Volqan Elî
Her Misilman bi navê Xweda dest bi karê xwe yê rojane dike. Heta ji wê jî pêştir, her Misilmanê munîn ê dilpaqij, ne minafiq, ‘bismilehê’di destpêka her karê xwe de ji xwe dûr naexe.
Çawa ku wisa be, dewleta Tirk jî derew û minafiqtiyê ti car ji xwe dûr naexe. Xwazîka ne wisa bûya! Lê belê heta bi niha vê dewletê di têkiliyên xwe yên bi Kurdan re, bi taybetî di serdema Komara Tirkiyê de wisa tevgeriyaye. Dest ji ‘minafiqtî û derewan’ berde, ji bo Kurd û gelên li derdora xwe jenosîd û qirkirinên bi her curî rewa dîtine. Ji beriya şerê cîhanê yê yekemîn û di dema vî şerî de tevahiya kokê Ermenên Anatolî, Sûryan û hwd. qelandiye. Kurdan ji vê bê bextiya dewleta Tirk bi hezar zor û zehmetiyan xwe xelas kirine. Di encam de Kurd û Tirkan emperyalîzma Ewrûpa têk birine (bêhtirê xwe li eniyên Mereş, Entab, Ûrfa û hwd.); lê ruxmî ku di despêkê de soza xwesweriyê dane Kurdan, di nava salekê-du salan de ev ji bîr kirine. Şêx û Seîdên gelê Kurd li ‘Meydanên Siyasetê’ (di adet û teqlîdên dewleta Tirk de ‘siyaset’ tê maneyê îdamê), bi werîsê îdamê pêşwazî kirine.
Ji ber vê ‘derawa’ dîrokî ye ku Seîd Rizayên kal li ber ‘darê siyasetê), li ber vê dewleta bê bext xwe netewandibûn û dersekî dîrokî dabûn Komarê.
Di nava civaka Tikmen-Tirk de gotineke eleqadar bi mijara me heye. Dibêje, “Li cem Osmaniyan leyistok, fenûfît û dekûdolab pir in”. Gotineke wisa heye. Bi îhtimalekî mezin ev gotin, gotina civaka Tirkmen e. Tirkmen kî ne? Ew Tirkên resen ku şiklê xwe yê civaka xwezayî dijîn! Yanî Tirkên esas ew in. Rast e ku Tirk in lê Tirkên li beramberê Selçûqî, împaratoriya Osmanî ti car bejna xwe netawandî ne. Vaye ew gotin a civakek wisa ye! Ya ku em bikin jî, em ê bi vê gotinê, Komarê jî baş nas bikin.
Niha ev demek e ku pêvajoyek dest pê kiriye: Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk. Bi qasî ku me ji ‘bangawaziya’ Rêber Apo û daxwuyaniya heyeta İmraliyê fêm kir, navê wê lihevkirin yan jî dibe tiştekî din çi dibe bila bibe, ev xebat dua lî ye. Li aliyekî komara Tirkiyê heye û li aliyê din jî Rêber Apo ku temsîla civaka demokratîk dike. Dîsa tiştê ku me di encama vê xebatê de fêm kiriye ew bû ku Rêber Apo wê ‘bangawaziyê’ bikê lê dewlet jî divê ji bo ku şertûmercên ‘bangawaziyê’ pêk werin hin guherîn û veguherînan bike.
Ya ku qewmî çi ye? Rêber Apo ‘bangawazî’ kir (ruxmî ku dewleta Tirk, destpêkê qebûl kiribû ku vê bangawaziyê bi dîmen Rêber Apo bi xwe bike, dema heyeta Partiya Dem’ê hevdîtin dikir, ev yek red kir) û heyeta Partiya Dem’ê jî hema bêje wekî ku derew û minafiqtiya komara Tirk pîne bike, ev daxuyanî li şûna Rêber Apo, xwend. Bi îhtîmaleke mezin ji bo ku pêşiya pêvajoyê nexetime, Rêber Apo ev mesele zêde nekiriye pirsgirêk. Ji ber vê yekê heyeta Dem’ê wisa tevgeriyaye û hatiye li Stenbolê, ew ‘daxuyanî’ xwendiye. Ev derew û minafiqtiya destpêkê ya Komarê ya di vê pêvajoyê de bû. Derew û minafiqtiya duyemîn çawa pêş ket? Piştî ku Rêber Apo ‘bangawaziya’ xwe kir, PKK’ê ragihand ku ew heya bi dawiyê tevlî ‘bangawaziya’ Rêber Apo dibin.
Dema ku Rêber Apo ‘bangawaziya’ xwe ji bo tevaya cîhanê û PKK’ê kiribû, destpêkê dinya bû qir û qiyamet; wekî dibêjin ‘Ji eşriq heya bi meşriq’ her kesî got ku em tevlî banga Abdullah Ocalan dibin. Tenê, ma ku teyrûtûyên azmanan werin ziman! Eger bihatana ziman ew ê jî tevlî bûna! Yanî bigire ji dewleta Îranê heya bi Erebîstana Sûidî her kesî helwesta xwe nîşan da. Dor hate kê? Kî xwediyê vê dozê bû, yan jî aliyekî vê dozê bû? Dewleta Tirk! Hemû ewir zivirîn li ser wê. Dewleta Tirk çi kir? Diviyabû çi bikira? Ti tişt nekir. Me ne got, ti dewletê, ti hêzên cuda ne gotibû û soz nedabû Rêber Apo ku piştî ‘wê bangawaziyê’ hin guhertin û veguhertinan bikin! Ew bû, dewleta Tirk bû ku gotiye ‘ez ê guhertin û veguherînên makezagonî pêk bînim’.
Mixabin, heya bi niha ti tiştê wisa pêk nehatiye! Yanî dewleta Tirk li pêşberê ‘bangawaziya’ Rêber Apo bê helwest maye! Du maneyên vê hene: Ya yekê, Tayib û teyifeya wî bi rastî jî mîrasxwurê Osmaniyan e; Dewleta Tirk, derewîn û minafiq e û yan jî di hindurê xwe de bi hêzên dijberî vê pêvajoyê nikare. Ya duyemîn, naxwaze PKK’ê çek dayne û şer bisekine!
Ya sêyemîn jî, divê dinya û alem destê xwe dayne li ser wijdanê xwe ku bi rastî terorîst kî ye; gelê Kurd ê ku çareseriya siyasî dixwaze yan komara Tirkiye ku naxwaze şer bisekine?