Esma Mistefa/Qamişlo
Di 1’ê Nîsanê de, Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê rêkeftinek ku ji 14 xalan pêk tê îmze kirin. Hevseroka Meclisa Gişta a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman da zanîn ku ev rêkeftin dikeve berjewendiya hemû pêkhate û gelê taxê.
Piştî hatina desthilata nû a Şamê li ser desthildatdariya Sûriyê û bi rûdana gelek geşedanan gelê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi îrade û rêxistinbûna xwe dev ji taxên xwe bernedan û parastina xwe li hember hemû pêşveçûnan kirin. Piştî derbasbûna 4 mehan li ser hatina HTŞ’ê rêkeftinek ku ji 14 xalan pêk tê di navbera Meclîsa Giştî a her du taxan û hikumeta nû a Helebê de hate îmzekirin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclisa Giştî a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman ji rojnameya me re axivî.
Benda parastina her du taxan kete piratîkê
Hêvîn Silêman da zanîn ku rêkeftina ku wan bi desthilatdariya ŞAMê RE Îmze kiriye ji bo gelî herdu taxan pir girîng e û wiha got: “Di demeke wiha de ku Sûriyê bi tevahî di geşedan û pêşveçûnên mezin re derbas dibe, qetlîam, kews û tevlîhevî di seranserî Sûriyê de tên jiyankirin. Ji lewra ev gav ji bo gelê me gavekî girêng û dîrokî ye. Bi taybet taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê rojane rastî gefên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk tê, ew dixwazin derfetekê bigrin û êrişî gelê taxê bikin. Da ku em her du taxên xwe tevî gelê wê biparêzin pêwîstî bi pêşketinên dîplomasî, siyasî û leşkerî di nevbera her du aliyan de hebû. Ji lihevkirina yekemîn a ku di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şare de hatiye kirin, yek ji bendên wê parastina her du taxan bû. Li ser wê esasê ev gav ketE piratîkê.”
‘Parastina taxê berpirisyartiya her du aliya ye’
Hêvîn di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di 1’ê Nîsanê de em bi şandeya Şamê re rûniştin û biryarên hevpar ên ku li ser hatine lihevkirin hate îmzekirin. Yek ji wan xalan ew bû ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêza Parastina Civakî wê parastina taxê bikin bi tensîq bi wezareta hundirîn a desteya hundirîn re. Ji ber wê ev wezart û desthilata Şamê dikevin bin erka ku ger êriş û destdirêjiyek li ser taxê hate kirin ew berpirisyarin û wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxê re parastinê bikin. Ji xwe gelê me yê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dîrokeke wan a Şerê Gelê Şoreşgerî heye ku li hember hemû destdirêjî, êriş û şerê taybet li ber xwe bidin û li parastina xwe bikin”.
‘Hebûna jinê di îmzekirina rêkeftinê de gavekî ber bi pêşketinê ve ye’
Hêvîn diyar kir ku pêkhateyên di hundir taxê de jiyan dikin wê bêne parastin û wiha domand: “Di hundir her du taxan de gelek pêkhate weke Kurd, Ereb, Suryan û Ermen jiyan dikin. ji bo ku hemû pêkhate pêne parastin û bi hebûn û nasnameya xwe jiyan bikin, yek ji bendên vê lihevkirinê ku hemû gelên di taxê de bikaribin bi rihetî derbasî tevahê bajarê Helebê û bajarên din bibin bêyî ku destdirêjî li wan bê kirin. Ya din ev lihevkirina ku hatiye pêşxistin di navbera her du aliyan de û bi destê jinê bi taybet, ev gavekî pêşketî ye û wê bibe bingehek ji bo avakirina Sûriyeke demokrat û ne navendî. Ji ber me dît ku di hunditr destûra ku hatiye danîn de tu mafê jinê tê de nehatiye diyarkirin. Helbet em jî vê yekê qebûl nakin. hebûna jinê di vê lihevkirinê de em weke gavekî pêşketinê dibînin û wê demokatîkbûna Sûriyê armanca me be.”
‘Wê Xweseriya taxê parastî bimîne ’
Hêvîn anî ziman ku wê di demên pêş de komîte bêne avakirin û hemû taybetmendiyên taxê weke xwe bimîne û wiha got: “Di derbarê 14 xalên ku hatine îmzekirin de wê di demeke nêz de komîteyk bê avakirin, ev komîte wê weke aliyên tensîqê di navber kar û xebatê di hundir taxê û aliyê dewletê de bin. her wiha wê parastina taybetmendî û xweseriya taxê weke xwe bimîn (şeredarî, perwerde, akedemiyên perwerdeyan, parastin, sazî, meclis, komîn) lê bi tensîq bi saziyên hundir bajêr re. ya din jî ji bo nûnertiya di aliyê rêvebirin û rêxistinî de wê nûnertiyeke bi edalet di hundir xurfeyên bazirganî û pêşesaziyê di bajêr de cihê xwew bigirin. Ev yek jî wê bi demê re bi avakirina komîteyên bêne avakirin pêk bê. Her wiha niha ev gavên demkî ne heyanî ku lihvkirina giştî li Şamê pêk bê”.
Di dawiyê de Hêvî ev ragihandin: “Da ku ev lihevkirin li ser bingehên bawerî û rastiyê bê berdewamkirin. Yek ji xalan ew e ku divê di çend rojên pêşiya me de hemû girtiyên di zîndanê de li gel her du aliya serbest bên berdan. Em jî niha li benda vê gavê ne da ku hemû bendên din bikevin piratîkê”.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bendên rêkeftinê wiha ne:
1- Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ji taxên bajarê Helebê ne û di aliyê îdarî de girêdayî bajarê Helebê ne. Parastin û rêzigirtina ji taybetmendiya civakî û çandî ya şêniyên herdu taxan ji bo xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane, mijareke girîng e.
2- Ev lihevkirina demkî dê heta lihevkirineke domdar a ji aliyê komîteyên hevbeş ve, di pratîkê de be.
3- Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.
4- Ji bo ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan, çek di nav taxan de tên qedexekirin û tenê di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.
5- Heta ku rewşa herdu taxan aram bibe, ax ji ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.
6- Hêzên leşkerî bi çekên xwe ji herdu taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve vedikişin.
7- Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.
8- Tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin.
9- Ji bo hêsankirina tevgera çûnûhatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komîteyeke koordînasyonê tê avakirin.
10- Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.
11- Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
12- Girtiyên herdu aliyan tên berdan û hemû dîlên ku piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, bi hev tên guhartin.
13- Nûnertiya herdu taxan bi awayekî giştî û wekhev di Meclisa Parêzgeha Helebê de û di Odeya Bazirganiyê û hemû qadên din de, li gorî qanûnan tê kirin.
14- Saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerdehî, şaredarî û meclisên xwecihî yên herdu taxan, heta pêkanîna lihevkirineke domdar ji aliyê komîteyên hevbeş ve, wekî xwe dimînin.