Esma Mistefa/Qamişlo
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Dilyar Îbrahîm teqez kir ku nameya Rêber Apo a ji bo ciwanan perspektîfên ji nû ve rêxistinkirin û bilindkirina têkoşînê ye û got: “Divê ciwanên serdemê layiqê pêvajoyê derkevin.”
Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoya nû de gelek nameyên girîng ji bo tevahî gelên azadîxwaz, gelê kurrd, jin û ciwanan şandin. Herî dawî jî nameya ku ji bo ciwanên kurd rêkiribû ji aliyê ciwanên çar perçeyên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Girêdayî vê mijarê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Dilyar Îbrahîm bersiva pirsên Rojnameya me da.
-Bi banga Rêber Apo a aştî û demokrasiyê re gelek geşedan rûdan, tevgera ciwanan li Bakur û rojhilatê Sûriyê ev yek çawa pêşwazî kir?
Banga Rêber Apo a ji bo aştî û civaka demokratîk bangakî dîrokî bû û pêwîst e gelên azadîxwaz li seranserî cîhanê weke banga serdemê pênase bikin. Rêber Apo di vê bangê de ne tenê bal dikşîne ser danîna çekê û divê em tenê wisa lê nemeyzînin. Ji ber ev yek ji bo çareserkirina tevahî aloziyan e, bi tayebet çareseriya li tevhahî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, her wiha çaresekirina doza gelê Kurd di giştî cîhanê de ye.
Bi vê bangê Rêber Apo ew name da hemû cîhanê ku di hundir jiyankirina ewqas kaos, alozî û şerên ku di Rojhilata Navîn û derveyî wê de têne jiyankirin, ji şerê çekdarî vegerîne qonaxa danûstandin û adeletê ku li ser pirensîpên demokrasiyê bêne çareserkirin. Tevgera ciwanan jî ev bang bi vê şêwazî pêşwazî kirin weke ku ev bang ji bo me talîmat û perspektîvin, em tevdigerin. Ev bang tê wateya xwerêxistinkirin, xwe li gorî pêvajoyê amedekirin e. Em nikarin bêjin ku weke dane pênasekirin ku tenê tevgera Azadiyê çek dayîne û normal jiyankirin bê meşandin. Helbet ev yek nayê kirin û nehat kirin jî, heyanî ku qonax giştî vedigera qonaxa danûstandin û aştiyê.
Bi taybet Tevgera Azadiyê ji bo guhartin û xwenûkirinê re vekiriye û li gor pêvajoyê stratejiya xwe dide guhartin. Me jî xwe bi vê bangê re careke din xwenûkir, rexnekir, xwebirêxistin kir. Em ancax xwebirêxistinkirinê vê bangê pêkbînin û bigihînin armanca avakirina civakeke demokratîk, ekolijî, azadîxwaziya jinê. Tevahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê germahiyê û bi vê rihî ev bang pêşwazî kirin.
Nameya Rêber Apo a ji bo ciwanên kurd şandiye hûn çawa dinirxînin û divê ciwanên serdemê bi vê nameyê re xwe çawa birêxistin bikin?
Nameya Rêber Apo a ji bo tevahî ciwanan rêkiriye, destpêkeke nû a têkoşîn, rêxistinkirina ciwana ye û bargiraniya li ser mile me ye. Em jî li ser wê esasê careke din soza têkoşîn, berxwedanî û xwenûkirinê nû dikin. Em ciwanên kurd û hemû ciwanên girêdayî ramanêb Rêber Apo bi vê nameyê re em bi awayekî rexnegir nêz xwe dibin, her wiha ji berjewendiyên xwe yên tekekesî durketin nêz dibin û bi xwebûnê pêşwazî dikin. Em careke din têkoşêna xwe zêdetir bikin û weke ciwanên serdemê û yên azadîxwaz riya ku rêbertîî nîşanî me daye bernadin û heyanî serkeftnê berdewam bikin.
di heman demê de yek ji xalên herî sereke ew jî balkişandina ser xwetrêxistinkirinê. Ew jî li ser asta bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahê xaka Sûriyê ku çawa ev rêxistin ji dema derbasbûna Rêber Apo her xwe rêxistin dike û têkoşîna azadiyê dide meşandin, divê ji niha û pêve û bi hemdemiya bidestxistina ewqas destkeftî em vê astê bilindtir bikin û bibin pêşeng ji hemû ciwanên cîhanê re. Rêbertî her çiqas mezinkirina asta têkoşînê ji me daxwaz bike, em ê deh qat ji wî zêdetir lixwe vegerrin û xwe rêxistin bikin. Em vê nameyê weke barekî giran li ser xwe dibînin weke nameyekî serdemî û dîrokî ji bo xebatên me û hemû tevgerên ciwanan dinirxînin.
Di heman demê de ji gotina Rêber Apo a ku weke felsefeyekê ye ji bo tevgera ciwanan a “Me bi ciwantî dest pê kir û emê bi ciwantî biserbikevin” ev nîşan dide ku Rêber Apo ciwanekî çawa li gorî pêvajoyê ji me dixwaze. Emê her tim nirxandin gotinên Rêbertî weke perispektîv bigrin dest û li ser wê bingehê tevbigerin. Divê kesayeta ciwanê kurd bibe bingeha avakirina Koonfedralîzma Demokratîk û Koonfedralîzma Ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû cîhanê. Bi vê rengî em li xwe vedigerin bi kesayeta ku her tim ciwan li rastiya rêxistinbûyînê û azadiyê digere. Her wiha berdewamkirina têkoşînê ji bo misogeriya azadiya fîzîkî a Rêbertî, ji ber dem dema ku ev ronahiya ku di îmraliyê de di bin siyaset û pilanên dijmin de hatiye girtin, êdî derkeve û bi mafê xwe jiyan bike ye.
Meşa ciwanan a ber bi Amarayê ve ji aliyê ciwanan hat destpêkirin, hûn li Rojavayê welêt ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo xebatekî çawa dimeşînin û banga we ji bo ciwan çi ye?
Belê; cihê şanazî û serbilindiyê ye ku Rêber Apo bi tayebt ji bo ciwanên ber bi Amarayê ve meşiyan e name rêkir. Meşa ji bo Amarayê meşa ber bi ronahiya azadiya gelan e. Amara ji bo me qubleya azadiyê ye. Dibe ku em ciwanên Rojavayê welêt nikaribin tevlî meşa ji bo Amarayê bibin e, lê her tim çav û dilê me ber bi wir ve diherike û em ciwanên Bakurê Kurdistanê ji dil silav dikin.
Em dibînin ku di van demên dawiyê de ne tenê ciwanîn kur, ciwanên welataên derve weke ciwanên Emerîkayî, Efrîqayê, Kenedayê, li Asyayê ji bo azadiya xwe bibînin û rastiya pergalê nas bikin; îdeolojiya Rêber Apo dixwînin û lêkolîn dikin. Em jî li ser esasê parastina destkeftiyên şoreşê, mosogerkirina doza azadiya Kurdistan, xeta me ya sereke ew jî ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertî karkirin e. Nameya Rêbertî jî nameya vejîn û rêxistinbûyînê ye divê em jî layiqî wê yekê derkevin.
Li ser van bingehan em banga ciwanên azadîxwaz, ciwanên kurd dikin ku li gorî rihê serdemê û banga Rêber Apo tevlî meşa azadiyê bibin û pilanên dagirkeriyê têk bibin.