Volqan Elî
Erdên Anatolî û Kurdistanê nêzîkî hev in. Heta li hin cihan dikevin nava hev. Yan jî bi pênaseyeke hê rastir li ser vê xeta hevbeş a her du welatan, Kurd û Tirkmen di nava hev de dijîn. Dibe ku li her derê Tirkiyê yan her derê Bakur ne wisa be lê bi taybetî li ser erdên bajarên wekî Sêwas, Meletî, Mereş, Semsûr, Riha, Dîlok û hwd. Kurd û Tirkmen di nava hev de dijîn. Ji aliyê mezhebî ve Kurd û Tirkmenên vê derê bi piranî Elewî-Qizilbaş in.
Ji ber vê yekê bi taybetî ji serdema Yavuz Sultan Selimê padîşahê Osmanî pê de Elewî-Qizilbaşên vê derê bi Kurd û Tirkmenên xwe ve li dijî Osmaniyan timî li ber xwe dan e; alîkarî û destek dane hêzên wekî Şah Îsmailê Safewî. Lê kefareta vê pir giran bûye. Mînak, piştî ku Yavuz Sultan Selim xelîfetî ji Memlûkiyên Misrê desteser kiriye, xwe wekî xelîfeyê Misilmanên cîhanê îlan kir bi demekê di serdema Kuyucu Murat de di berxwedanên li dijî Osmaniyan de çil hezar Kurdên Qizilbaş-Elewî, bi saxî hatin xistin bîran. Elewiyên Tirkmen ên vê herêmê jî, têra xwe ji vê tevkujiyê para xwe wergirtin. Herêma Semsûrê jî yek ji van herêman e.
Semsûr ku yek ji van herêman e, ne tenê di van serdeman de di sedsala 13. de jî ji serhildana Baba Îshaq û Baba Îlyas re bibû war û mekan. Babaiyên ku li ser esasên jiyaneke hevpar bi fikriyata Elewî-Qizilbaş li beramberê zilma dewleta Selçûkiyên Anatoliyê rabibûn, ji Semsûrê bi rê ketibûn. Tevî gundî û cotkarên herêmê bi rêxistibûn û meşiyabûn li ser payitexta zilmê Konyaya wê demê. Keyhuserewê melîkê Selçûkiyên demê, nekarîbû li ber hêrsa gundî û cotkarên Qizilbaş-Elewî bisekine û ji ber vê yekê tac û textê xwe yê zilmê yê li Konyaya demê bi cih hiştibû û xwe avêtibû li ber bextê Bîzansiyên Romî.
Dîsa, di sed sala 16. Pîr Sultan Abdal li vê xeta di navbera Anatolî û Kurdistanê de (Sêwas) bibû remza berxwedana Elewî-Qizilbaşên herêmê. Paşê, ji aliyê waliyê Osmanî Xizir Paşe ve hatibû îdamkirin. Îdama Pîr Sultan ji aliyê Xizir Paşe ve, ew di çavê Qizilbaş-Elewiyên vê xetê de bi temamî kiribû destaneke mîtolojîk.
Bi taybetî li vê xetê, ji sedan sal pê de zêdetir ji faktora qewmî-neteweyî faktora mezhebî-olî li pêş bûye. Heta ji wê pêştir, li tevahiya erdên Rojhilata Navîn ti car zanebûna qewmî li pêş nebûye. Ta ku modernîteya kapîtalîst bi jehra xwe ya qewmperestiyê jiyana mirovên herêmê jehrî kiriye… Ya din jî faktora mezhebî-olî bi taybetî li herêmên navbûrî, bi rengê berxwedana li dijî îqtîdarên împaratoriyan bûye. Di van serdeman de feraseta Elewîtî-Qizilbaş ku demara xwe ji Manî, Mazdek, Hallaci Mensûr, Şêx Bedrettin û Babaiyan distîne, çekek serhildana li dijî neheqiya împaratoriyan bûye.
Heta beşeke mezin a Durziyên niha li Sûriyê û Libnanê dijîn, ji ber tevkujiyên Osmanî di sala 1600’an de ji derdora Kilisê koçber bûne… Yanî hêvinê heq û heqîqetê timî li ser van erdên navbûrî peyda bûye; ti car li beramberê zorkeran serê xwe neçemandiye: Dema wê hatiye mirin li binê bîrên Kuyucu Murat pêşwazî kiriye, dewran ziviriye xwe avêtiye hemêza çiya û çoletereyên Sûriyê-Libnanê.
Bi kurtî li ser van erdan jehra qewmperestî û neteweperestiyê ti car havên negirtiye: Lê li şûna wê di zemanên qedîm de ol, bawerî û terîqet û mezhebên nêzîkî heqîqeta civakê, temsîla civakê kirine. Ji tevgera Babaiyan heya bi Sırrı Süreya Önder, erdên Semsûrê bûye hêlîna vê têkoşîna hevbeş ya mirovahiyê.
Vê yekê kiriye ku bi rastî jî ji pêşeng, pîr û seyîdên ku rêbertiya civaka xwe li vê herêmê kirine, nûr û şewq bibare. Ew ronahiyeke wisa bûye ku yar û neyar tev xistine di bin bandora xwe de. Va yek ji van jî Sırrı Süreya ye. Em çima vê dibêjin? Çawa ew bûyera jê re tê gotin krîza dil ku hê aşkere nebûye ku sedema wê çi ye, qewimî, hemû TV’yên Tirkiye hema bêje demeke dirêj bi erênî li ser wê axifîn. Temam, wekî aşkere ye di vê de roleke mezin a sekna Sırrı Süreya ji bo pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’, heye. Lê ne tenê ev e. Zemîna dîrokî û civakî ku Sırrı Süreya Önder (jixwe bi Tirkî ‘Önder’ tê maneyê rêber û serok) derxistiye holê, ew kiriye wekî ewliya û zaneyê gelan. Aliyekî wê siyaset be jî, ji ber vê yekê TV’yên Tirkiye nekarîne xwe li ber şewqa wî ragirin.
Em ji fikriyeta Rêber Apo fêr bûne ku navendên îqtîdarperest tu car bi rehetî nerm nabin. Ji ber ku Sırrı şewqek girtiye li ser vê heqîqeta neheq a zihniyeta şerxwaz a îqtîdarê, em guman jê dibin ku ‘leyistokek nû ya Osmaniyan’ be!