Esma Mistefa/Qamişlo
Gotûbêjên fermî yên di navbera Tehran û Washingtonê de di meha Nîsanê de 3 caran pêk hatin. Herdu aliyan ew wekî erênî û avaker bi nav kirin, da ku bernameya noklerî a pêşketî ya Îranê çareser bikin.
Gotûbêjên fermî yên di navbera Tehran û Washingtonê de roja Şemiyê 12’ê heyvê li Muscat a Omanê dest pê kirin .Danûstandin bi navbeynkariya (wesîle/waste) Omanê û beşdarbûna Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û nûnerê Amerîkî Steve Witkoff hatin lidarxistin. Di nav gefên leşkerî yên Donald Trump de eger lihevkirin bi ser nekevin, Di demekê de ku Îran daxwaza sivikkirina cezayan dike, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di nav aloziyên herêmî yên ji sala 2023’an vir ve de, daxwaza sînordarkirinên li ser bernameya wê ya nuklerî dike.
Ev lihevkirin bi armanca gihîştina rêkeftinekê derbarê bernameya nuklerî ya Îranê ya bilez de pêk hat. Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku heke danûstandin bi ser nekevin, ew ê dest bi êrîşa leşkerî bikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di daxuyaniyeke TV yê de got ku her du alî pir nêzîkî danîna bingehek ji bo danûstandinan bûne. Lê zêde kir ku gihîştina vê bingehê di demek nêzîk de dê derî li ber nîqaşên cidî veke.
Kesên ku di rûniştinê de amede bûne
Ji aliyê Emerîka ve Steve Witkoff, nûnerê Trump li Rojhilata Navîn, û Anna Escojima, Balyoza (Sefîr) Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sultanatê Omanê beşdarî civînê bûn.
Ji aliyê Îranê ve jî di çûyîna Umanê de li gel Araqçî Îsmaîl Baqaî berdevkê Wezareta Karên Derve yê Umanê. Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Siyasî Mecîd Text Revançî. Alîkarê Wezîrê Derve bo Karûbarên Yasayî û Navneteweyî Kazim Xerîb Abadî û danûstandkarên (Mufawidîn) payebilind di warên cezayan û pirsgirêkên noklerî de.
Ku danûstandin bi awayekî her aliyek di odeyekê cuda de pêk hat û parvekirina nêrînan bi riya Wzîrê Derve a Umanê pêk dihatin.
Naveroka ku hatiye gutobêjkirin ji aliyê Şanderê Taybet ê Qesra Spî Steve Witkoff wiha hate nirxandin.
Îran yek ji welatên hilbirîner ê madeya Uraniyûm a ku di çêkirina çekên Nuklerî de tê bikaranîn e. ku di demên dawiyê de lihevkirin û peymanên navnetewî yên hilberîna û dewlemendiya Uraniyom derbas dike û zêdeyî 60% derbas dike.
Li gor vê yekê Şanderê Taybet ê Qesra Spî Steve Witkoff got ku “Her rêkeftineke dîplomatîk bi Îranê re dê bi destnîşankirina hûrgiliyên verastkirina bernameyên dewlemendkirina Uranyûm û çekên nuklerî yên wî welatî ve girêdayî be”.
Witkoff roja Duşemê di hevpeyvînekê de ligel Fox News got, “Ew ê bi giranî li ser verastkirina bernameya dewlemendkirinê be. Piştre di dawiyê de çek kontrol bibin. Ev yek mûşek û cûreyên wê jî ku wan hilanîne jî di nav xwe de digire.”
Her wiha tekez kir ku kontirolkirina “çekdarkirinê” yên bernameya nuklerî xalek sereke di danûstandinên bi Îranê re pêk tîne. Ev mûşek û detonator (ji bo teqandina) bombeyan dihewîne”.
her wiha got: “Pêdivî bi wan nîne ku ji sedî 3.67 zêdetir dewlemend bikin. Ev rêjeya herî zêde ye ku di çarçoveya peymana nuklerî ya 2015’an de destûr tê dayîne, ku tê de di sala 1018’an Srokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump vekşiyaye”.
Witkov destnîşan kir ku “Di hin rewşan de, ew digihîjin ji sedî 60, û di yên din de, ji sedî 20. Ev rêje ji ya ku ji bo bernameyeke nuklerî ya sivîl pêwîst e; zêdetir e”.
Hûrguliyên gera yekem
Ajansa Nûçeyan a Tasnim a Îranî ragihand ku Wezareta Derve ya Îranê piştrast kiriye ku di van danûstandinan de, bi navbeynkariya Sultanatiya Umanê hatine kirin, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff di derbarê bernameya nuklerî ya Îranê û rakirina dorpêçên li ser Îranê de nêrîn û helwestên hikûmetên xwe bi hev re bi rêya Wezîrê Karên Derve yê Sultanet Umanê, Bedir El-Bursaidî parve kirin. Danûstandin di atmosfereke avaker de li ser bingeha rêzgirtina dualî pêk hatin, û her du alî li hev kirin ku van danûstandinan di hefteya pêş de bidomînin.
Gera duyemîn û sêyemîn
Rûniştandina duyemîn derbarê dosiya nuklerî a di navbera Îran û Emerîka de di Roja Şemiyê 19’ê Nîsanê de li Romayê hate lidarxistin. Her wiha ku weke gera duyemîn hatibû pênasekirin, gihîştibûn biryara ku wê ev hevdîtin careke din pên pêkanîn. Li ser wê bingehê gera sêyemîn di 26’ê heyvê de li Umanê hat pêkanîn.
Weke encama ku di her sê hevdîtinan de heyanî niha hatine eşkerekirin, di derbarê dosiya nuklerî de her du alî li hev kirine û bi gotina ev rûnişkandin di cihê xwe de ne û erênî ne ji her du aliyan ve pêk hatin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, Rafael Grossi, eşkere kir ku Îran bi awayekî çalak Uranyûmê heta %60 dewlemend dike, ku ev rêje pir nêzîkî %90 ye, a pêwîst ji bo çêkirina çekên atomî ye.