Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Welatparêzê rast hunermendekî wêrek

08/04/2025
in NÛÇE
A A
 Welatparêzê rast hunermendekî wêrek
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/ Qamişlo

Yekta Herekol festîvaleke şanoyê ye, di raman û bingehê xwe de lîstikên curbecur ên şanoyê tên pêşkêşkirin, herwiha derfeta naskirina şarezayên nû yên di warê şanoyê de li seranserê Kurdistanê dide. Bê guman, ev mihrîcan ji bo pêşxistina çanda hunerî û hem jî pêşketina jêhatîbûnê sûdê dide warê lîstikvanî û şanoyê.

Festîval bi pêşengtiya Tev-Çand, şirket Alşemal û şaredariya bajarê Qamişlo û Desteya Çandê, Nefel Prodiksiyon ya Herêma Cizîrê ji bo bîranîna şanogerê Kurd şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) û şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) yê ku Bendava Tişrînê şehîd bibû  tê lidarxistin.

Salên derbasbûyî zor û zehmetî derketin ji gef û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker, bi hêz û germahiyekê her sal li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7’emîn Mihrîcana Yekta Herekol a Şanoyê di bin dirûşmeya “Welatparêzê rast hunermendekî wêrek”  bi amadebûna bi gelek ji endamên çand û huner, şanoger û kesayetên rewşenbîr, listîkvanên sînema û welatiyên heremê destpê kir. Hêjayî gotinê ye ku ev mihrîcan li ser asta Kurdistanê tê lidarxistin û dê 6 rojan bi pêşandana 11 şanoyan berdewam bike. Di heman demê de şanogerên ku Başûr, Rojhilat û bajarên Sûriyê yên din hatibûn şanoyên xwe pêşkeş kirin. Her sal bi dûrişmeyekê cûda li bajarê Qamişlo Navenda Çanda Mihemed Şêxo tê lidarxistin. Di bingeha mîhrîcanan de semîner û nirxandinên şanoyan tên kirin. Mîhrîcana 7’emînde Navenda Çanda Mezopomtamya jî şano tên pêşkêşkirin. Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya berê demê desthilatiya Baas’ê de weke navenda wan yên leşkerî dihate karanîn bû. 11’ê Nîsana 2025’an dê mihrîcan bi dawî bibe. Hêjayi bibîrxistinê ye ku salên derbasbûyî de, komên şano ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker nekarî bûn, tevlîbûna xwe ji bona mihrîcanê pêk bînin ev sal derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Festîvala şehîd Yekta Herekol ya 1’emîn ( 27’ê Adar 2015)

Mihrîcana binavê şoreşger û şanogerê mezin Yekta Herekol (Erdogan Qehreman) 27’ê Adara 2015’an li bajarê Qamişlo Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo cara yekemîn hat lidarxistin.  Salê destpekê jî gelek şanoger bi şanoyên ku nîvîsandi bûn tevlî mihrîcanê bûn. Di sala destpekê de, şanoyên hatibûn pêşkêşkirin zimanê Kurdî bûn û 2 komên şanoyê li Başûrê Kurdistanê tevlî mihricanê bûn.

Festîvala şehîd Yekta Herekol 2’emîn (27’ê Adara 2016)

Di sala duyemîn de jî, ji heman bingehê şano hatin pêşkeşkirin û dîsa weke cih Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin. 10 şano hatin pêşkeşkirin û gelek şanogerên ji derve û biyanî sala duyemin de jî tevlîbûna xwe çêkirin. Bi zimanê Kurdî şano hatin pêşkêşkirin.

Festîvala 3’emîn şehîd Yekta Herekol  (27’ê Adara 2017)

Sala Sêyemîn de jî, bi coş û kelecanekî mezin mihrîcan hat lidarxistin. Gelek mêvan ji wê demê jî tevlî bûn, lê piranî şanoyên hatin pêşkêşkirin zimanê Kurdî bûn. Şanogerê bi Elmanya beşdar bu şanogerê Kurd yê binavê Kawa Şêxî.

Festîvala şehîd Yekta Herekol ya 4’emîn  (27’ê Adara 2019)

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê (2018) mîhrîcan wê salê nehat lidarxistin. Di sala pey wê de (2019) mîhrîcana 4`emîn hat lidarxistin. Lê piştî rizgarkirina herêmên berfireh ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ`ê, şano bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan û komên şanoyê yên li ser asta herêmê beşdarî bûn.

Festîvala şehîd Yekta Herekol ya 5’ emîn (27’ê Adara 2021)

Di 2020`an de jî, ji ber belavbûna şewba Koronayê li gelek herêmên cîhanê, mîhrîcan dîsa nehat lidarxistin. Di 2021′ê de mîhrîcana 5′emîn pêk hat û gelek şanoger dîsa nekarîbûn tevlîbûna xwe ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker pêkbînîn. Şanoya “Venasîn” ya Koma Serdemê ya girêdayî Hêzên Xweparastinê hate pêşandan. Nivîskarê şanoyê Umran Yûsif, amadekar Idrîs Şêxmûs û derhêner Mihemed Resûl bû.

Festîvala Şehîd Yekta Herekol ya 6’emîn (27’ê Adara 2023)

Di salên berê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, lê di salên dawîn de êdî li ser asta Kurdistanê hat lidarxistin.

Mihrîcana Şano Şehîd Yekta Herekol ya Şano ya  7’emîn (27’ê Adar 2025)
Ş “Hevalên Gezîze” Yekta Herekol ji bo beşdarî 7. Festîvala Şanoyê bibe ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatin bajarê Qamişlo.  Komê şanoya “Ask Mûzîka” li dar xist. Derhêner, nivîskar û Lîstikvana şanoyê Gezîze Omer di vê lîstikê de balê dikişîne ser astengiyên ku jin di jiyanê de rû bi rû dimînin. Mîhrîcan îsal ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Komuna Şanoyê ve bi dirûşma “Welatparêzê rast hunermendê wêrek e” tê sazûmankirin. Çalakiyên Mihrîcanê di 27ê Adarê de dest pê kiribûn, lê ji ber betlaneyên Remezanê û Ekîto ji bo 4ê Nîsanê hat paşxistin. kom ji bajarên Sûriyê beşdarî festîvalê dibin.  Her roj dê 2 şano bên pêşandan û semînerek bê dayîn. Semînera yekem bi sernavê “Derbasbûna ji dergehê sehnê û rexneyê” ji aliyê Ehmed Mekaratî ve hat dayîn, semînera duyem bi sernavê “Giringiya gihandina şano bo kes û civakê” ji aliyê mamosta Rêzan Salih ve û simînara sêyem jî bi sernavê “Giringiya ronahiyê, zanistiya rengan û beşên wan” ji aliyê mamoste Mein Diwêir ve hat dayîn.

Di çarçoveya Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol de, roja duyemîn de ji aliyê komên Qamişlo û Siwêdayê 2 şanoyên bi navê “Parenoya” û “Îcar” hatin pêşkêşkirin. Di şanoyan de bal kişandin bi ser bandora fikra civakê li ser ciwanan û dayikên ku her dem daxwaza aştiyê dikin.

Bernameyên Mihrîcana Şano Şehîd Yekta Herekol ya Şano ya  7’emîn (27’ê Adar 2025)

Di 27’ê Adarê de festîval hat vekirin û axaftina mêvanan hatin kirin.

Roja duyem 5’ê Nîsanê

Navê Komê û Şanoyê: Çiya, Wêne

Nîvîskar: Sema Zîlan

Derhêner: Simko Cûdî

Navê Komê û Şanoyê: Hevalên gezîze,  Mûzîka sor

Nivîskar: Gezîze Omer

Derhêner: Gezize Omer

Roja seyemîn 6’ê Nîsanê

Navê Komê û Şanoyê: Koma Şehîd Osman, Paranoya

Listîkvan: Dilcan Oso

Nivîskar: Ebas El Hayik

Derhêner: Mihemed Umer

Navê Komê û Şanoyê: Koma Rêvebirina Çandê, Îcar

Nîvîskar: Elî Ebdilnebî Zadî

Derhêner: Meen Diwêir

Roja çaremîn 7’ê Nîsanê

Navê Komê û Şanoyê:  Koma Şano, Henîn

Nîvîskar: Ebas Elhayik

Derhêner: Ebd Elrehman Brahîm

Navê Komê û Şanoyê: Koma Reqa ya Huner ya Şanogeriyê, Komidîya 7 rojan

Nîvîskar: Elî Ebdilnebî El Zûbeyd

Derhêner: Ebdilqadir ebûd

Roja pêncemîn 8’ê Nîsank

Navê Komê û Şanoyê: Renîm,Bê belge

Nîvîskar: Ebas Elhayik

Derhêner: Kamîran Caro

Navê Komê û Şanoyê: Siyê Ez û tu 9 meh

Nîvîskar: Qasim Ebd Elstar

Derhêner: Qasim Ebd Elstar

Roja şeşemîn 9’ê Nîsanê

Navê Komê û Şanoyê: Koma Argeş, Spîro

Nîvîskar: Erşak Raûf Gonbedî

Derhêner: Maêde Darlekî

Navê Komê û Şanoyê: Teatra Hinar, Yek Fîşek

Nîvîskar: Sebah Elî Enbarî

Derhêner: Şevzan Fewaz Mehmûd

Amadekirin û werger: Mihemed Eşref

Roja heftemîn 10’ê Nîsanê

Navê Komê û Şanoyê: Şehnazê

Nîvîskar: Welîd Omer

Derhêner: Welîd Omer

Roja heştemîn 11’ê Nîsanê

Girtina Bernameyê û belavkirina xelatan

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.