Selena Dêrik
Karker, ev mirov in ku bi hêza mejî yan jî bedena xwe bi heqdest ji bo kes an jî di kargeh û dezgehan de kar dikin. Her wiha beşa herî mezin a civakê ne.
Her çi qas têgîna karker di roja me ya îro de hela hela bi pêşketina modernîteya kapîtalîst re di guhertin û veguhertinan de derbas bûbe jî ti carî, ked, xwêdan, êş, westandin û pirsgirêkên karkeran neqediyan; berevajî hîn girantir û zehmettir bûn. Karker di lîteratura pergala kapîtalîst de berdin wek mirov were dîtin, qîmetê ji meta û amûrekê re tê dîtin ji bo karker nayê dîtin. Jixwe bi pêşketina teknolojiyê re hêza beden a karker ku ket asta talîbûnê ji bo sermayedaran her tim bû kole.
Sermayedaran ku ti carî bi awayekî erênî û bi çavekî baş li rêxistinbûyîna karker û kedkaran nenihêrîn ji bo liv û tevgereke herî biçûk a di vî alî de bipelçiqîne jî gelek rêbaz û pêkutiyên dij-mirovatî û dij-exlaqî bikaranîn.
Pergala kapîtalîst rewşek wer afirand ku “karker di çi şert û mercî de be, bila bibe pêwîst e her tim di asta neçarbûnê de bijî. Gotin û pergala sermayedar wê her tim a esas be. Wê bêdeng be, ji kiryarên pergalê re serê xwe bitewîne û pê razî be”. Yan na ya li benda karker bêkarî, birçîbûn, xizanî û hwd. tevayî zor û zehmetiyên jiyanê di her gava ku mirov diavêje de weke siyeke kedapêketî li pey mirovan e.
Ji bo pergala kapîtalîst, pêwîst e karker û kedkar bêrêxistin bin, meyl û hizreke wan a herî biçûk jî di vî alî de nîn be. Ji ber ku tirs bû ji wan re rêxistinbûyîna karkeran. Ji ber karkeran bi rêxistinbûyîna xwe kul û derdên xwe yên bi salan bi dengekî bilind wê anîbana ziman. Ji ber xwerêxistinkirina karkeran wê hejandiba textê serwerî û mijokdariyê.
Cara yekem ev merhele ku ji bo hêzên serwer bû tirs û kabûs; di heman demê de ji bo karker û kedkaran hêvî û bendewarî bû, çirûsk vedidan di sala 1856’an de li Avustralyayê. Carekê tîr ji kevan derketibû û gotina, “Me kefen qetand” pêl bi pêl digeriya di nav karker û kedkaran de. Ji ber Zanîngeha Melbourne heta Mala Parlamentoyê ji bo karker rojê tenê 8 saetan kar bikin dimeşiyan. Hest, coş, heyecan û qîrîna ku ji dilekî herî şikestî derdiket çawa bû gelo? Ew destên ku çermê wê bibû mîna kevir dema dibû kulmeke ji hesin atmosfereke çawa diafirand?
Qet guman nîn e ku tevayî hucreyên beden di nav leylaneke serhildêr de kêfxweşî û şadiyeke bêaman dijiya. Çav û awirên heqiyê xofeke mezin kiribû dilê serwer û serdestan.
Piştî wê li Amerîkaya ku di roja me ya îro de di dagirkerî û mijokdariyê de cih nade ti hêzan û yek bi yek hevrikên xwe dide kêlekê, li Chîcagoya Amerîka di 1’ê Gulana 1886’an de bi qasî nîv milyon mirov, amade bûn di xwepêşandeke li hemberî mijokdarî û neheqiyê de. Ligel wê li bajarê Luîzvîl jî bi hezaran mirov ligel hev, bê ku ferq û cudahiya reng û cins bikin heman şîar û heman hest diqîriyan, jixwe êş, kedxwarî û neheqiya serweran nedigot, ev jin e, mêr e, reş û spî ye…
Xwepêşandan her diçûn berfireh dibûn û di 3’ê Gulanê de polîs êrîşî karkeran dikin. 3 karker tên qetilkirin û bi dehan jî birîndar dibin. Di 4’ê Gulanê de jî Bûyera Haymarket rû dide.
Di Bûyera Haymarket a hîn jî nehatiye zelalkirin de 4 polîs jiyana xwe ji dest didin. Berxwedan û têkoşîna hatibû bilindkirin, tevî komplo, hewldanên berevajî, êrîş û mudaxeleyan jî nedihat astengkirin.
Piştî wê bi sê salan ji aliyê Enternasyonela Duyemîn ve biryar hat girtin ku 1’ê Gulanê li tevayî dunyayê wek “Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê” were pîrozkirin.
Êdî 1’ê Gulanê gerdûnî dibû û dibû roja ku tevayî karker û kedkar li hemberî neheqî, mijokdarî, zilm û zoriya li ser xwe bînin ziman û qîr bikin.
Di roja me ya îro de têkoşîna di navbera ked û pergalê de bi her awayî tê dîtin û li hemberî pergalê berxwedaneke dijwar heye. Her çi qasî mêzîn alîgirê pergala kapîtalîst be jî bi rêxistin û tevgerên dij-pergalê maf û heqê karkeran ji her demê zêdetir tê bilindkirin.
Rêber Apo û Partiya Karkerên Kurdistan hîn di destpêkê de di mijara kar û karkeran de tehlîlên herî bi berhem pêş xistin.
Tenê bi tehlîlan bi sînor neman heta her detay û kitekitan li ser pirsgirêkên karkeran rawestiyan û formulên çareseriyê peyda kirin.
Rêber Apo, bi pergala modernîteya demokratîk jiyaneke ji zext û bindestiyan dûr çawa tê afirandin pêşkêşî mirovatiya pêşverû kir.
Sosyalîzma demokratîk a bi pêşengiya Rêbertî pêş ket ji bo tevayî pirsgirêkan mîna dermanekî di her kêliya jiyanê de derbasdar e. Li hember tevayî neheqiyên ku mirovatî pêre rû bi rû tê, jiyan û dunyayeke nû careke din bi hemû rûmet û îhtîşama xwe li xaka Kurdistan bi destên şervanên Apoyî tê avakirin. Ev jiyana nû bi xwe re di serî karker û kedkarên Kurd, ên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û yên tevayî dunyayê wê rizgar bike.