Zekî Bedran
Tirkiye welatek e ku li Rojhilata Navîn xwedîyê armancên berfireh yên ku xwe dispêre berjewendîyan e. Ji ber ku hinceta li dijî kurdan şer dikim, artêşa xwe şand Iraq û Sûriyê. Herêmên girîng yên Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya leşkerî de ne. Bi dehan baregehên leşkerî hatine avakirin. Her wiha desthilatiya Iraqê nikarî bû ku baregeha leşkerî ya ku li Başîqa hatibû ava kirin bide vala kirin; Berovajî vê, Tirkiyê xwe li wir bi awayekî mayînde dagirkeriya xwe berfireh kir. Xebatên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê tenê bi van mijaran re jî sînordar nîne. Li wir alîkariya tirkmenan hatiye kirin û li ser bingeha nijadeperestî û paşverûtiyê tên perwerdekirin û birêxistinkirin. Li Kerkûk û Iraqê jî Tirkmenan ji bo armancên xwe bi kar tîne. Başûrê Kurdistanê jî veguherandiye bazareke aborî ya vekirî. Her wiha xebatên xwe yên li ser Suniyan jî didomîne. Di heman demê de jî, gelek caran destê xwe dixe di nav karûbarên navxweyi yên Iraqê de jî.
Ji bo ku Kurd nebin xwedî statu û hêz, artêşa Tirk li Sûriyê dest bi dagirkeriyê kir. Bi gelek hêzan re ku DAIŞ jî di nav de bû hevpeyman çêkir. Herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Li dijî Kurdan qirkirina etnîkî dan destpêkirin. Her wiha parazvaniya El Nûsra kir ji bo ku bi hêza leşkerî ya ku li Idlibê bi cih kiribû, weke dewletekê were rêxistinkirin. Bi pêvajoya Astanayê re li dijî kurdan eniyek ava kir. Rûsya û Îran rawestand, piştgirî da HTŞ û di dawiyê de bû sedema hilweşîna rejîma Baas û paqijkirina Îranê ji Sûriyê. Hebûna Rûsyayê li Sûriyê di metirsiyê de ye û qada wê ya tevgerê gelekî teng bûye. Piştî ku rejîma Baas hat rûxandin, dewleta Tirk bi HTŞ’ê re lihevkirinek çêkir û li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser êrîşên piralî dan destpêkirin. Şehba, Til Rifat û Minbic ketin destê wan. Êrîşên wan li Tişrînê hatin şikandin. Bi mehan e êrîş dikin. Armanca wan ew bû ku Rêveberiya Xweser bi giştî têk bibin û kurdan di qirbikin û komkujîyan de derbas bikin. Tirkiye ji bo ku HTŞ bi tevahî li Sûriyeyê serwer bibe dixebite. Ev desthilatiya nû ava kir, xist bin serweriya xwe. Karmendên xwe li wezaretan bi cih kir. Damezrandin û perwerdekirina artêşa Sûriyê pêk tîne. Bi vî şêwazî, ew plan dike ku HTŞ tevahî Sûriyê bandor û serweriyekî demdirêj ava bike. Hewl dide dewleteke pir navendî û li bingehêkî olî birêxistin bike. Li şûna makezagoneke azadîxwaz û demokratîk, bi tevahî piştgrî kir ku ji bona zagonên demkî ya paşverû, zordar,yêkdest ku ol weke rêbaz digirt piştevanî kir. Rayedarên wan dan zanîn ku ew di her warî de piştgirîya hikûmeta demkî ya ku niha hatiye damezrandin dikin. Vê hikûmetê tevî hemû bendewarî û hişyariyan hemû pêkhate û komên rêxistinkirî yên Sûriyê li derve hiştin. HTŞ’ê bi tena serê xwe hikûmet ava kir.
Tirkiye ji herêmên ku li Sûriyeyê dagir kiriye venakişe. Di vê mijarê de kesekî ku zextê lê bike û tîne rojevê nîne. HTŞ ne di rewşek de ye ku devê xwe veke. Tirkiye êdî ji vê yekê têr nabe. Li Sûriyê li ser avakirina baregehên leşkerî yên nû dixebite. Di van rojên dawî de êrîşên esmanî yên Îsraîlê li erdnigariya Sûriyê zêde bûne. Hat diyarkirin ku ev êrîş bi avakirina baregehên nû yên Tirkiyê ve girêdayî ne. Îsraîl li dijî avahiyeke dewletî ya bi pêşengiya HTŞ li cîranê wê Sûriyê ye. Israîl, HTŞ’ê wek çeteyekî terorîst bi bîrdoziya olî pênase dike. Ew bandora xwe wek metirsî li ser ewlekariya Îsraîlê bi nav dike. Weke ku tê zanîn rêveberiya Erdogan li Rojhilata Navîn piştgirî da Îxwanan (Birayê Misilman) û peywendiyên xwe bi wan re xurt kir. Her wiha piştgirî da Hamasê. Di vî warî de di peywendiyên wan yên bi Îsraîlê re alozî derket. Hewldanên HTŞ’ê yên ji bo misogerkirina serweriya wê ya li Sûriyeyê, Îsraîl bêtir aciz kir. Ji bilî van, Tirkiye hewl dide li hin balafirgehan baregehên leşkerî ava bike. Îsraîlê jî li vê balafirgehê û bendên kontrolê xist. Her wiha bi awayekî vekirî Tirkiyê hişyar kirin.
Weke ku tê zanîn Îsraîl ragihandibû ku ewê demografiya Rojhilata Navîn biguherînin. Hamas û Hîzbullah bêbandor kirin. Bi bingeh de jî Îsraîl bû ku rejîma Baasê hilweşand. Hêzên Hizbullah û Îranê bi awayekî domdar li Sûriyê bûne armanc. Dema ku ev hêz bêbandor bûn, rejîma Baas ji piştgirîyê bêpar ma û hilweşiya. Îsraîla ku ev encam avakir, niha naxwaze Tirkiye were û li ser destkeftiyên wê rûne. Rojhilata Navîn li dora ewlehiya Îsraîlê ji nû ve tê sazûman kirin. Tirkiyê ji vê rastiyê bêpar nîne. Lê dixwaze bi sûdwergirtina ji hebûna HTŞ û valahiyên li Sûriyê armancên xwe yên girêdayi berjewendiyan zêdetir û berfirehtir bike. Tirkiye li dijî Îsraîlê tevdigere. Hakan Fîdan got, “Em naxwazin bi Îsraîlê re rû bi rû bimînin.” Lê Îsraîl di van mijaran de zelal û bi biryar tevdigere. Dixwaze hemû binesaziyên leşkerî ya Sûriyeyê ji holê rake. Li dijî artêşeke nû û bi hêz derdikeve. Di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re hevrikiyê dikin.
Tirkiye li Rojhilata Navîn gavên xwe zêdetir diavêje. Hişmendiya Erdogan bi HTŞ û Îxwanan re li hev dike. Li dijî dewletên cîran hêzê bikar tîne û leşkeran bi cih dike. Ne gengaz e ku hem daxwaz zêdebin û hem jî yên din re rûbirû nebin. Raste Îsraîl wek Iraq û Sûriyê ne dewleteke lawaz e. Lê Tirkiye naxwaze dest ji Sûriyê jî berde. Erdogan dê heta dawî rîsta xwe bileyiz e. Di vî warî de Sûriye jî wê bibe çavkaniya aloziyê. Tirkiyê gotin cih de be, li herêmê bûye çavkaniya gengeşî û aloziyê. Divê ev rastî neyê paşguh kirin. Ji bo têkbirina tevgerên civakî û demokratîk dixebite. Ew nijadperestiyê geş dike û piştgiriya rejîm û tevgerên olperest dike. Bêdengiya wan a li hemberî komkujiya li dijî Elewiyan û piştgiriya wan a ji bo HTŞ’ê ji vir tê.