hemû hest û hezkirinê dest bi nivîsandina mijarê kir. Dema mamoste daxwaza xwendina mijarê kir, ez bi heyecan bûm, min dest bi xwendina wê kir û bi hêvî li benda nerîna mamosteya xwe mam. Wê demê ji min re got, tu xwedî pênûseke xurt e, şêwaza te ya nivîsandina mijran bi bandor e, xwendin û nivîsandinê bidomîn e.”
‘Bi hêviya gihiştina namê me’
Helbestvan Baso Kurdaxî di derbarê pirtûka xwe ya yekemîn ya bi navê Qîrîna Zeytûnê ku di 2025`an de bi zimanê Erebî nivîsandibû wiha got: “Sedema nivîsandina min ya bi zimanê erebî ew e ku tevahiya mirovan bixwînin. Lewra her kes dizane di demên me de ji ber dagîrkirina Kurdistanê û desthilatdaran, civak ji xwendina bi zimanê dayîkê bê par ma. Lê ev nayê wê wateya ku ez nizanim bi zamanê dayîkê bixwînim yan jî binivîsînim. Ez niha bi her du zimanan helbestan amade dikim.”
‘Helbest peyama aşîtiyê ye’
Li ser xweza û jiyana Efrîn Baso dirêjî da axaftina xwe û wiha got; “Efrîn bi xwezaya xwe ya xweş û bi gelê xwe yê dilsoj ku her tim deriyên wê vekirîne, tê naskirin. Efrîn îlhama min e, tiştê ku heta niha qewimîn di hemû nivîsên min de hatine tomarkirin. Her nivîsek û her çîrokek êşa ku ez tê de derbas bûm, bi hestên tevahiya koçberên Efrîn bi taybetî jin, min nivîsandiye. Bêgoman bandora helbestvanan di rewşên şer de bi bandor e, armanca min û ya hemû nivîskaran ew e ku di riya nivîsên xwe re, em hişyariyê û ragihandina peyama rawestandina şer û rakirina bê edaletiyê ya li dijî gelê xwe û gelên din ên bindest, bikin. Çimkî di baweriya min peyama her nivîskar, helbestvan û rojnamevanekî, ew e ku em kurd alîgirên aştiyê ne, ne alîgirên kuştin û wêrankirinê ne.”
‘Hêviya azadiyê’
Li ser rola helbestvanên jin di civaka Kurd û Ereb de jî, Baso Kurdaxî diyar kir ku, civakê her tim jinan di hemû qadên civakê de, sînordar dikir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di narîna min de tevlîbûna jinan û hilbijartina wan di nivîsanidina helbest û pirtûkan de, şikandina van sînora ye. Bêgoman pêşketina jinan pêşketina civakê ye. Ji bo wê ez ji tevahiya jinan û keçên ciwan re vê dibêjim; nehêlin ti tişt di riya we de bibe kelem. Ti ji çi hez bike wê bike. Ji bo pêşketina mirovan jî riya herî rast bê goman, xwendina pirtûka ye.”
Herwiha li ser bandora helbestvanan di qadên siyasî de Baso got; di nerîna min ev yek ji mafê siyasetmedaran e, em helbestvan û nivîskar rola ku tê ser milê me hişyarkirine, eşkerekirina rastiyan û belgekirinê ye, ji ber ku pênûs ji çekan zêdetir bandora xwe li ser mirovan dike.
Helbestvana Baso Kurdaxî bi hêviya azadkirina Kurdistanê wiha axaftina xwe bidawî kir: “Helbet min tenê ji ber êş û azarên jiyana xwe, bi taybetî piştî şer û koçberbûna welat helbest nivîsî. Min xwest ji civakê re îspat bikim her çend dem derbas bibe ku heta jin bi giştî bi taybetî jina Kurd, bêyî destek bin jî, ew ê yê herî xurt û bihêz bin. Her peyva ku min anî ziman êş û janên gelê me ye. Di her nivîsê xwe de çîrokek rast ya talankirin û êşek kujer ji dilê rastiya Efrînê tê. Min tu carî ji xeyalan nenivîsandiye û nanivîsim. Hêviya min ew e ku, Efrîn û tevayîya bajarên dagîrkirî, di zûtirîn dem de werin rizgarkirin.”