Dîlan Mulhim\Qamişlo
Şehîdê yekem ê pêkhateyê ereb di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd Ezîz Ereb e. Şehîd Ezîz di 17’ê Nîsana 1986’an de li herêma Hekarî ya Bakurê Kurdistanê şehîd bû. Şehîd Ezîz bi lehengî û wêrekiya xwe dihat naskirin. Herwiha armanca têkoşîna şehîd Ezîz ew bû ku Kurdistan azad û serfiraz bibe.
Kurtejiyana şehîd Ezîz Ereb
Şehîd Ezîz Ereb yekemîn şehîdê pêkhateyê Ereb di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de ye. Şehîd Ereb di sala 1964’an de ji gundê Meryemînê yê girêdayî bajarê Efrînê ji dayîk bûye. Ereb di nava malbateke welatparêz ku rewşa wê ya madî navîn bû, jiyan kiriye. Şehîd Ezîz Ereb xwendina xwe ya seretayî li Efrînê xwend, lê piştî ku malbata wî berê xwe dan bajarê Helebê wî xwedina xwe ya navîn li Helebê dewam kir. Ezîz Ereb bi rêya bavê xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike, êdî lêgerîna wî ya jiyaneke şoreşgerî dest pê dike. Ereb di 1983’an de tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Şehîd Ezîz Ereb di nava lêgerîna xwe ya şoreşgeriyê bû şahidê gelek destanên lehengî, herwiha gerîlayekî ku hêviya wî yekîtiya gelan bû û di nava refên gerîla de ev hêvî didît. Ezîz piştî têkoşîna xwe ya lehengî di 17’ê Nîsana 1986’an de li herêma Hekarî ya Bakurê Kurdistanê şehîd bû.
Peyama Şehîd Ezîz Ereb berî ku şehîd bibe
Şehîd Ezîz Ereb di peyameke xwe de behsa berxwedan û hêviya ji bo yekîtiya gelan dike û wiha dibêje: “Ji salekê ve ez li çiyayê Kurdistanê me, ez di nava şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de fêrî gelek tiştan bûm. Herwiha şahidê gelek pêşdeçûnên şoreşgerî yên her deqê bûm. Yek ji şervanên qehreman ên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku tirs di dilê artêşa Tirk de çandiye Mihemed Çîçek bû. Dema dibû şev, leşkerên Tirk ji tirsa re ji mewziyên xwe dernediketin û gule heta bi sibehê li ser şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê davêtin. Ev artêş bû cihê pêkenokê, ne tenê ji gelê Kurdistanê re, lê belê heta ji zarokan re.”
‘Baweriya gel bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê’
Ezîz Ereb bi rêya peyama xwe zulma dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd wiha anîbû ziman: “Gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve gelek azar kişandin û nehat texmînkirin ku rojek were û gelê Kurd ji bo azadiya xwe li dijî dewleta Tirk têbikoşe. Lê bi pêngava 15’ê Tebaxê re, pêngaveke nû dest pê kir û gel bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya li dijî dewleta Tirk bawer kir. Di heman demê de Têkoşîna Tevgera Azadiyê rojane mezin dibe û gel bi coş û kêfxweşiyeke mezin vê têkoşînê pêşwaz dike. Dema em diçûn gundan, ew roj ji bo gel cejn bû û di gotin; Ha karker hatin, gundiyan her erkek bê dudilî pêk danîn, heta zarok jî li benda erkên xwe bûn. Di pirî caran de dema artêşa Tirk diketin gundan de, zarokan guleyên leşkeran didizîn û vedişartin û dema em diçûn gund ew gule didan me û hîsa serkeftinê dikirin.”
‘Jina Kurd ne dûrî têkoşînê ye’
Şehîd Ezîz Ereb di peyama xwe de wiha behsa têkoşîna jinê kiribû: “Jina Kurd ne dûrî têkoşînê ye, gelek ked da û têkoşiya. Di pirî caran de xwarin ji me re bi rêbazên cuda peyîdakiriye, tevlî hemû zor û zehmetiyan.”
‘Bi hêza şervanan Kurdistanê rizgar bikin û bigihînin serfiraziyê’
Şehîd Ezîz Ereb li ser xwedîderketina gel a têkoşîna PKK’ê wiha gotibû: “Ez wek şervanekî, şahidê tevahî pêşketinan bûm, dê bi hêza vê tevger, fermandar û destanên ku şervanan nivîsandine, Kurdistanê rizgar bikin û bigihînin serfiraziyê. Ji ber şervan birçîbûn, tîbûn û astengiyan nasnakin, tenê bi azadiya gel, bilindkirina têkoşîna li dijî dijmin û berxwedana mezin di şer de dihizirin. Ev qehremantî pîroz û binirx in. Her şervaneke keç û şervanekî xort heta guleya dawî û şehadetê şer dikin. Lewre tenê navê karker û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Kurdistanê pêşeng e.”
‘PKK’ê partiyeke pîroz û binirx e’
Şehîd Ezîz Ereb di dawiya peyama xwe de wiha eşkere kiribû: “Gelek kom hatin avakirin û damezrandin. Lê belê bi demeke kurt re bi dawî bûn. Heta hin ji wan jî bûn ajanên dewleta Tirk. Lê belê navê PKK’ê rojane mezin bû û bû milkê gel û Kurdistanê, ev yek jî vegerî fikreke şoreşgerî û her bipêşdikeve, cihekî radestbûnê li Kurdistanê nema û em dikarin bêjin; gelê Kurdistanê, gelekî kevin û binrix e û PKK’ê partiyeke pîroz û binirx e.”