Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star; divê demildest alikarî bigîhije gelê beravê

17/04/2025
in JIN
A A
Kongra Star; divê demildest alikarî bigîhije gelê beravê
Share on FacebookShare on Twitter

kongra star ji bo gelê elewî yên ku li berava Sûriyê bi destê HTŞ’ê  siyaseta qirkirinê re rû bi rû tê, bi daxuyaniyekî bang li netewên yekbûyi û rêxistinên mafê mirovan kir ku deriyekî lezgîn bê vekirin daku pêwîstiyên lezgin bigîjin gelê berava sûriyê.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye.

Piştî hilweşîna pergala Baas’ê, hatina HTŞ li ser destihilata Sûrî hêvî û bendewariyên gelê Sûrî ew bû ku bi hemû pêkhateyên xwe ve, Sûryeke nû bi hişmendiyeke demoqrat û wekhev bê avakirin ku hemû pêkhate bi çand, ziman, nasname û hebûna xwe ve cihê xwe tê de bigrin. Lê mixabin piştî ku HTŞ dest bi rêvebirina Sûrî kir, êş û azarên gelê Sûrî careke din nû bûn, bi taybet di van 2 mehên dawî de, dema ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi destekdayîna  HTŞ dest bi oprasyona li dijî gelê elewî di berava Sûriyê û sîstema qirkirin û tunekirinê meşandin.

Bi hinceta ku pêkhateya Elewî bermahiyên sîstema Bees’in, ji ber vê yekê komkujiyên dûrî pîvanên mirovahiyê li ser wan dan meşandin. ev hişmendî diyar dike ku ev çete berdewamiya rêxistina Daiş û islama radîkal e. ji ber ku bi hişmendiya li gorî sîstema netewperest, olperest û zayendperest tev digere, Bê giman wê nikaribe pêşeroja Sûrî diyar bike. em wekî jinên di Bakur û Rojhilatê Sûrî de komkujiya ku li ser jin, zarok û gelê elewî pêk tê vê hişmendî û pergalê qebûl nakin. li ser vê bingehê me jî wekî  Kongra Star di rojavayê Kurdistan û rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûrî de Hemleyek da destpêkirin ku wekî alîkariyeke wijdanî û mirovî ji van kesên ku li hemberî Krîz, birçîbûnê, tecawiz, revandin, kuştin, derxistina ji cih û ware xwe bi dare zorê û bi taybet jin û zarok ku di encama vê sîstem û zihniyeta paşverû bûne qurban û berdêlên pir giran didin, ji mo mexdurên gelê li perava Suriyê weke alîkarî pêwistiyên jiyanî  ji rêxistinên jin, hatin komkirin. Em weke Kongra Star em erkê xwe dibînin ku li van jin û zarokan xwedî derkevin.

Çawa me karî bû di dirêjahiya 14 salên şoreşê de pêşengtiyê ji civak û şoreşê re bikin, îro jî em ê pêşengtiyê ji hemû jinên Sûrî re bikin ku ji bo Sûryeke demoqratîk, ne navendî, pirengî bi mejî û hişmendiya jin bê avakirin. Di serî de Jin, zarok û hemû pêkhate bi azadî, aştî û wekhevî tê de bijîn û pêşengtiyê ji berxwedan û tekoşîna li hemberî sîstemên qirkirin, tunekirin û paşguhkirina jinan bikin. ji ber ev rewşa komkujî, tecawiz, koçberiyê her wiha zehmetiyên aborî û civakî li Peravên Surî berdewam dikin me weke Gelên Bakur û Rojhilatê Surî 15 kamyon di nav de 4 kamyonên bi navê ensiyatîfa jin hatin komkirin, bi mebesta derbasî bajarên berava Sûrî bibin, tensîq û pêwendî bi aliyên peywandîdar re hatin kirin, û Kerwan 1’ê Nîsanê bi Mabesta alikariyê bigihînin xelkê maxdur ê o beravên Sûriyeyê, ketin rê. Lê tevî vê jî dema ku kerwan gihişt bendê kontrolê yê bi navê Xenasir pir astengî li bermaberî me derketin û nêzîkatiyên pir bêrêz û dûrî exlaqê mirovan rû dan.

ji hêla çeteyên Emşat  ên girêdayî dewleta Tirk a faşît û desteka HTŞ û piştî saetên dirêj ji nîqaşên di navbera  her du aliyan de ku dixwestin vê alîkariyê desteser bikin, em mecbûr man ku paş de vegerin û bi taybet gelek hewildan hatin  kirin ku tehrîdê di nav kesên ku hatibûn vê alîkariyê bi awayekî xwebexşane belav bikin her wiha di nav ajokeran de jî tevlîhevî rû bidin, lê ji ber ku her kes hatibû hişyarkirin mebesta wan pêk nehat. Em wekî Kongra Star bangawaziyê ji hemû rêxistinên jin dikin ku xwedî li jinên berava Sûrî derkevin, ji ber ku xwedîderketina Wan jinan xwedîderketina azadiya hemû jinan e, li gel wê jî xwedî li xelkên me yên  Elewî ku beramberî vê siyaseta qirkirin û imhayê rû bi rû tê xwedî lê derkevin. her wiha em bang li Netewên Yekbûyî, civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan  dikin ku deriyekî mirovî bi ewle û lezgîn bê vekirin da ku pêwîstiyên lezgîn bighêjin gelê berava Sûrî.

 

Post Views: 88
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.