Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Faris Osman; Xemxwarê dîrok û dewlemendiya welatê xwe

04/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Faris Osman; Xemxwarê dîrok û dewlemendiya welatê xwe
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Nivîskar Faris Osman da zanîn ku ew xwe di nava nivîsên xwe de dibîne û wiha got: “Gelê me hewcedarê naskirina dîroka xwe ye, ji ber ku dîroka gelê kurd ew dîroka herî dewlemende.”

Nivîskar Faris Osman di sala 1969’an de li taxa Hilêliyê ya girêdayî bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Wî xwendina xwe li dibistanên Hilêliyê xwendiye û beşa Dîrokê li Zanîngeha Şamê qedandiye. Piştî qedandina zanîngehê ew bûye mamoste û li gelek dibistanên Qamişlo karê mamostetiyê kiriye. Di dema niha de ew endamê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdên li Sûriyê ye.

Derbarê jiyan, kar û xebatên xwe yên rewşenbîrî, nivîskar Faris Osman ji Rojnameya me re axivî.

‘Ez ji zaroktiya xwe ve mijûlî nivisandinê bûm’

Nivîskar Faris Osman diyar kir ku wî ji zaroktiya xwe ve dest bi nivîsandinê kiriye û wiha got: “Ji dema ku ez zarok bûm min ji nivisandinê hezdikir û hertim pênûs û lênûsa min di destê min de bûn û çi dihat ser bala min, min dinivisand û dikir weke çîrokan. Bi demê re nivîsên min pêşketin. Pêşketina ku di nivîsên min de çêbûn hişt ku ez gavekê bavêjim û nivîsên xwe bikim pirtûk. Bi dehan gotar û lêkolîn min di malperan û rojnameyan de hatine belavkirin. Ji 2002’an de û pê de min dest bi çapkirina pirtûkan kir. Tişta ku hişt ku ez bi rehetî binivîsim malbata min bû, ji ber ku ji kesê nivîskar re cihek taybet pêwîst e, malbata min di vî aliyî de alîkariya min kir. Tişta balkêş ew e ku ez hertim nivîsên xwe piştî seat 12’ê êvarî dinivîsim, ji ber ku ez hîz dikim ku piştî saet 12 mejiyê min vedibe û derbasî cîhaneke din dibe, dikevim kurahiya xeyalan û wan jî dikim nivîs.”

‘Nivîskarê navdar Selîm Berekat bandor li min kir’

Osman da zanîn ku dema mirov karekî rast bike helbest wê zehmetiyan jî jiyan bike û wiha got: “Ez weke nivîskar bêhtirî xwe bi lêkolînan re mijûl dibim. Ji ber kêmbûna jêderan ez di lêkolînan de zehmetiyan dikşînim. Nivîsandinên min bêhtir di beşê kurdî de ne lewma jêder kêm in û ev dihêle ku lêkolîn demek dirêj bixwaze. Ji ber kêmbûna jêderan û yên hene jî bi zimanê erebî hatine nivîsandin, ez nivîsên xwe bi erebî dinivîsim û ev jî weke kêmasiyê dibînim. Di heman demê de ez  di belavkirina nivîsên xwe jî zehmetiyê dibînim, ji ber kêmbûna xwendevanan. Bi dehan simînerên me çêdibin lê mixabin yên temen mezin tenê hazir dibin lewma ev dihêle ku tu dûrî xwendevanên xwe yên nifşên nû bikevin, ew nifşê ku tu karibe bandorê li wan bike. Yê ku bandor li min kir Selîm Berekat bû. Selîm Berekat bandora wî li ser nifşên me hebû, piraniyê nivîskarên bajarê Qamişlo bandora wî li ser wan hebû. Herwiha yê bêhtir bandora wî li me dibû Nivîskar Kemal Mezher û yê ku me dixwest bibe weke nimûne ji me re Cegerxwîn e.Di heman demê de di wê demê de yê piştgiriya me dikir ku em binivisînin Ebdulhelîm Derwîş bû. Lê yê bandora herî mezin li min kir û hişt ku binivisînim Selîm Berekat bû.”

‘Bi derketina soşyal mediya mirov dûrî xwendinê bû’

Nivîskar Faris Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Weke em niha dibînin ku rewşa herêmê ne zelal e, vê yekê hişt ku gelek kesên bi bandor ji welatê xwe derkevin, herwiha derketina Soşiyal Mediya jî hişt ku mirov dûrî xwendinê bikevin. Di heman demê de dema tu lêkolînekê tîne û tu zehmetiyan pê re bikşîne heta tu belgeyan bide hev, hin kes tên van lêkolîn û nivîsên te li ser navê xwe ji xwe re dadixînin ser malperên xwe bêyî ku destûra te bixwazin, ev jî ji min û piraniya nivîskaran re dibe weke xemgîniyekê.”

Berhemên Faris Osman ev in:

Diyaneta Zeredeştî( Aldiyane Alzeredeştiye).

Kurd û Hêvî Têkiliyên Dîrokî(Al-Kurd we Alemel û Alaqat Altarîxiye).

Kurd li Sûrî. (Al-Kurd fî Sûriya).

Komkujiya Qamişlo( Altefcîr Alirhabî fî Qamişlo).

Yûsif Çelebî çîrok û afrînerî( Yûsif Celebî Alqisa û Alibda’i).

Kurdistan ya nû kurdî ye (Kurdistan Alcedîde Kurdiye).

Newroz name, Newroz di dîrokê de(Al-Newroz fî Altarîx).

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.