Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di pêvajoya dudan de, “Yekîtiya Netewî” pêk hat!

04/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Di Pêvajoya Yekê de, Rêber APO peyamek şand Newroza 2013’an a Amedê û di çarçova vê peyamê de li Rojava Şoreş pêk hat.

Di Pêvajoya Dudan de, em dibînin dîsa  Rêber APO peyamekê dişîne û di çarçova vê peyamê de dîsa li Rojava(26’ê Nîsana 2025’an) Konferansa Yekrêzî û Yekhilwesta Netewî pêk hat.

Di heman rojan de, ji bo yekrêziya Rojhılat jî Konferansek hêja hat lidarxistin.

Ma gelo van pêşvehatinan, van bûyerên giring, hema jiber xwe ve pêktên û hema ji nişkave, bêyî amadekariyên giring û mezin derdikevin holê?

Na xêr!

Ev pêşkeftinên giring û watedar, van mitîng û civînên xwedî mijarên dîrokî, di encama serêşên mezin ên Rêber APO û hewldanên canbexşane ên Tevgêra Azadiyê û gelê Kurdistanê de tên afirandin.

Jixwe hîn di pêvajoya yekê de, gelek partî, rêxistin û kesan, gotin û hilwestên pir xerab, bêûjdan û bêexlaq nîşan dan.

Lê eha bi şênberî li ber çavê raya giştî cîhanê ye, ku Şoreşek wisa pêkhat û di nava dozde salan de, xwe gihand encamên pir bi rûmet û her wiha ji aliyê Rojhilata Navîn û cîhanê ve, bi rêzdarî tê pesinandin û pejirandin.

Bêgûman ev teqdîr û razîbûna raya giştî cîhanê, ji cewherê hêja yê naveroka vê şoreşî tê; ji nezerî û kiryarê wê tê, ji pêşengiya jinê û ciwanan a vê şoreşê tê. Bi gotinek din, ji cewherê felsefe, bîrdozî, zihniyet û hilwesta Rebêr APO tê.

Ji bo Pêvejoya Dudan, dijberî û bangeşiyên xerab, li goreyî Pêvajoya Yekê pir kêm in, heta mirov dikare bêje, ji bilî Hakan Fidan û hevalê wî Mihemmed Colanî, yên berê dujminantî dikirin jî, vê carê piştgriyên xwe nîşan dan.

Ev tê wateya ku, him zemîn û him şensê serkeftina vê Pêvajoya Dûdan, ji ya berê zêdetir e.

Erê dîsa xeter hene; kelem, asteng, xêrnexwaz hene û wê hebîn, lê derfetên vê carê pirtirin ji yên berê.

Li aliyê din, bandora berfireh a giring û dîrokî ya deskeftiyên van pêvajoyan divê zelaltir werin zanîn.

Çawa di serketina şoreşê de para parçeyen din hebûn, nuha jî çawa di serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhilwestiya Kurdî de para wan parçeyan hene, her wiha bandora erênî ya serkeftina van pêvajoyan jî, li ser hemû perçeyan û dostên gelê Kurdistanê ewqas heye.

Her çendîn saziya  KNKê ya sîwana yekitiya netewi ya bi rûmet a gelê Kurdistanê heye û di kombûna vê Konferansê de pir hewldan jî kiribe, nuha encama vê Konferansa hêja, wê zemînê berfirehtirkirina KNKê jî xurtir bike.

Kurt kurmancî, ji nuha û pêve, van cûre pêşhatin ên di asta netewî de, wê hevdû himbêz bikin û hevdû xurtir bikin.

Her wiha konjoktora herêmî û cîhanê, êdî di Rojhilata Navîn de weke aktor, Israilê û Kurdistanê derdixin pêş.

Ew aktoriya Receb Erdoganê ku xwe cîgirê Bush, ê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn didît, êdî çû sergoyê dîrokê.

Her wiha Îran jî ketiye devê tivinga Trump, heke Îran, êdî dev ji wê hovîtiya xwe ya ku keç û xortên Kurdistanî lidar dixin, bernede û hişê xwe nede serê xwe, li nêz aqûbeta Seddam tê serê wan.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.