Argêş Vîyan/Qamişlo
Cîgira Hevseroka Desteya Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî bibîrxist ku şandeya Ewropî û Brîtanî ya ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ji şandeyên berê cudatir bû û wiha got: ” Hevdîtina li gel şandeyê di asta danasîna modêla Rêveberiya Xweser ya demokratîk de bû û gelek gavên mezin hatine avêtin”
14’ê Nîsana 2025’an de şandeyeke ku ji 12 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê û ya Brîtanyayê û endamên saziyên civaka sivîl ku yên Kurd jî di nav de hene, serlêdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Şande li Navenda Giştî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişloyê ji aliyê hevserokên daîreyê Îlham Ehmed û Fener Giêt û her du cîgirên wan Gulistan Elî û Robêl Beho ve hat pêşwazîkirin.
Di derbarê serlêdana şandeya parlementerên Ewropî û Brîtanî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Cîgira Hevseroka Desteya Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî ji rojnameya me re axivî
‘Armanca serdana şendeya Ewropî û Brîtanî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re’
Cîgira Hevseroka Desteya Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî anî li ser ziman ku şandeyekê ku parlementerên Ewropî û Birîtanî pêk tê serdana wan kiri û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di dîroka 14’ê Nîsana 2025’an de şandeyekê ji parlementerên Ewropî û Brîtanî pêk dihat derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Li ser wê bingehê çend rêze hevdîtin li gel nûnertiya kar û barên peywendiyên derve hatin kirin. Di hevdîtinan de, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên li ser herêmê, piştî hilweşinda rejîma Baas û rewşa desthiladariya şamê hatin gotûbêjkirin. Herwiha zor û zextên rêjîma Baas li ser civakê dabûn avakirin mijarên sereke yên hevdîtinan bûn. Hilweşandina rejîma desthiladar ya Baas ji bona gelên Sûriyê tevahî serkeftineke mezin û xurt bû. Taybet jî ji bo gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku salan ji ber zext û zordariya rejîma Baas têkoşîn dabûn meşandin serkeftineke dîrokî bû. Bê guman deskeftiyên ku niha gelan bi destxistine bi pêşengtiya gelê Kurd hatin bidest xistin. Ji ber ku gel û civaka Kurd di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, xwe bi rêxistin kir û modêla jiyana hevbeş nîşanî hemû cîhanê da. Li ser pergala hevserokatiyê nîqaş hatin meşandin û di heman demê de jî rola jin ya di nav asta cîhanî de hat gotûbêj kirin. Rola jinên tevahî Sûriyê di rêveberiya Sûriya nûda dê çawa bib e? Bi hemû hûrgulîyên wê hate nîqaşkirin û di heman demê de jî rola Rêveberiya Xweser di rêvebirina Sûriya nû da hat teqez kirin ku hêza sereke ya tevahî Sûriyê ye. Nêrînên gel û daxwazên gel yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çin e, Hemû yek bi yek hatin nîqaşkirin. Ji aliyê şandê ve hat piştrast kirin ku dê hertim peywendiyên xwe bi gel û civakên Rêveberiya Xweser re pêkbînin û xurt bikin. Ew jî bi biryar bûn ku bibin alîkar ji bona pirsgrêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta navnetewî de bê çareserkirin û piştevaniya wê bikin.”
‘Nûnerên şandeyê bi serdana we ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kêfxweşbûn’
Gulistan Elî da bibîrxistin ku serlêdanên wan li gel şandeyên navnetewî asta xurtkirina peywendiyên derve dide xuyakirin û wiha axaftina xwe domand: ” Her wiha destûra desthilatiya Sûriyê ya nû di mijara hevdîtinan de cîh girt. Pêwiste destûra nû ya Sûriyê çawe be ku ji bona hemû pêkhate û gelên bi hevre jiyan dikin bigihêjin mafên xwe. Li ser wî bingehê nîqaşên xurtkirina peywendîyên derve yên li gel Rêveberiya Xweser hatin meşandin. Li ser mijarên koçberên Sûriyê yên ji ber dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk koçber bibûn, di nav de penaberên Efrîn, Grispî û Sêrekanîyê veger û ewlehiya wan jî mijarekê sereke ya nîqaşên şandeyê bûn. Pêwîste li ser desthilata Sûriyê di asta navnetewî de zext bê kirin ku di bin navê olî de qirkirin û komkujî neyên kirin. Me weke nûnertiya Rêveberiya Xweser da diyarkirin ku ger aramî neyê pêkanîn koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser dimînin wê di bin metirsiyê de venegerên cihê xwe. Nûnertiya pêkhateya Şandeyê jî piştrast kir ku modêla rêvebirina gelan Rêveberiya Xweser û demokratîk e û di heman demê de daxwaz kirin ku parastina mafê hemû pêkhateyan bê kirin.”
‘Aboriya herêmê û xizmetgûzarî jî di rojevên şandeyê de bûn’
Gulistan da xuya kirin ku ji ber êrîş û gefên li ser herêmê aboriya herêmê qels bûye û wiha axaftina xwe qedand: “Di heman demê de jî bal li ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser cih û saziyên xizmetgûzarî hate kişandin. Ji ber êrîşan karnekirina cihên xizmetgûzarî û tendirûstiyê aboriya herêmê qels bûye. Ji alîyekê din ve jî hevsengiyên demsalî dibe sedem ku berhemdarî kêm bib e, ev jî sedemên mezin yên qelsbûyina aborî ne. Nîqaş li ser çareserkirina pirsgrikên aborî yê herêmê û tevahî Sûriyê hatin meşandin. Bê guman nîqaş û gotûbêjên pir berfireh hatin meşandin. Em nêzî 1 demjimêrê bi şandeyê re civîyan. Li ser pêvajoya nû û heta li ser yekrêziya Kurdî jî hate rawestandin û ji me hate pirsîn ku hûn weke gelê Kurd çi dixwazin, pirsgirêkên di navbera partî û saziyên Kurdî de hatin gotûbêj kirin. Di heman demê de nûnertiya Kurdan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi çi awayî bi desthilata şamê re were meşandin. Me anî ser ziman ku em amedekariya damezrandina konferansekê kurdî dikin. Şandeyê bi gelemperî daxwaz kir ku mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê bê parastin û tekezî hate kirin ku nêrîn û daxwaza Rêveberiya Xweser nêrînên tevahî gelê Sûriyê ne.”