Argêş Vîyan/Qamişlo
Berdevka PYD’ê û endama Komîteya Amedekar ya konferansa Yekrêzîya Kurdî ya Netewî Sema Begdaş anî ser ziman ku ti hincet û astengî li pêşiya me nemaye ji bona konferans bê lidarxistin û wiha got: “Dîroka lidarxistina konferansê wê di demên pêş de bi daxuyaniyekê bê diyar kirin”
Konferansa Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dihat payîn di 18’ê Nîsanê de bê lidarxistin, hat taloqkirin. Her wiha tê payin ku sedema taloqkirina konferansê ji ber hin mijarên teknîkê yên têkildarî hin aliyên beşdara ne. Hêjayî bibîrxistinê ku encamên yekîtiya partî, hêz û rêxistinên Kurdî di Newrozê de bihata aşkerakirin. Lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan eşkerekirina encamên danûstandinan taloq kiribû. Hat diyarkirin ku hêz, partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza gel li ser belgeya yekitiyê li hev kirin. Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye ew e: Teqeziyê li ser avakirina komîteyeke ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd bi desthilata Şamê re.
Di derheqê hatibû xuyakirin ku Konferansa Neteweyî ya Kurd ya ku 18’ê Nîsanê hatiba lidarxistin û ji bona dîrokên pêş hatibû taloqkirin de, Berdevka PYD’ê û endamê Komiteya Amadekar ya konferansê Sema Begdaş ji rojnameya me re axivî.
‘Xebatên ji bona konfiransa Yêkitîya Netewî ya Kurdî didom e û taloqkirin ji ber daxwaza ENKS’ê bû’
Berdevka PYD’ê û endamê Komiteya Amadekar ya konferansê Sema Begdaş taloqkirina dîroka konfiransa Yêkrêziya Netewî ya Kurd ya dihat plankirin ku 18’ê Nîsanê bê kirin ji ber pêşniyarê aliyê din yên konferansê bûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di demijmêrek zêde ye ku ji bona yêkrêzî û yekitiya kurdan û taybet jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana yêkrêzî û wekhevîyê de kom bibin xebatên dûr û dirêj hatin meşandin. Ji bona çareserkirina pirsgirika Kurdî û yekkirina Kurdan xebatek wisa teqez divê hatiba kirin û hemû partî û dezgehên Kurdî yek fikir bûn ku bin yêk lê ENKS’ê din hîn mijaran de îqna nedibû. Di encama nîqaş û hewildanên dûr û dirêj û bi tevlîbûna hêzên Hevpeymana Navdewletî ENKS’ê jî, biryar da ku tevlî konfirans û komxebata ku ji bona yêkrêzî û yekitiya gelê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bib e. Li gorî wan hewildan û nîqaşên derdor û partiyên Kurdî jî gelek amadekarî hatin kirin ku ji bona konferans bê çêkirin. Ji ber wê jî dîroka konfiransê hat dîyarkirin ku 18’ê Nîsana 2025’an konferans bê lidarxistin. Lê ji aliyê ENKS’ê ji be ku dîroka hatiye dîyarkirin ne guncawe û di heman demê de jî hîn kêmasiyên ku ji bona lidarxistina konferansê heye ku pêşnîyar ji bona komîteya amadekar ya konferansê hatin kirin. Di wê daxwaza ENKS’ê hat pejirandin û konferans bû dîrokên pêşiya me hat taloq kirin. Dê demekê nêz de konferans bê lidarxistin û dîrok jî li gorî vê bê dîyarkirin. Em jî weke PYD û komîteya amadekar, hemû partî û dezgehên Kurdistanî jî tevlî bibin û ti kes derve nemî ne. Li ser wê bingehê me pêşniyara ENKS’ê ya ji bona taloqkirina dîroka konferansê pêjirand. Ji sedemekê din ya bingehîn jî ya taloqkirina konferansê ev bû ku gelek partiyên ji derweyî Rojavayê Kurdistanê dê tevlî bibin û weke delege jî amade bin û ji ber demê wan jî nekarî amade bin ev jî sedemekê cuda bû. Ji bilî ENKS’ê û partiyên Rojavayê Kurdistanê, gelek partiyên din daxwaz kirin ku tevlî Konferansa Yêkitiya Netewî ya Kurdî bibin ku ji bona ew ji sûd werbigirin û bib e ezmûnekê Kurdistanî.”
‘Piştî Encama konferansê dê şandeyekê hevbeş bê avakirin’
Sema Bekdaş da diyarkirin ku dê ev konfernas ji bona Kurdistanê deskeftiyekê mezin dest bixe û wiha got: “Ev konferansa ku hevî û bendewariyekê mezin lê hatiye girêdan ji bona Kurdistaniyên Rojava û di heman demê de jî ji bona pêkhateyên ku ji bona şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ked didin. xebat dimeşînin dê serkeftinekê mezin bi dest bixe. Li gorî encama konferansê şandeyek dê bê diyarkirin û li ev şande di li Şamê nûnertiya Kurdan bik e, Ji bona çi kes nebêjê em nûnerên Kurdan e û em kurdan temsîl dikin û Kurd bixwe dê biryara hilbijartina nûnerên xwe bikin. Ev asta Kurdistanî de yekem caran dê bê kirin. Ev şande dê heman demê de bi dengê pêkhateyên din û danasîna Rêveberiya Xweser û Bakur Rojhilatê Sûriyê li Şam ê. Ev konferansê tenê ne partiyên siyasî di heman demê de jî saziyên civaka sivîl, saziyên jin û ciwanan, saziya Malbatên Şehîdan, saziya Ragihandina Azad jî dê tevlî bibin û weke delege jî nûnertiya wan jî bê kirin. Ji ber ku civak hemû aliyên xwe divê bin sîwanakê û yek helwesetê kom bibe ku tikes jî, ji bona berjewendiyên takekesî li ser pişta Kurdan bazirganiyê nêkare bik e. Em weke Kurd bi biryarin ku wê konfiransê lidarbixin û ti astengî jî hebin em ê derbas bikin.”
‘Me ENKS’ê re hev kiriye ku ji bona tevlî konferansê bibin û ev bi şêwazekê fermi jî hatiye belge kirin’
Sema anî li ser ziman ku pêşiya hincet û astengiyên ne meşandina konfernasê dane girtin û wiha axaftina xwe domand: “Me li gel birayên xwe yên ENKS’ê gelek nîqaş û civîn meşandin. Ev xalên ku lihevkirin ne dihatine kirin hemû hatin çareserkirin û xalên konferansê hatin pejirandin. Dê ev jî weke aliyekê Kurd tevlî bibin û ev bi belgeyên fermi jî hatin teqez kirin. Me pêşiya hincetên ku nikarin tevlî bibin yên hemû aliyan rakirin. Em serdemekê pir girîng de derbas dibin û dive weke Kurd em deskeftiyên xwe biparêzin. Me gelek têkoşîn û berxwedanîyekê bi hempa meşand ku heya em gêhiştin wan rojan. Ji ber wê jî em pêwîste xwedî deskeftiyên xwe derbikevin û hemû pirsgrêkên hindûrîn bidin aliyekê û bin yek sîwanê de kom bibin. Helwesta ENKS’ê hemû aliyên civakê û derdor dizanin lê ENKS’ê jî dive erka xwe ya dîrokî rabe û em wê baweriyê da ne ku wê carê ji bona berjewendiyên Kurdistanî dê helwestek erenî û welatparêzî bidin xuyakirin.”
‘ Xebatên me heya ku ev konferans pêk bê dê bi biryardarî bidom e’
Sema Bekdaş bi lêv kir ku ev biryarin ku Kurdan dê bikin yek, dê wê konferansê encam bikin û wiha axaftina xwe qedand: “Em ê hewil bidin ku ev rêjên pêşiyame de ev konferansê lidarbixin. Em weke komiteya amadekar bi biryarin ku di nav wan mehan de amadekariya bi qedînin û wê konferansê bi encam bikin. Em ê weke komîte dîsa kom bibin û roj diyar bikin, dema roj hate diyarkirin jî em daxûyanîyekê li ser navê desteya amadekar bidin. Ev konfernas bingeha Yêkitiya Kurdistaniyên hemû cîhanê ye û dive demildest bê lidarxistin. Ew daxwaza hemû gel û civakên Kurdistanî ye.”