Navenda Nûçeyan
Îro Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê ye. Ev roj cara yekê sala 1993’ê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate destnîşankirin ji bo piştgiriya prensîpên sereke yên azadiya rojnamegeriyê.
NY dibêje, Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê herwiha derfeteke baş e ku hayê cîhanê bibin ser binpêkirina azadiya rojnamegeriyê û herwiha ku li hinek welatên cîhanê rojname tên sensûrkirin û tên girtin. Rojnamevan û sernivîskar jî tên girtin û kuştin. Di Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê ya 2015’an de, lîsteyek ji aliyê rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor ve hatiye amadekirin. Di vê lîsteyê de welat li gorî asta azadiya rojnamegeriyê hatine rêzkirin. Finlanda, ji bo sala pêncemîn, di rêza yekê de hat. Piştî wê Norwêc û Denmark cih digirin. Di dawiya lîsteyê de Turkmenistan, Koreya Bakur û Eritrea cih digirin. Hêjayî gotinê ye ku Amerîka di rêza 49 de ye.
Îroj li gelek welatan û bi taybet li Tirkiyê rojane kiryarên dij mirovî û binpêkirin li ser rojnamevanan û qedexekirina kar û xebatên rojnamevanan tê kirin, lê tu saziyên navdewletî yên parastina mafê rojnamevanan dengê xwe nake û di şer û pevçûnên ku li cîhanê diqewime gelek rojnamevan têne kuştin, girtin û işkence li wan tê kirin.
Ji bona ku karê rojnamegeriyê bi rengekî serbest û azad û bê astengî were kirin û rastî di tariyê de nemînin, di serîde erkê parastina rojnamevanan dikeve ser milê dezgehên parastina rojnamevanan û pêwîste ku li hemberî vê yekê bi erkê xwer rabin.